LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Rêxistina Gelên Di Bin Tehdîdê de: Li Efrînê ji bo Êzidî û Elewiyan qada jiyanê nemaye

Rêxistina Gelên Di Bin Tehdîdê de: Li Efrînê ji bo Êzidî û Elewiyan qada jiyanê nemaye

NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina Gelên Di Bin Tehdîdê ku navenda wê li Almanyaye, derbarê bûyerên li Efrînê diqewime îdeayên cidî kir û destnîşan dike ku TSK û ASA piştî Efrînê dagir kirin, herî kêm 3 hezar kurd hatine revandin û li gor texmînan bi tevahî ji 7 hezar kesan agahî nayê girtin, her wiha ji bo Êzidî û Elewiyan tu qada jiyanê nemaye.

Rêxistina Gelên Di Bin Tehdîdê ku navenda wê li Almanyaye, derbarê kiryarên TSK û ASA piştî dagirkirina Efrînê de raporek weşand. Naveroka raporê ku ji rêveberên rêxistinê û pisporê Rojhilata Navîn Kamal Sido ve hatiye aşkere kirin, got “Agahiya me jê heye ku hemû tabelayên kurdî hatine rakirin û di şûna wan de zimanên Erebî û Tirkî hatine danîn, her wiha waneyên kurdî yên di dibistanan de jî piştî betlaneya havînê ji nû ve nexin mufredatê.”

120 kes hatine revandin, 7 kuştî…’

Rapora rêxistinê ku cih dide agahiyên piştrastkirî di nîvê meha tîrmehê de nêzî 120 mirov hatine revandin, 7 kuştin, 10 talaniyên mezin û 27 avêtina ser malan de hatiye belgekirin û hat destnîşankirin ku 4 erdên aîdên sivîlan jî hatine şewitandin.

Ji 7 hezar kesî agahî nayên girtin’

Sido, di rapora xwe de ku dibêje “Ev tenê aliyê çiya ya tê dîtin e” û ev tişt gotin: “Artêşa tirk ku qontrola Efrînê ji 18’ê adarê ve xiste bin qontrola xwe û şûnde herî kêm 3 hezar kurd hatine revandin, li gor texmînan tevahî ji 7 hezar kesî agahî nayê girtin.”

Pêkanînên hiqûqa şerîata tuj ketiye meriyetê’

Kamal Sido, ya hêzên ASA yên di heremê de weke “Îslama Radîqal” bi nav kir û wiha got: “Efrîn ku berî demekê bajarekî vekirî û lîberal bû bicihkirina îslamên radîqal ên Ereb re di kiryar û pêkanînan de hiqûqa şerîatê ya tuj ketiye meriyetê.”

Jin nikarin derkevin kolanan’

Sido, anî ziman ku li bajêr dîmenên zilamên bi rê dirêj û jinên çarşafê reş zêde bûne û da zanîn ku êdî jinên ku paçe reş nedin serê xwe nikarin derkevin kolanan. Sido, destnîşan kir ku ji ber van pêkanînan Êzidî û Elewiyên di Efrînê de qada jiyanê ji wan re nemaye.

21.07.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً