LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Firqeya ElHemzat li ku derê be dê aramî nebe

Firqeya ElHemzat li ku derê be dê aramî nebe

NAVENDA NÛÇEYAN- Firqeya ElHemzat ji firqeyên ku cihê xwe di nava komên çekdarên Mertala Firatê de digire. Li heremên ElBab, Cerablus û Ezazê belav dibin. Firqeya ElHemzat bi derxistina tevlîheviyan tê naskirin. Li gorî lêkolîn û agahiyên derbarê van çekdaran de hate eşkere kirin ku Fermandarên ElHemzat li herêmên Mertala Firatê dizî, talankirina mal û milkan, binçavkirin, tecawizkirina jinan û revandina sivîlan dike. Lewra şîniyên wan heremên her weha penaberên ku lê dimînin di nava bê aramiyê de ne û rû bi rûyê her binpêkirinê ne ku rojane li wan hereman buyerên kuştin, revandin û nakokiyan têne eşkere kirin.

Yek ji binpêkirinên herî dawî yên Firqeya ElHemzat li Babê ku di dîmenekê de li ser torên civakî belav bibû tê de hate xuyakirin ku hin endamên El Hemzat êrîşî nexweşxaneya bajêr kirine û destdirêjî li taximên tenduristiyê kirine, di encamê de gelê Babê li dijî ElHemzat daketin xwepêşandanê, lê ji ber ku ElHemzet piştgiriya xwe ji dewleta Tirkiye werdigire Tirkiye li beranberî binpêkirinên wan bê denge.

Firqeya ElHemzat ji komên ku bi artêşa Tirkiye re tevlî operasyona li ser dagirkirina Erînê bû. Her wiha piştî dagirkirina Efrînê binpêkirin der heqê sivîlên Efrînê de kir, mîna diziya mal û milkên sivîlan, binçavkirin, revandin û êşkencekirina sivîlan û veguhertina dibistanên Efrînê ji girtîgehan re. Di nava herêma Efrînê de ji destpêka dagirkeriyê û heta niha vê komê ev binpêkirin pêk anîne:

ElHemzat sivîlan direvîne, Bace feriz dike û Ragihandinê qedexe dike”

Rêxistina Netewên Yekbûyî raporek derbarê binpêkirinên komên ASA û bi taybet Firqeya ElHemzat li Efrînê der heqê sivîlan de amade kir, rêxistinê eşkere kir ku rojane rapor li ser tunebûna aramiyê li herêmê her wiha binpêkirinên komên ASA ên girêdayî artêşa Tirkiyê li ser sivîlên Efrînê ji rêxistinê re tên. Rêxistinê di rapora xwe de diyar kir ku Firqeya ElHemzat ji komên herî zêde binpêkirinê der heqê sivîlan de dike. Li gorî ku di raporê de hatiye diyar kirin revandina 11 sivîlan ji aliyê ElHemzt ve hatiye belgekirin ku di nav de jin, zarok û kalepîr jî hene. Her wiha hate diyarkirin ku hejmarek ji wan piştî ku pere dane firqeyê serbest hatine berdan, lê çarenûsa gelek ji sivîlên ku hatine revandin jî ne diyare. Hate zanîn ku Firqeyê bi qasî hezar ta 3 hezaran dolar beranberî serbest berdana sivîlan dixwaze.

Herî dawî hate zanîn ku di vê heftiya derbasbûyî de 4 sivîl ji gundê Basûtê yê navçeya Şêrawa ji aliyê vê Firqeyê ve hatine revandin. Li gorî agahiyan sivîlên ku hatine revandin wiha ne: Hisên Cuma kirêş (45), Mecîd Ebdo Omer (50), Xeyrî Welîd Omer (27) û Şadî Betal Xidir (40). Hate eşkere kirin kuev sivîl ber bi cihekî ne diya ve hatine revandin.

ElHemzat di berdewamiya kiryarên xwe de li hin navçeyên Efrînê girtîgeh avakirine, li gorî çavkaniyên herêmî hate eşkere kirin ku di van girtîgehan de her cureyên êşkencê tê bi kar anîn.

Ji binpêkirinên Firqeya ElHemzat li Efrînê bi armanca qetilkirina sivîlan qetilkirine, hate ragihandin ku Jina bi navê Sultan Nasiro ji aliyê ElHemzat ve hatiye qetilkirin, li gorî çavkaniyên herêmê ku Sultan tevî hevserê xwe Hemdî Ebdo ji gundê Berad yê navçeya Şêrawa hatin revandin.

Her weha li gorî zanyariyan Firqeya ElHemzat bace (xeramet) li sivîlên herêmên Mertala Firatê û herêma Efrînê ferz dike. Li gorî hin çavkaniyên herêmî dan zanîn ku ElHemzat li rêbenda gundê Basûtê ya navçeya Şêrawa bacê ji erebeyên sivîlan digre. Her wiha ev bace ne tenê ji bo erebeyên sivîlan e, lê ji bo erebeyên bazirganiyê, dapo û sehrîcên mazotê ne jî. Çavkaniyan destnîşan kirin ku her rêbendek baceyê wê ji yê dîtir cudatir e.

Çavkaniyan tekez kirin ku ElHemzat bi hincetên sexte erebeyên sivîlan desteser dikin û ji bo vegera erebeyan ji xwediyê wê re hezar dolarî dixwazin.

Komên ASA da ku binpêkirinên xwe yên li Efrînê ji raya giştî re veşêrin hemû aliyê Ragihandinê bi Buroyekê taybet ve girêdane û ragihandin azad nikare li Efrînê bigere.

Peyamnêrê Navenda Ragihandina Efrînê Adem raportek derbarê binpêkirinên li Efrînê ji aliyê komên ASA û bi taybet Firqeya ElHemzat ve derheqê sivîlan de amade kir, di encamê de Adem hate revandin. Lewra welatiyên Efrînê daketin qadan û daxwaza serbestberdana Adem kirin.

NY piştgiriya ji Firqeya ElHemzat re rawestand”

Di destpêka damezrandina Firqeya ElHemzat de piştgiriya xwe ji dewleta Tirkiye û Netewên Yekbûyî digirt. Her wiha di sala 2015’an de NY û dewleta Tirkiyê Odeya Tensîqê bi navê MOM û MOK bi armnca perwerdekirina endamên ASA ji bo şerê DAIŞ’ê avakir.

Lê bi hatina Trump ser desthilatdariya Amerîkayê ev piroje hate rawestandin. Derbarê vê yekê de Bêntagon û Trrump daxuyanî dan û gotin ku xeteriya vê pirogramê heye. Lewra hate rawestandin.

Ji bilê vê yekê jî li gorî hin çalakvanên siyasî ku, ji ber kiryarên hin komên ASA yên xerab û girêdana hin fermandar û endamên ASA bi rêxistina teroreîsta ya DAIŞ’ê re, lewra piştgirî hate rawestandin. Mîna fermandarê Firqeya ElHemzat Ebû Sêf ku berê di nava DAIŞ’ê de be. Her wiha Waliyê Babê bû.

Pevçûn û nakokiyên bi komên dîtir re”

Firqeya ElHemzat serweriya xwe di riya dizî û talaniyê feriz dike. Her wiha gelek caran ji bo serwerî, alanî an ji bo pêk anîna planên dewleta Tirkiye şer di navbera wê û komên dîtir re li gelek deveran derketine.

Yek ji van pevçûn û nakokiyan şerê di navbera Firqeya Sultan Murad bi piştgiriya Firqeya ElHemzat û Meclisa Cerablus a kevin ji aliyekî din ve. Bi taybet piştî ku Firqeya Sultan Murad di Îlona sala 2016’an de meclisa Cerablus a kevin heland û mecliseke nû li şûna wê damezerand.

Ji milekî din ve jî Firqeya Sultan Murad meclisa Cerabliusê bi alîgiriya Partiyên Kurdî tewanbar kir. Her wiha ferzkirina Meclisa nû tenê ji aliyê Firqeya Sultan Murad û Firqeya ElHemzat ve pêk hat. Li gorî endamên meclisa kevin a Cerablusê endamên nû yên meclisa bajêr berê endamên DAIŞ’ê bûn.

Ji aliyekî din ve di şerê navbera Firqeya Sultan Murad û ElCebha ElŞamiya li ser deriyên Sînor ên li Ezazê de, Firqeya ElHemzat piştgiriya Sultan Murad kir.

Di heman demê de Gelek caran şerên dijwar di navbera çeteyên Firqeya ElHemzat û Ehrar ElŞerqiya di Efrînê de rû dan. Hin çavkaniyên herêmî gotin ku dewleta Tirkiye dixwaze bi destê hin komên çekdar bi taybet Firqeya ElHemzat û Firqeya Sultan Murad koma Ehrar ElŞerqiya tune bike. Lewra piştî dagirkirina Efrînê, di encama kuştina fermandarekî leşkerî yê Ehrar ElŞerqiyê li Efrînê li ser destê endamê Firqeya El Hemzat şer di navbera wan de qewmî û ev şer heya bajarokê ElRa’î berfereh bû ku di encama vî şerî de gelek kuştî û birîndar ji her du aliyan de çêbû. Ji aliyê xwe ve jî Ehrar ElŞerqiya li Efrînê zêdetirî 200 endamên Firqeya ElHemza dîl girtin.

ElHemzat girêdayî DAIŞ û Tiekiye ye”

Di 23’ê Nîsana 2016’an de pênc komên girêdayî artêşa Azad ên bi navê Lîwaya ElHemzat, Lîwaya Zîqar, Lîwaya Ra’ad ElŞemal, Lîwaya Marî ElSimod û Lîwaya Tîmên Taybet li bajarokê Marî kombûnek bi nav Firqeya ElHemzat ava kirin.

Firqeya ElHemzat ji aliyê Netewên Yekbûyî û Tirkiye ve wek beşek ji bernameya perwerde û dijî DAÎŞ’ê li Bakurê Rojavayê Suriyê hat amadekirin, lewra di Pûşbera sala 2016’an de Lîwaya Ra’ad ElŞemal a girêdayî Firqeya ElHemzat roketên Taw71 ji Koalisyona navdewletî girt.

Ev Firqe ji bilî herêmên Mertala Firatê li Bajarên Der’a, Heleb û hin deverên Şamê şer dikir. Herî dawî jî di operasyona dagirkirina Efrînê de( Şaxê Zeytonê ) cih girtibû.

Firqe ji aliyê Sêf Bûlad Ebû Bekir tê bi rêveberin. Ebû Bekir cihê xwe di nava komên ASA ên ku Heleb radestî rêjîma Sûriyê kirin de digirt. Zanyariyên derbarê Ebû Bekir de eşkere dikin ku piştî pêvajoya radestkirina Helebê tevlî nava çeteyên DAIŞ’ê dibe û dibe waliyê Babê. Ev yek di dîmenekê de ku li ser medyayê belavbibû hate eşkere kirin, di dîmenê de Ebû Bekir li gel çeteyên DAIŞ’ê li mizeftekê li bajarokê Qibasîn de xuya dike.

Herî dawî hate zanîn ku Ebû Bekir tevî koma xwe perwerde ji aliyê MIT a Tirkiye dîtiye.

17.07.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً