LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / ASA li Efrînê di bin sîwana ‘Polîsên sivîl’ de xwe vedişêre

ASA li Efrînê di bin sîwana ‘Polîsên sivîl’ de xwe vedişêre

EFRÎN – Hat diyarkirin ku ji ber kiryarên îşkence, talanî, dizî, şewitandin, revandin û kuştinê ya ji ayişê ASA ve li ser sivîlan pêk anî, NY ji dewleta tirk xwestiye an van hêzan vekişînin an jî polîsên sivîl ava bike. Li ser vê esasî ji sedî 60’ê ku dîsa ji endamên ASA yê pêk tê, ‘Polîsên Sivîl’ hate avakirin.

Piştî dagirkirina Efrînê, kiryarên endamên komên çete yên ASA û TSK’ê yên weke kuştin, talanî, dizî, şewitandin, revandin, îşkence û hwd a li ser sivîlan her çiqas diçe zêde dibe, di hêla binpêkirina mafê mirovahiyê de ji aliyê raya giştî ve zextek mezin li ser Neteweyî Yekbûyî (NY) kir. Li ser vê zexta NY, dewleta tirk neçar ma di bin nave ‘Asayîşa’ nav bajar “Polîsên Sivîl” ava kir.

Ev polîs ji sedî 60’î zêdetir dîsa ji endamên ASA pêk tên

Li gorî agahiyên ji heremê hatin parvekirin, dewleta tirk vê avakirina polîsên sivîl ji sedî 60’î zêdetir ji endamên ASA pêk tê. Hat diyarkirin ku ev yekîneya polîsan, ji her komekê ASA yê 25 kes hatine hilbijartin û di nava polîsan de hatine bi cih kirin.

Li gorî rêjeyên saziyên sivîl ên ji nava Efrînê tên dayîn û her wiha agahiyên niştecihên heremê bi riya ragihandinê tên belavkirin de, piştî dagirkirina Efrînê, di nava wan de jin û zarok jî heye hezaran kes hatine revandin, talanî, îşkence, dizî, şewitandin, kuştin û hwd li ser sivîlan tên meşandin. Herî dawî ji aliyê Rêxistina Gelên Di Bin Tehdîdê ku navenda wê li Almanyaye, derbarê bûyerên li Efrînê diqewime îdeayên cidî kir û destnîşan dike ku TSK û ASA piştî Efrînê dagir kirin, herî kêm 3 hezar kurd hatine revandin û li gorî texmînan bi tevahî ji 7 hezar kesan agahî nayê girtin, her wiha ji bo Êzidî û Elewiyan tu qada jiyanê nemaye.

Rapora rêxistinê ku cih dide agahiyên piştrastkirî di 10 rojên dawî de nêzî 120 mirov hatine revandin, 7 kuştin, 10 talaniyên mezin û 27 avêtina ser malan de hatiye belgekirin û hat destnîşankirin ku 4 erdên aîdên sivîlan jî hatine şewitandin.

23.07.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً