LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Lîreya Tirkiye ber bi hilweşandinê ve diçe

Lîreya Tirkiye ber bi hilweşandinê ve diçe

NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta Tirk bi hinceta derbeya 15’ê Tîrmehê rewşa awarte îlan kir û bi girtina Keşeyê Emerîkayê têkiliyên xwe pêre xerab kir û niha di reweşeke aborî tengav de ye, di encama nakokiyên di navbera herdu welatan de lîreya Tirkiyê li hemberî dolarê Amerîkayê 5.42 noqta daket.

Rewşa Tirkiyê piştî derbeya 15’ê Tîrmehê

Ji piştî derbeya 15’ê Tîrmeha sala 2016’an de Serokomarê Tirkiyê Erdogan rewşa awarte li Tirkiye îlan kir. Di vê çarçoveyê de dest danî ser hemû Dezgehên Ragihandin, Dadwerî û Leşkerî û bi her cureyan azadiya gel perçiqand, lewra bi hezaran karmend ji kar hatin derxistin û bi hezaran sivîl û siyasetmedar hatin binçavkirin û hukmê zindanê li wan hate birîn.

Di heman çarçoveyê de li gorî bîlançoyên hatiye eşkere kirin ku ji piştî derbeya 15’ê Tîrmehê zêdetirî 50 hezar girtî di nav de sivîl û leşker di 384 zindanê Tirkiyê de ne. Her wiha zêdetirî 100 hezar karmend ji karê xwe bi hinceta ku têkliyên wan bi terorê re hene hatine dûrxistin.

Nakokiyên di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de

Piştî derbeya 15’ê Tîrmehê dewleta Tirk Keşeyê Amerîkî yê bi navê Andiro Biranson ku ev zêdetirî 15’e sale ew û malbata xwe li Izmîrê ya Tirkiyê jiyan dikir, desteserkir û bi hinceta ku destê wî di piştgiriya derbeya 15’ê Tîrmehê li Tirkiyayê hebû du salan hate girtin. Piştre Biranson serbest hate berdan, lê niha di bin mabûna mecbûrî li Tirkiyê de ye. Lewra nakokiyên di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de ji vir destpêkiriye.

Ji aliyekî din ve jî ku di şerê Sûriyê de Tirkiye têkiliyên xwe bi Rûsyayê re zêdetirî kiriye ku Rûsya her carê di milê çekan de destek da Tirkiyê ji NATO’yê zêdetir bi taybet ji ber ku Serokê Emerîka Trump li ser firotina F35 ji Tirkiyê re erê nekir, lê Rûsya ji aliyê xwe ve ev yek qezenc kir û hewl da ku Tirkiyê bi milê xwe ve bikişîne, ji ber wê jî itîfaqa firotina çekên F35 bi Tirkiyê re îmze kir.

Binketina lîreya Tirkiye li hemberî dolarê Emerîkî

Beriya du rojan rêjeya danustandina dolar 5.4250 li hemberî lîreya Tirkiyê qeyd kir. Ev rêje tê wateya ku lîreya Tirkiyê ji sedî 248 ji nirxê xwe li hemberî dolarî Emerîkî winda kiriye.

Di sala 2010’an de jî danusatndinên dolar 1.50 li hember lîreya Tirkiyê qeyd kir. Lê di heftiya dawî de ji ber nakokiyên di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de ya li ser keşeyê Emerîkî, dewleta Tirkiye kirîzek aborî ji ber binketina nirxê lîreyê jiyan kir.

Ji bo keşê Amerîkî jî, Qesra Spî sizayên aborî li ser wezîrê Dadweriyê Ebdul Hemîd Gul û yê Wezîrê Hundirîn Suleyman Soylu yê Tirkiyê feriz kir. Bi vê yekê Trump soza xwe ya feriz kirina sizayan li ser rayedarên Tirkiyê ku Biranson serbest neyê berdan, bicih anî. Bi vê yekê metirsiyek di navbera bazirgenan de li ser feriz kirina sizayên nû belav kir.

Di dîroka Komariya Tirkiye de ev cara yekemîne ku lîreya Tirkiyê dadikeve vê astê. Li gorî pisporên aborî eger lîreya Trikiyê di vê rewşê de berdewam bike dê lîreya Tirkiyê hilweşe û deynan li Tirkiyê zêde bike.

Wezîrê Aboriyê yê Tirkiyê ElBeyreq di daxuyaniyek xwe de eşkere kir ku di serdana wî ya di heyva Gulana derbasbûyî de ji Çînê re, Komara Çînê li ser deynkirina Tirkiyê 3 Milyar û 6 milyon dolar bi armnca pêşxistina projeyên Binesaziya sektora Enerjiyê û veguhestinê li Tirkiyê, erê kiriye, lê li gorî Pisporên Aboriyê destnîşan kirin ku ew nebawerin ku Çîn li ser deynkirina Tirkiyê erê bike û lîreya Tirkiyê di vê rewşa xerab de derbas dibe. Ji aliyê xwe ve jî Emerîka û Ewrupayê li ser deynekirina Tirkiyê qebûl nekirin.

Xuya dike dê Tirkiye bi tena xwe di nava kirîzê de bimîne

Ji aliyekî din ve jî Hevkara Tirkiye ya Asatana Rûsya dê çiqasî bikaribe destekê bide Tirkiyê da ku lîreya wê careke din biserxweve were. Rûsya itîfaqên xwe yên bi Tirkiyê re li ser esasê firotina çekan avakiriye. Armanca Rûsya ji vê yekê ewe ku welatê wê jî ji firotina çekan sûd bigire û pereyan derbasî Bankên Rûsya bê kirin, lê eger Tirkiye nikaribe pereyan bide Rûsyayê ti faydeya Rûsya ji Tirkiyê namîne.

09.08.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً