LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Li Efrînê di heftiyekê de 2 sivîl hatin qetilkirin û 27 jî hatine revandin

Li Efrînê di heftiyekê de 2 sivîl hatin qetilkirin û 27 jî hatine revandin

NAVENDA NÛÇEYAN- komên çekdar yên ASA yên girêdayî dewleta Tirkiyê li Efrînê di heftiyekê de 27 sivîl revandin. Her wiha zarokek û jinek ducanî qetilkirin. Her wiha ji ber bi tunebûna DAIŞ’ê de li bakurê Sûriyê ve lewra sûqestê li herêmên bin parastina QSD’ê ve dike.

Artêşa Tirkiyê û komên ASA yên girêdayî wê li Efrînê di revandin û kuştina sivîla didomîne. Hate zanîn ku di heftiya derbas bûyî de 27 sivîl hatin revandin, zarokek û jinek ducanî jî hatin qetil kirin. Her wiha bi armanca guhertina demografiya herêmê zevî û dar hatin şewitandin.

Di 6’ê Tîrmehê de

Li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê di encama avêtina guleyan bê serûber ji aliyê komên çeldar ve, zarokê bi navê Şiyar Bekir hate qetilkirin.

Di 7’ê Tîrmehê de

Çavkaniyek ji gundê Satiya yê girêdayî herêma Cindirêsê, da zanîn ku çeteyên koma “Feylq El-Şam û El-Hemzat yên girêdayî artêşa Tirk du welatî bi bihaneya ku rêveberên komînê di Rêveberiya Xweser de ye û çekên wan neruxsetkirîne revandin.

Komên Çekdar yên li Efrînê ji gundê Belîlka yê navçeya Racoyê 3’ê sivîl bi navê Seyîd Ehmed ,Emîr Mihemed Nûr û Gulgul Mamo, revandin û bi awayekî hovane şêniyên gund lêdan kirin piştî ku milkên wan talan kirin.

Di 8’ê Tîrmehê de

Balafirên şer ên dewleta Tirk hin nuqte li ser riya sereke ya di navbera herêma Cindirêsê û bajarê Efrînê, her wiha hin deverên navçeya Racoyê bombebaran kirin.

Piştî ku dewleta Tirk û çekdarên girêdayî wê li gel polîtîka guhertina demografî daristanên Efrînê tarûmar kirin û di van her du rojan de zêdetirî 3 hezar dar şewitandin.

Li navçeya Şêrawa ya Efrînê komên çekdar pîrejinek bi navê Sultana Xelîl Naso (70) di bin êşkenceyê de qetil kirin û hevserê wê navê Hemdî Ebdo (70) jî revandine.

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar piştî ku operasyon li gundê Kobake yê girêdayî navçeya Mabata ya kantona Efrînê pêk anî û hemû telefonên destan ji şêniyên gund girtin, 4 welatiyên bi navê Emîr Mistef bin Mihemed bin Nûr (20), Gilgil Hemû bin Menan (55), Mihemed Hesen bin Abidîn (30) û Xebat Şahîn bin Mustefa (31), revandin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk, riya di navbera herêma Cindirêsê û bajarê Efrînê li nêzî gundên Xalta û Meskê û hin deverên din ê herêma Racoyê bomebebaran kirin.

Di 9’ê Tîrmehê de

Çavkaniyekî ji gundê Badîna ya girêdayî devera Reco ya Efrînê eşkere kir ku artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê bi armanca tunekirina dîrok û çanda herêmê, bermahiyên kevnar û şûnwarên gundê Sêwiya û deşta Kitixê yên girêdayî navçeya Mabeta dizîn.

Komên çekdar yên li Efrînê jineke ducanî û dayika du zarokan a bi navê Dilovan Ismet Şêxo dema ku xwest derbasî Tirkiyê bibe qetil kirin.

Hate ragihandin ku çekdarên girêdayî Tirkiyê li Efrînê ciwanekî bi navê Egît Hesen Silêman (25) revandin. Her wiha welatiyeke bi navê Mamo Mamo (80) di hindirê mala wî de lêdan kirin û destê keça wî ya astengdar kemeçe kirin û ew jî lêdan kirin. Her wiha 600 hezar lîreyên Sûrî ji wan standin û milkên wan talan kirin.

Di 10’ê Tîrmehê de

komên çekdar yên girêdayî Tirkiyê li bajarê Efrînê welatiyê bi navê Mehmûd Şêx Îbrahîm revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Di 11’ê Tîrmehê de

komên çekdar yên girêdayî dewleta Tirkiyê malên welatiyên bi navê Menan Heskilek (muxtar), Henîf Zalo û birayê wî yê bi navê Mihemed Zalo. Her wiha welatiya bi navê Nebîla Musteşar ku ji gundê Sariya yê girêdayî navçeya Mabata şewitandin. Her wiha hate zanîn ku komên çekdar mal û kargehên li navçeya Mabata şewitandin.

Komên çekdar yên girêdayî dewleta Tirkiyê li gundê Kobaka ya navçeya Mabata ya Efrînê 10 welatî bi navên Mihemed Nûr Ibrahîm (55), Iyanet Hemo kurê Henan (55), Menan Iyanet Hemo (30), Hesen Hemo kurê Reşad (46), Mistefa Mihemed Silêman (43), Fadil Hesen Yasîn (31), Kenco Hesen kurê Muxtar (55), Mistefa Hesen kurê Şêxo (30), Abdîn Hesen kurê Muxtar (58) û Gulgul Hemo kurê Henen (51), revandin û bi hinceta kontrolkirinê mal û milkên wan talan kirin.

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar yên girêdayî wê bi fûz û topban gundê Beynî yê navçeya Şêrawa topbaran kir. Hate ragihandin ku ji ber topbaranê zeviyên çandiniyê yên welatiyan şewitîn.

Li Efrînê 4 sivîlên bi navê Seyîd Hisên Mûsa (60), Xalid Hisên Mustefa (47), Enwer Elî Muslim (26) û Selah Elî Betal (23) ji aliyê komên çekdar ve hatin revandin.

Rêxistina terorîst ya DAIŞ’ê li Sûriyê bi taybet li herêmên di bin parastina hêzên QSD’ê de ber bi tune bûnê ve diçe. DAIŞ li bakurê Sûriyê tenê li gundewarê Dêra Zorê mane. Pêve girêdayî ye ku QSD’ê pêşketinên mezin di şerê li dijî DAIŞ’ê bidest dixe. Herî dawî gundê Deşîşa li başûrê Hesekê ye wek noqtak serek ji DAIŞ’ê re bû, hate rizgarkirin. Bi vê yekê başûrê Hesekê ta sînorê Iraqê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, tenê paqijkirina herêmê ji mayîna maye. Çeteyên DAIŞ piştî derxistina herêma ji destê wan bi armanca tolhildanê di nava herêmên QSD’ê de ve şaneyên razayî dixe hereketê de û sûqestê dikin mîna ku di 8’ê Tîrmehê de, Endama Meclîsa Ciwanên Sûriyê Demokratîk Dîlan Şêx Mehmûd tevî xwişka wê Dilyar Şêx Mehmûd di encama êrîşekê de şehîd bûn.

14.07.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً