LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Li Somalê zarokek 10 salî ji ber sunetkirinê mir

Li Somalê zarokek 10 salî ji ber sunetkirinê mir

NAVENDA NÛÇEYAN – Sûnetkirina jin ku ji demeke dirêj di nava gelek civakan de belav e, jinan ji sedemên cuda û taybet ên civakî û kevneşopî sunet dikin ku ev bi xwe re ji jinan re gelek pirsgirêkan tîne û kirîza ku ev deyarde bi xwe re tîne mirina wan keçan I ber sunetkirinê ye. Herî zêde ev deyarde li Somalê tê jiyîn ku herî dawî keça 10 salî ji ber sunetkirinê jiyana xwe ji dest dide.

Li welatên Afrîka û Rojhilata Navîn her sal ji 3 mîlyonî zêdetir zarok di bin navê ‘kevneşopiyê’ de di bin xetereya ‘sunetê’ de ne. Ev pêkanîna di qada navneteweyî de wek binpêkirina maf tê qebûlkirin û herî zêde li Somaliyê tê jiyîn.

Herî dawî li Somaliyê zarokekê di bin navê “sunetê” de jiyana xwe ji dest da. Ev rewş diyar dike ku îşkenceyek bi çi rengî li zarok û jinan tên kirin.

Li Somaliyê keçek 10 salî di bin navê “sunettê” de îşkence lê hat kirin û ji ber xwîna zêde jiyana xwe ji dest da. Nûnerên nexweşxaneyê diyar kirin ku alavên sunnet pê hatiye kirin ne sterîl in û dibe ku ji ber vê yekê zaroka 10 salî jiyana xwe ji dest dabe. Li Somaliyê ji sedî 98 zarok û jin di bin navê “sunettê” de bi îşkenceyê rû bi rû dimînin. Li gor makeqanûna welatê Somalî sunnet qedexe ye lê kesên ku vî sûcî dikin jî nayên cezakirin.

Li cîhanê bi taybet li welatên Afrîkayê jin û zarok di bin navê ‘sunetê’ de îşkenceyê dibînin. Ev pêkanîna ku ne tibî ye, dema tê kirin, pirsgirêkên xwîna bi şîdet, avabûna kîst, enfeksiyon û di welîdînê de komplîkasyon dertên holê. Li Afrîka, Rojhilata Navîn û Asyayê li 30 welatî ji 200 mîlyonî zêdetir zarokên keç û jin rastî vê pêkanînê tên. Ev pêkanîn li ser zarokên di navbera 1 rojî heta 15 salî de tê kirin û gelek alî vê rewşê wek binpêkirina maf dibînin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî di vê mijarê de xebatkarên tenduristiyê hişyar dikin ku vê pêkanînê nekin. Li qada navneteweyî ev pêkanîn wek binpêkirina maf tê qebûlkirin û piştî vê pêkanînê rê li ber gelek pisgirêkên tenduristiyê vedibe.

Tê texmînkirin ku her sal ji 3 mîlyonî zêdetir zarok di bin xetereya ‘sunetê’ de ne. Ev pêkanîn piranî li welatên Afrîka û Rojhilata Navîn tê dîtin. Hinek civak vê wek ‘rêbazên civakî’ qebûl dikin û der barê pêkanînê de di civakê de lêpirsînek nayê jiyîn.

Di bin navê ‘kevneşopiya çandî de’

Sunetkirina jin li her deverekê li gorî kevneşopiyê şêweyê wê cuda dibe, lê li hin deveran ev yek bê tevizandinê (texdîr) tê kirin (yanî bê tedbîrên tenduristî tê kirin), tê de kêr ango alaveke tuj bê ku were paqijkirin tê bikaranîn. Ev li ser jinê ji temenê piştî jnûjidayikbûynê bi heftiyekê û heta temenê têgihiştinê tê kirin. Li gorî rapora UNICEF jinên ku sunetkirin li ser wan tê pêkanîn temenê wan 5 salî desrbas nake. Suneta ku di ti nivîsek olî de cih nagire, civak vê bi olê ve girêdayî dide û vê wek ‘kevneşopiya çandî’ qebûl dikin.

Herî zêde li Somaliyê tê jiyîn

Ji destpêka sala 2016 an ve mûnezeme û desteyên ku têkildarî mijara suntkirina jinan serjimêriyê dikin ji dayikan xwestin ku hejmara keçên wan ên ku hatine sunetkirin diyar bikin û li gorî raporek a UNICEF ku di sala 2016 an de amadekir tê de rêjeya jinên ciwan ên ku hatine sunetkirin temenê wan herî kêm dighêje 14 salî. Hejmar di asta jor de ku di temenê 11 salî de pêk hat li van welatan pêk hat: Xambiya ji sedî 56, Morîtanya ji sedî 54, Indinosya ji sedî 49 û Xînya ji sedî 46.

Bi rêjeya ji sedî 98 ev pêkanîn li Somaliyê pêk tê. Gîne ji sedî 96, Cîbutî ji sedî 93, Misir ji sedî 91, Erître û Malî ji sedî 89, Sudan û Sîerra Leone ji sedî 88, Gambiya û Burkîna Faso ji sedî 76, Etîyopya ji sedî 74 û Morîtanya jî ji sedî 69, lîberya ji sedî 66 e zêdetitrî xwe di nav xiristyan de belav dibe.

Berteka navneteweyî

(WHO, Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî) û Fona Nufusê ya Navneteweyî (UNFPA) di 1997’an de danezanek hevpar weşandin û ev pêkanîna mijara gotinê rexne kiribûn. Di nav biryarên hatibûn girtin de hatibû xwestin ku ev pêkanîn bi dawî bibe.

Mûnezemeya tenduristya cîhanî û komîteya mafê mirovan li yekîtiya Emerîka bi hejmarek ji netewên Efrîka û Asyadest bi daweyên dadwerî yê rawestandina sunetkirina jinan rabûn.

Mûnezemeya tenduristya cîhanî dibîne ku sunetkirin yek ji kevneşopiyên ku li dijî jinan ku dibe sedema pirsgirêkan tê kirin û mûnezeme texmîn dike ku ev pirsgrêk wê bi piştgiriya welatên ku ji vê deyardê bi zirar in ji holê rabe, ji ber zexta derve a li ser wan welatan wê ne xwedî şenseke mezin be bê ku rastî piştgiriya çandî û yasayî di hundirê wan dewletan de be.

25.07.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً