LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Binpêkirinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Binpêkirinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta Tirk û komên ASA li Efrîn û seranserî sînorê Tirkî-Sûrî binpêkirin û êrîşên xwe berdewam dike. Di heman çarçoveyê de hewldanê çeteyên DAIŞ’ê bi êrîşên ser herêmên di bin serweriya Rêveberiya Xweser bi destê hêzên Ewlekariyê de, têk çû.

Êrîşên dewleta Tirkiyê tevî komên ASA yên girêdayî wê bi taybet li Efrînê

Artêşa Tirkiyê êrîşên xwe li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê de berdewame. Lewra di vê heftiyê de ciwanek bi çekên leşkerên artêşa Tirkiyê birîndar ket. Di heman çarçoveyê de artêşa Tirkiyê û komên ASA li herêma Efrînê binpêkirin û guhertina demografiya herêmê berdewame, ku

Di 2’ê Tebaxê de

Artêşa Tirkiyê û çekdarên ASA yên girêdayî wê alav û mekanîzmayên febirîqeya sabûnê ya ser riya Raco dizîn û birin Tirikiya yê.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên ASA li gundê şêrawa ya Efrînê dibistana Şehîd Rûken veguhestin navendek Istixbaratî.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên ASA bi armaca tevlîbûna ciwanan ji komên çekdar re, xalên leşkerî di kampa Dêr Belût ya li navçeya Cindirêsê ya ku tê de gelê Xûta û Humsê dihewîne, ava kirin. Ji bo bîranînê ku beriya du heftiyan gelê di kampê de dijî siyaseta dewleta Tirkiyê di firotina herêmên wan ji rêjîma Sûriyê re, derketin xwepêşandana.

Leşkerên artêşa Tirkiyê ciwanê bi navê Ibrahîm Hesen Hesen (23) ji gundê Ezîziyê yê Serêkaniyê ya kantona Cizîrê, dema li zeviyên xwe yên nêzî sînorê Tirkiyê av dida ew birîndar xistin.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên ASA 9 sivîl yek dinav de jin ji navçeya Mabata ya herêma Efrînê revandin. Her wiha piştî êşkencekirina girtiyan ew birin cihekî ne diyar. Li gorî çavkaniyên herêmî navên kesên hatine revandin wiha ne: Seydo Silêman Hîcî (25), Newaf Welîd Elo (18), Avdar Rifet Elo (18), Çeger Hisên Abdullah (35), Mihemed Elî Hîcî Umer (65), Ehmed Mehmûd Hemo bi navê Ebû Cebel (35), Elî (65), Fatime Fexrî Elî (49), Fexrî Qadir Elî (35).

Di 3’ê Tebaxê de

Artêşa Tirkiyê û komên ASA yên girêdayî wê bi ser navçeya Badîna de girtin, di encamê de gelek ciwan desteserkirin. Her wiha çekdaran darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Belo Bîlal ji navçeya Şiyê ye rakirin da ku li wê derê baregeheke leşkerî ava bikin.

Di 4’ê Tebaxê de

Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê wesîleyên veguhestina sivîla yên gundê Kurzêlê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê dizîn, di heman demê de komeke çekdar gelek welatiyên sivîl ji gund revandin.

Di 5’ê Tebaxê de

Artêşa Tirkiyê û komên ASA şêniyên êzidî yên gundê Basûfanê neçar dikin ku zarokên xwe bişînin mizgeftan da ku dersên ola Isalmî bibînin. Her wiha gelek şêniyên gund hatin binçavkirin ji ber ku dijî biryarên çekdaran derketin.

Di 6’ê Tebaxê de

Li gundê Hemam ê herêma Cindirêsê cenazeyê kesekî ne nas hate dîtin. Hate ragihadin ku çeteyan li gundê Burc Ebdalo 3 sivîl û li gundê Basûtayê sivîlek jê di mejiyê xwe de nexweş in revandin.Li gorî çavkaniyî kesên hatine revandin “Hesen Hemza (38), Rizgar Welîd Umer (33) û herdu bira Elî Cemo (43) û Ednan Cemo (45) di mejiyê xwe de nexweş in, revandin.

Çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê li gundê Badîna yê navçeya Mabata ya Efrînê yek jê jin 9 welatî revandin bi nave Nîhad Umer (40), Hisên Şaban (25), Reşîd Cibalî (27), Hesen Cafer (45), Mewlîda (50), Hemûda Eşkîle (44), Mihemed (26), Xesan Dado (40) û Hebeş Hebş (25).

Di çarçoveya guhertina demografî de, artêşa Tirkiyê li Efrînê navê çarxeriya Newroz guhert û kirin çarxerê Selah El Dîn, çarxeriya Niştimanî kirin çarxeriya Şaxê Zeytûnê. Her wiha çarxeriya Kawayê Hesinkar kirin çerxeriya Şehîdên 18 adarê .

Di 7’ê Tebaxê de

Artêşa Tirkiyê tevî komên Asa yên girêdayî wê darên zeytûnan ên gundê Hec Hesna yên navçeya Şiyê şewitandin.

Di 8’ê Tebaxê de

Çeteyên Feyleq El-Şam ên girêdayî dewleta Tirkiyê zarokên êzidî bi darê zorê dişînin mizgeftan. Di heman çarçoveyê de Firqeya El-Hemzet jî dibistan û hin malên sivîl ên elewiyan veguherîn mizgeft.

Artêşa Tirkiyê li kantona Efrînê piştî ku malê 3 welatiyên herêma Şiyê talan kirin, şewitandin.

Li gorî çavkaniyên ji Efrîn diyar kirin ku polîsa leşkerî ya girêdayî artêşa Tirkiyê malên sivîlên Efrînê dorpêç kirin û ji wan belge û îsbatên ku mal yê wanin. Her wiha malên hin koçberên Efrînê desteserkirina bi hinceta piştgiriya xwediyê wan ji Rêveberiya xwser re.

Êrîşên DAIŞ’ê:

Her wiha hewildanê çeteyên DAIŞ’ê bi vegera xerabî û ne ewlehiya herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê heye. Lewra şaneyên xwe yên razyî xistiye tevgerê de. Lê di hundirê vê heftiyê de hêzên ewlekariyê yên girêdayî Rêveberiya Xweser hewildanê teqîna têk birin.

Di 2’ê Tebaxê de

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li navçeya Şedadê piştî ku yek ji welatiyan agahî da wan ku bombeyeke destan li Şaredariya Gel a gundê El-Hedadiyê hatiye bicihkirin, mudaxele kirin û bombe bê bandor kirin.

Di 5’ê Tebaxê de

Hêzên Asayîşa Girê Spî li gundewarên Girê Spî depoyek cebilxane ya çeteyên DAIŞ’ê dît.

11.08.2018

Roejv24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً