LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Şaristaniya kevanar û hewildana qirkirin û asîmleyê (1)

Şaristaniya kevanar û hewildana qirkirin û asîmleyê (1)

Guhertina Demografiya Efrînê

NAVENDA NÛÇEYAN – Herêma Efrînê zêdetirî 4 mehin ku di bin kiryarên qirkirina dewleta Tirk û çekdarên wê de ye. Ji destpêka dagirkeriyê û heta niha bi dehan cihên dîrok û pîroz, mezar û talaniya milkên Efrînê tê kirin. Dagirkeriya bi îdaya parastinê ji eşkerekirina bichikirina çeteyan heta qirkirina çandî re derketiya asta herî jor.

Herêma Efînê ku di sîstema Bakurê Sûriyê de wekî heremeke Kanton bi kantona Şehbayê re dibû herêma Efrînê ji ber gelek sedemên bingehîn û brcewendî û itîfaqan ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagikrkirin.

Di Sûriyê de her çiqase di gelek qadan de sala 7 an derbas dike ku şer û kirîz heye, lê di rastiya xwe de li kuderê bercewendiyên dewletên serwer ne pêkan be ew herem di ber berdeoman û şerekî dijwar de ye. Herêma Efrînê yek ji heremên ku bûye qurbaniya itîfaqên welatên serwer li ser qada Sûriyê lewra di asta kîliyên di navbera endama NATO′yê (Tirkiye) û dewleta (Rûsya) de xetereyeke mezin nîşan dide. Rûsya,Tirkiye û Îranê di hevpeymana Astanayê de li ser herêmên kêmkirina şer di Gulana 2017 an de (Idlib, Xutaya rojhilat, Dera û Quneytira) li hev kirin, lê di sala 2018 an de û destpêk ji Efrînê xwestin ku van itîfaqan bi îdaya şerê terorê xera bikin û Astanayê bi dawî bikin û temenê wê tijî bikin. Herêmên kêmkirina şer ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve rastî operasyonên leşkerî yên dijwar hatin. Ji ber vê sedemê komên çete û malbatên wan li herêmên Bakurê Sûriyeyê (Cerablus, ElBab, Idlib û Efrînê) hatin bicihkirin, lê sedema sereke ew bû ku dewleta Tirk xwest ku herêmên kêmkirina şer bifiroşe Rûsyayê da ku Rûsya destûr bide ku Tirkiye herêma Efrînê dagir bike û projeya demokrasiyê derbe bike ango wekî di rojeva niha de diyar dibe ku Tirkiye di riya herêma Efrîn de xwest xwe bighîne derya Spî her weha heta Parêzgeha Helebê biçe û ev di çapemeniya Tirkiye de hatiye eşkere kirin ku ragihandina bi ser Tikriye ya Yanî şefak belav kiriye ku itfaq hene ku Tiriye derbasî parêzgeha Helebê bibe.

Di 20 Çileyê de bi 72 belafirên şer ên dewleta Tirk her weha bikaranîna her cure çekan dewleta Tirk tevî komên çete yên bi navê ASA’yê êrîş bi ser herêma Efrîn de ji 3 cebheyan de birin ku ev êrîş heta 18’ê adarê de bê navber heta koçkirina hemû niştecihên heremê berdewam kir û bû sedeam ku di 18’ê adarê de 400 hezar koçber ber bi herêma şehba her weha heremên Nubil û Zehra û hejmarek ber bi Helebê ve biçin.

Di operasyoneke wiha li ser Efrînê de her çiqase di berdewamiya sînaryoyên dewletên hegemonîk de be jî lê di encama aliyên garantor an jî lihevker de itîfaqek a bi sedem hebûye jî ku dewleta Tirk bi operasyona li ser Efrînê ne ji bo îdaya parastina sînorê Tirkiye ye, di rastiya xwe de gelek navend her weha çavdêran tekez kirin ku ev çend salin ji dema sîstem û rêvberiya Efrînê hatiye rûniştandin yek fîşek bi ser sînorê Tirkiye de neçûye, ev di rastiya xwe de zagona destpêkê a binpkirinên dewleta Tirk radixe ber çavan ku ev Made dibêje bi mafê parastinê tu dikarî êrîşekî pêk bîne lê dewleta Tirk di rastiya xwe de ev kire behane û hincetek ku Efrîn bi ser heremên Cerablus, ElBab, ElRayî û Ezaz de bibe. Dagirkeriya ku li ser herêma Efrînê de pêk hat di sînaryo û lihevkirinên Rûsya ya Rêjîma Sûriyê bi komên bi ser Tirkiye de bû ku opersyona lihevkirina derketina çeteyan ji Xutayê dihate kirin, lewra Rûsya ku serkeşiya van lihevkirinan dike bi Tirkiye re ku serkêşiya hejmarek mezin ji wan komên çekdar li Sûriyê dike itîfaqa dagirkeriya Efrînê hate pêk anîn û berê wan çeteyan dane Efrînê.

Komên çete ên bi ser Tirkiye ve ji destpêka dagirkeriyê dest bi kiryarên binpêkirin û zirardayîna niştecihên Efrînê kir û ev yek bi awayekî hişmendî dihate kirin. Li gorî agahiyên ku ji nava koçberên Şehbayê hatine girtin de hate destnîşan kirin ku dema çete derbasî nava gundên Efrînê dibûn heqret û zulm li sivîlan dikirin û rastî her cure lêdan û revandinê dihatin. Ji aliyekî din ve jî ji bo pêkanîna itîfaqa Rûsya û Tirkiye komên çete û malbatên wan ku hejmara wan 41 hezar bû ber bi herêma Efrînê de şandin û li malên Efrîniyan bi cih kirin, çavkaniyên ji nava Efrînê eşkere kirin ku Efrînî bi zorê ji malê xwe dihatin derxistin ku wan çeteyan û malbatên xwe malên wan desteser dikirin û talan dikirin.

Ji destpêka êrîşa dagirkeriyê ya li ser Efrînê dewleta Tirk û komên çete bi her awayî polîtîkeya koçkirina niştecihên Efrînê û guhertina demografiya herêmê bi her şêwazê bikaranîne.

Dewleta Tirk piştî ku di 18 Adarê de navenda bajarê Efrînê dagir kir dest bi planên guhertina demogerafiyê kir û ew heta niha jî berdewam dike. Li gorî agahî û zanyariyên ji heremên têne bidestxistin dewleta Tirk ji bichkirina malbatên ji Xutayê ku yên çeteyên bi navê (Feyleq ElRehman- Ceyş ElIslam-Tehrîr ElŞam û Ehrar Elşam), derxistina niştecihên Efrînê ji malên wan, destserkirina mal û milkên sivîlan, ferizkirina zimanê Erebî-Tirk li herêmê û qedexekirina zimanê Kurdî, Belavkirin û bilindkirina wêneyê Erdogan û ala Tirkiye li herêmê, girtina endamên kurd ên di nava meclisên ku avakirye, girtina endamên kurd di nava leşkerên wê de, xerakirina perstgehan, xerakirina mezaran, xerakirina cihên dîrokî, prpoxendeyên Tirkiye ên li herêmê, nîjadperstiya pêkhateyan û qirkirina wan ku ferq û cudahiya di navbera olan de ku heqaret li sivîlan dikir pêk aniye. Ev hemû dikevin çarçoveya guhertina demografiya herêmê û qirkirina çanda herêmê ku gelek parçeyên dîrokî ji aliyê leşkerên Tirkiye ve hatine dizîn.

Bicihkirina malbatên çeteyên Xutayê

(Navçeya Cindirêsê)

1-Telef: Herêma leşkerî ye, qedexeye ti kes derbasî wê bibe.

2-Kefer Zeyt: hejmara malan 150, 4 malbatên ji Xutayê hatine bichikirin.

3-Kanî Gewrik: Herêma leşkerî ya Tirkiyê.

4-Gundê Qicûma: Hejmara malan 35, 5 malbat ji Xuta lê bi cih bûne.

5-Gundê Aşkana Rojhilat: 80 mal in, 3 malbat ji Xutaya Rojhilat lê bi cih bûne.

6-Gundê Gewrikê: 160 mal in, 7 malbat ji Xutayê lê bicih bûne.

7-Gundê Feqîra: Hejmara malan 80, 15 malbat ji Humis, 5 jî Xutayê lê bi cih bûne.

8-Gundê Bircikê: 30 mal, 4 malbat ji Humisê lê hatin bicihkirin.

9-Gundê Meska Jorîn: 57 mal, malbatek ji Xutayê lê bi cih bûye.

10-Gundê Dêr Belût: 100 mal, 10 malbat ji Humsê lê bi cih bûne.

11-Gundê Dîwan: 25 mal, 18 malbat ji Hums û Xutayê bi cih bûne.

12-Gundê Celeme: 930 mal, ji Xuta 100 malbat û ji Humisê 25 malbat lê bi cih bûne.

13- Gundê Çeqala: 40 malbat ji Xutayê lê hatin bi cihkirin.

(Navçeya Şêrewa)

1-Gundê Şadîra: Hejmara malan 160 in, 6 malbat ji Xutayê lê bi cih bûne.

2-Gundê Xerzawiya: 400 mal, 200 malbat ji Xuta, 15 ji Dûma û 3 ji Qibtan Cebel a li gundewarê Helebê lê bi cih bûne.

3-Gundê Birc Ebdula: 350 mal, 50 malbat ji Xutayê lê bi cih bûne.

4-Gundê Basûta: 460 mal in, 110 malbat ji Xutayê lê hatinê bicihkirin.

5-Gundê Basûfan: 250 mal in, 50 malbat ji Xutayê hatin bi cihkirin.

6-Fundê Birc Heyder: 150 mal in, 30 malbat ji Xuta û Nebik lê bi cih bûne.

7-Gundê Berad: Hejmara malan 450 ne, 20 malbat ji Xutayê lê bi cih bûne.

8-Gundê Birc Silêman: 30 mal in, 8 malbat ji Xutayê lê bi cih bûne.

(Navçeya Mabata)

1-Gundê Mîrkan: 50 malbat ji Xutayê lê bicih bûne.

2-Gundê Sariya: 4 malbat ji Xutayê lê bi cih bûne.

3-Gundê Habo: 9 malbat ji Xutayê lê bi cih bûne.

4-Gundê Şeytana: 6 malbat ji Dûmayê lê bi cih bûne.

5- Gundê Gewrika Jêrîn: 3 malbat ji Xutayê lê bi cih bûne.

6- Gundê Gewrika Jorîn: 4 malbat ji Xuta lê bi cih bûne.

7-Gundê Erba: 18 malbat ji Xutayê lê bi cih bûne.

8-Gundê Bedîna: 23 malbat ji Xutayê lê bi cih bûn.

9-Gundê Dimiliya: 9 malbat ji Xutayê ji Xutayê lê hatin bi cihkirin.

10-Gundê Gemrûk: 13 malbat ji Xutayê gund bi cih bûne.

Xerakirina cihên dîrokî

(Girê Ên Darê)

Artêşa Tirk Perzgeha Girê Gundê Ên Darê ya li başûrê bajarê Efrînê di roja 27’ê çile de bi balafiran bombebaran kir. Perzegeha ku şûnwarekî dîrokî ye bi temamî hate ruxandin û parçeyên wê yên dîrokî belav bûn.

Perezgeha Ên Darê yek ji şûnwarên dîrokî yên herî girîng ên li ser asta Sûriyê ye. Ji aliyê rêxistina UNESCO ve wekî yek ji giringtirîn cihên dîrokî yên li Sûriyê ye hatiye destnîşankirin. Dîroka wê vedigere serdema Hisiyîn (sala 1200 BZ) li ser rêbaze Hûrî-Mîtanî yên di salên di navbera 700-1200 beriya zayînê li Sûriyê belav bûne, hatiye lêkirin.

(Nebî Hûrî “Sîros”)

Dîroka wê vedigere serdema Hûriya sala 3500 BZ, rêxistina UNESCO wê wekî yek ji cihên dîrokî ya li ser asta Sûriyê û Rojhilata Navîn pênase kiriye. Gelek nav ji vî cihî şûnwarî re heye, niha navê wê Nebî Hûriye, di serdema Yonaniyan de navê Seryos lê hate kirin. Her wiha navê Ecîabols an bajarê herdû pîrozên bi navê Kozma û Demîanos ên li ser gorên wan kenîse hatine çêkirin. Di heman demê de kenîseya Seman El-Xeyûr tê de heye, ew tê de hatiye definkirin.

Di vî cihê dîrokî de kolana sereke, serşok û cihê gerimkirinê heye. Li aliyê başûr-rojava jî gora Nebî Hûrî heye. Gor bi şeklê şeşkoşe hatiye amadekirin, di meydana goristanê de jî Mizgefteke ku dîroka wê 1859 Z. heye. Di salên di navbera 312-64 BZ de ji ber cihê wê yê stratejîk hêzên Yonan tê de xwe bi cih kirin. Herêm zû pêş ket. Li wir pere dihatin çêkirin. Di heman demê de cihekî girîng a olan bû, li wir navenda perezgeh hate çêkirin.

Ev cihê dîrokî çend caran ji aliyê Artêşa Tirk û çeteyên wê ve hate topbarankirin û bombebarankirin. Di encamê de beşek ji dika şano ya Romanî hate ruxandin, herwiha derdora qubeya 6 koşe ruandin çêbû. Topbaran û bombebaran li ser wê herêmê hîn jî didome.

(Perezgeha Romanî ya li gundê Kalota)

Perezgeh li gundê Kaloa ya 30 kîlometreya başûrê bajarê Efrînê ye. Perezgeh di sê rojên destpêkê yên êrîşa Artêşa Tirk de hate bombebarankirin. Di encamê de beşê wê yê rojava hate ruxandin. Di heman demê de dîwarê wê yê başûr ber bi derve ve derket.

Perzgeh di sedsala duyemîn a Zayînê de ji aliyê Roma ve hate avakirin. Di sedsala 4’an a zayînê de Qidîs Marmarûn li wir jiyan kir. Marmaron yek ji girîngtirîn kesayetên Sûriyan li Sûriyê ye. Xiristyaniyan Perezge veguhertin Kenîse. Mamorn li wir mezin bû, paşê berê xwe da gundên Kefer Nebo û li wir jiyana xwe ji dest da. Di serdema Islamê de Hemedaniyûn wê kirin Keleh û xwe tê de parastin. Ji ber cihê wê stratejîke û li ser herêmeke berfirehe.

(Gundê Elbîska)

Gundê Elbîska 40 kîlometreyan li bakur-rojavayê bajarê Efrînê dikeve. Li se sînorê Tirkiyê ye, di gund de gelek cihên dîrokî û şûnwar hene, wekî keleh û perezgeh ku vedigerin serdema Romaniyan.

Balafirên Artêşa Tirk a dagirker ew jî di roja 23’yê çile de bombebaran kir. Di encamê de bi temamî hate ruxandin, parçeyên wê li gelek cihan belav bû,niha tu hebûna wê nemaye. Tu kes nikare nêzî gund bibe, ji ber ku Artêşa Tirk û çeteyên wê gund topbaran dikin.

(Gundên Kolpe)

Gundê Kolpe ya dîrokî, gelek kenîse û perezgehên dîrokî lê hene. Gund 15 kîlometreyan li başûr-rojhilatê bajarê Efrînê ye. Çend caran dewelta Tirk gunnd bi balafiran bombebaran kir. Di encamê de komkujî pêk anîn û 8 welatiyên sivîl şehîd bûn û 7 birîndar bûn. Ev êrîş jî di 28’ê meha çile de pêk hat.

Gundên Kolpe jî mîna gundê Elbîkê ye, şûnwarên wê yên dîrokî pir in, kenîse û perezgehê di serdema Romaniyan de lê hatine çêkirin.

Diziya parçeyên dîrokî

Dewleta Tirk bi armanca qirkirina çanda hezar salan kevneşopiyên Efrîn xira kir, agahiyên berdest dane zanîn ku berhemên dîrokî hatine dizîn û li bazarên dewleta Tirk ve an jî li heremên Mertala Firatê têne firotin. Li gorî agahiyan niha hejmara kevneşopiyên ku di destê dewleta Tirk de ye 16 hezar perçeyên dîrokî ne.

Kesên ku bazirganiya kevneşopiyan jî dikin leşker an kesên simsar ên girêdayî dewleta Tirk in. Piştî ku ew berhem têne derbaskirin radestî cîhazên ewlehî yên Tirkiyê têne kirin û li gorî lêkolîna ku hate kirin piştî diziya ku bû, hate zanîn ku ew berhem li cihê rêveberiya kevneşopiyên Tirkiyê ne.

Derbarê hejmara piştrastkirî ya berhemên ku hatine dizîn zelal nehatiye eşkere kirin, Rêveberiya mûzexaneyên Sûriyê Mehmûd Hemûd ragihandibû ku ji bilî hejmara ku hatiye dizîn zêdetir dizî çêbûye, lê ew weke ku komîte nikarin bighêjin hejmara rast.

Xerakirina mezaran

Di destpêka meha Rojiyê (remezan) ê de, li taxa Zêdiyê ya navenda bajarê Efrîn mezera Şêx Zêd hate talankirin û dizîn. Her weha li gorî agahiyên ku ji aliyê çavkaniyên li Efrînê hatine bidestxistin de hate zanîn ku Goristana Ş.Seydo ya ku dikeve milê navçeya Cindirêsê bi temamî hate rûxandin. Li kêlek vê yekê jî goristana navçeya Raco jî bi temamî hate xerakirin di dema ku çeteyên ASA û dewleta Tirk navçe dagir kirine. Ji bo berdewamiya qirkirina çanda kurdan jî gora Nûrî Dêrsmî jî li Zayreta Henan hat xirakirin.

Li Efrîn û derdora wê 12 mezarên êzîdiyan hene, lê artêaş Tirk û çekdarên wê hin ji wan rûxandin û hin jî dagirkirine. Mezarên êzîdiyan ên li Efrînê ev in: Mezara Şêx Berekat, li ser Çiyayê Şêx Berekat a li başûrê gundên Basûfanê ya herêma Efîrnê ye (Artêşa Tirk dagirkiriye), mezara Şêx Rikab li gundê Şadiriyê ye, Mezara Şêx Elî li gundê Basûfanê ye, Mezara Çelxane li gundê Qîbarê ye, Mezara Şêx Kursî li nêzî bajaroka Etmê ya Idlibê ye (JI aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin), mezara Şêx Şemis Adiya li gundê QÎbarê ye, Mezara Barse Xatûn li gundê Qestel Cindo ye (Ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin), Mezara Şêx Seyda li gundê Feqîra ye, Mezara Bîr Cefer li gundê Meşla ye, Mezara Şêx Xerbî li gundê Sînka ye, Mezara Hogir li gundê Cirnê ye.

Her weha dewleta Tirk Mezara Şêx Berekat a li ser Çiyayê Şêx Berekat dagir kirin, kirine bargeh û mezar bi temamî hilweşandiye.

Dewleta Tirk her wiha mezara Parasna Xatûn a li ser Çiyayê Parasna Xatûn a Qestel Cindo ya Efrînê jî dagir kirine, çavkaniyan destnîşan kirin ku artêşa Tirk û çekdarên Cebhet El-Nusra Mezara Şêx Keras a li nêzî bajaroka Etmê ya Idlibê û li ser sînorê Cindirêsê rûxandin. Rûxandin di sala 2013’an de dema herêm dagikirin pêk hatiye.

Ferq û cudahiya olî û nijadperestî

Hejmara niştecihên ku li Efrînê mane di bin zexta çeteyên dewleta Tirk de ne ku pêkhatyeên heremê ji Elewî, Êzdî, Kurd û Ereb rastî nijadperestiyê tên her weha li ser sivîlan bişaftina olî feriz dikin û di riya prsên ji niştecihan heqaretê li wan dikin, ev dîmen serwerî û şêwazê DAIŞ’yan tîne bîr mirovan. Ji pêkhateyên ku di nava Efrînê de di bin qirkirinê de ne Êzîdî ne ku ji 22 gundên wan ên li herêmê ji aliyê çeteyan ve hatine xera kirin û talan kirin. Li gorî çavkaniyên ji Efrînê hate zanîn ku li her gundekî Êzdî çete dixwazin mizgeftan avabikin da ku wan Êzîdiyan bikin Mislman û wan qirbikin.

Di sedsaliya sêyem a vê sedsalê li Efrînê 58 gundên êzîdiyan hebûn. Di van gundan de 75 hezar welatî jiyan dikin, lê niha tenê 22 gund mane, di wan de jî kêmî 25 hezar welatiyên êzîdî jiyan dikin.

Gundên êzîdiyan ên mane jî ev in: Basûfanê, Feqîra, Elî Qîna (Artêşa Tirk dagirkiriye), Qsetel Cindo(Artêşa Tirk dagirkiriye) , Qîbarê, Xezawiye, Buric Ebdalo, Qitmê, Ên Darê, Tirindê, Sînka, Kefer Zêt, Îska, Şadîr, Kîmarê, Çeqela, Aşka Rojhilat, Baê, Qoçma, Qîle û bajarê Cindirêsê.

Di hin ji van gund û bajaran de bi welatên êzîdî re welatiyên misilman jî jiyan dikin. Gundên ku tenê êzîdî lê jiyan dikin jî ev in: Basûfanê, Baflon û Qestel Cidno ne. Di heman demê de li taxên Helebê Eşrefiyê, Şêx Meqsûd û Bustan Paşa jî welatiyên êzîdî jiyan dikin.

Şêniyên gundên Êzîdiyan tirsa wan ewe ku ji aliyê neviyên Osmaniyan û çeteyên wan ve werin qetilkirin, gundên xwe vala dikin.

Rêxistina Gelên Di Bin Tehdîdê ku navenda wê li Almanyaye, derbarê kiryarên TSK û ASA piştî dagirkirina Efrînê de raporek weşand. Naveroka raporê ku ji rêveberên rêxistinê û pisporê Rojhilata Navîn Kamal Sido ve hatiye aşkere kirin, got hêzên ASA yên di heremê de weke “Îslama Radîkal” bi nav kir û wiha got: “Efrîn ku berî demekê bajarekî vekirî û lîberal bû bicihkirina îslamên radîkal ên Ereb re di kiryar û pêkanînan de hiqûqa şerîatê ya tuj ketiye meriyetê.”

Sido, anî ziman ku li bajêr dîmenên zilamên bi rê dirêj û jinên çarşafê reş zêde bûne û da zanîn ku êdî jinên ku paçe reş nedin serê xwe nikarin derkevin kolanan. Sido, destnîşan kir ku ji ber van pêkanînan Êzidî û Elewiyên di Efrînê de qada jiyanê ji wan re nemaye.

23.07.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً