LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Efrîn di qirkirinek çandî de û guhertinek Cografî û Demogarfî re derbas dibe

Efrîn di qirkirinek çandî de û guhertinek Cografî û Demogarfî re derbas dibe

NAVENDA NÛÇEYAN– Artêşa Tirkiyê bi hevkariya komên ASA’yê li Efrînê bi armanca guhertina demografiya herêmê, mal û zeviyên sivîlan dişewitîne. Hate zanîn artêşa Tirkiyê û komên ASA ta niha nêzî 5 hezar hêktar şewitandine.

Ji piştî dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên ASA yên girêdayî wê ji Efrînê re, bi armanca guhertina demografiya herêmê, dest avêtin nirx û xwezaya Efrînê. Rojane dîmen û wêneyên şewata zeviyê şîneyên Efrînê li ser ragihandinê belav dibe.

Artêşa Tirkiyê polîtîka erda şewatî li Efrînê dimeşîne. Ji destpêka dagirkirina Efrînê dest avêtin dîroka herêmê, ji xerakirina mîranên dîrokî ya Eyn Dara, cihê dîrokî ya Kalûta û dîroka Sîrîs ya li Nebî Horî..hwd.

Dewleta Tirkiyê bi zanebûn êrîşî dîroka herêmê dike. Her wiha bi armanca guhertina demografiya herêmê û qirkirina çandî mîrana dirûxîne.

Artêşa Tirkiyê û komêna ASA zeviya dişwtînin

Li gorî wêne û agahiyên derbarê şewata zeviya ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên ASA’yê li Efrînê wiha ye:

Di 6’ê mehê de artêşa Tirkiyê bi hevkariya komên ASA’yê re agir bi erdê derdora navçeya Racoyê xistin.

Di 8’ê mehê de Çavkaniyekî ji herêma Raco eşkerekir ku leşkerên Tirk û çekdarên girêdayî wan daristanên Geliyê Tîra ku firehbûna wê 2 hektare û dikeve ser riya herêma Raco şewitandine. Her wiha heman çavkaniyê ragihand ku derdora 2 hezar û 500 darên zeytûn, hinar û tirî yên şêniyên gundê Edamo yê herêma Raco ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine şewitandin.

Di 11’ê mehê de komên çekdar yên girêdayî Tirkiyê agir bi daristana Meydankê, Raco, Şengîla, Ze’ra û çiyayê Ikbisê xistin. Her wiha agir bi bexçên zeytûna li Etmanê, Kobelkê, Şêra û Berbenê xistin. Her wiha gelê herêmê komên çekdar bi şewata daristan û zeviyan tewanbar kir. Her wiha gelê herêmê destnîşankirin ku komên ASA agir bi zeviya bi armanca tolhildanê dixin.

Di 13’ê mehê de Çavkaniyekî ji gundê Xozyana ya navçeya Mabata ya Efrînê ragihand ku artêşa Tirkiyê û komên çekdar yên girêdayî wê agir bi zeviyên gund ên li pişt kargeha givaştinê ya gundê Xazyana jêrîn a li rojhilat-bakurê gund xistin. Di encama agir de derdora hezar darên zeytûnan ên gundiyan hatin şewitandin.

Di 16’ê mehê de komên çekdar yên girêdayî artêşa Tirkiyê agir bi çiyayê gundê Qelaq ya navçeya Şêra xistin.

Leşkerên TSK bi şewitandina malên welatiyan serbilindin

Kiryarên komên ASA yên girêdayî dewleta Tirkiyê di qetil û êşkence kirina sivîla, tecawizkirina jin û zarokan, rûxandina dîroka herêmê, xerakirna bajar û xwezaya wê de li Efrînê mîna kiryayên DAIŞ’ê li herêmên bin serweriya wê de ye.

Ji destpêka dagirkirina Efrînê rojane binpêkirinê TSK û ASA derheqê herêm û gelê Efrînê de tê naskirin. Di demên dawî de leşkerên TSK’ê û çekdarên ASA ji bilî revandin û koçberkirina sivîla dest bi şewata malan kirin. Li gorî çavkaniyên herêmî diyarkirina ku ev yek bi armanca asteng kirina vegera sivîlan ji malên xwe re ye. Her wiha destnîşankirin ku ev yek dikeve bin xizmeta guhertina demografiya herêmê de.

Li gorî wêneyên ku hatine bideststin, tê de leşkerên artêşa Tirkiyê agir bi mala welatiyê bi navê Henîf Şikirî yê ji gundê Hec Xelîl ya navçeya Racoyê xistin. Her wiha leşkera rê nedan welatiyên gund ku agir vemirînin. Hate zanîn ku dîroka vê malê vedigere 140 salî. Her wiha piştî şewitandina malê leşkeran wêne li ber mala şewitî kişandin ji ber ku bi kiryarên xwe serbilindin.

Di heman çarçovê de Çavkaniyekî ji gundê Sariya ya girêdayî navçeya Mabata, ragihand ku koma çekdar ya bi navê Tabûra El-Ehfad ku di 8’ê mehê de 4 malên welatiyên gund şewitandin.

Piştî çend roja artêşa Tirkiyê û komên çekdar agir bi başûrê navçeya Mabata ji destpêka newala Cefer xistin. Lewra agir gihişt malê welatiyên navçeyê. Di encamê de gair bi mala 15 walatiyên navçeyê ket.

Tirkiyê şewitandina daristanê Efrînê YPG’ê dike sîwan

Wek ku tê zanîn ku piştî TSK û ASA di 18’ê Adarê de Efrînê dagirkirin. Lewra YPG qonaxa duyemîn ji operasyona tolhildana Efrînê îlankirin. Her wiha dewleta Tirkiyê vê yekê ji xwe re qezen kir û bi bihana ku rê li hember çalakiyên YPG’ê bigire, daristan şewitandin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin ku dewleta Tirkiyê bi hinceta ku endamên YPG’ê di nav daristan û zeviyan de xwe vedişêrin. Lewra zevî û daran dişewitînin.

Rêxistinên parastina xwezayê li hember şewitandina daristana bê denge

Wek ku dewletên navnetewî û rêxistinên mafê mirovan li hember qetilkirina sivîlên bê deng ma. Nih ev yek careke din dûbare bidê lê vê carê ji aliyê rêxistinên parastina xwezayê de ye. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin ku artêşa Tirkiyê û çekdarên ASA ta niha zêdetirî 5 hezar hêktar ji zevî, bexçe û darên zeytûna şewitandine. Tevî vê yekê bê dengiya wan li hember vê yekê didomîne.

18.07.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً