LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Minbic ji warê Iştar heta warê YPJ’yan (1)

Minbic ji warê Iştar heta warê YPJ’yan (1)

Bajarê Dîrokî yê Minbicê û pêvajoyên şaristanî û şerên tê de

NAVENDA NÛÇEYAN – Bajarê Minbicê ku xwedî dîrokeke kevnar a şerê gelek şaristanî, Emîrat û dewletan li ser hebû de heta roja îo jî ev bajar wekî noqteyeke stratejîk di hedefa gelek dewletan de ye. Bajarekî ku di dîrokê de rastî ewqas êrîş hatiye û bûye navenda ketina gelek çandan di nava hev de ewê giringiyeke xwe ya bi bandor hebe, lê her çiqas ev êrîş hebûye jî ev bajar mûzexaneya xwe parastiye û bi hev re dijîn.

Di 16’ê Tebaxa 2016 an de bajarê Minbicê ji dagirkeriya çeteyên DAÎŞ’ê û Dewleta Tirk ji aliyê QSD ve hate rizgar kirin. Minbic di şerê Sûrî de roleke navendî lîst. Lê girîgniya Minbicê di esas de piştî rizgarkirinê hîn zêdetir diyar bû. Gelek hêz li ser Minbicê hesabên xwe dikirin û hin navendeke esasî ye ku herkes hesap dike. Gelo ev girîngiya Minbicê ji ku tê? Minbic di Sûrî de çi rol lîst? Minbic piştî dagirkeriya çeteyên DAÎŞ û Dewleta Tirk ber bi ku ve diçe?

Bajarê Atargatîs Mabog-Minbic

Bajarê Minbivê yek ji bajarên kevin e, yê ku li ser navenda şoreşa Neolotîk li çemê Firatê ava bû. Bajarê Minbicê berî 3000 sal hat ava kirin. Navê bajarê Minbic naveke semîtîk e û navê wî berî Mabog/Munbug bû. Bajarê Mabog ji aliyê Aramiyan ve hatiye ava kirin. Di dîroka 856 berî zayinê ji aliyê Asûriyan ve hatiye fetih kirin. Mabok navendeke olî ser eksena Xwedawenda Atargatîs bû. Atargatîs sembola bajarê Mabog bû û xwedawendayê çandinî, bereket, av û erd, jiyan û xweşîkbûne ye. Atargatîs di mîtolojî de weke nîv jin nîv masî tê pênase kirin. Wateya gotina Atergatîs hin mijara lêkolînan e. Atargatîs ser esasa du gotinan pêk tê. Gotina destpêk Atar e û ji hevoka Athtar koka xwe digire. Athtar tê wateya Îştar. Athtar li gor zarawayê semîtîk ya herêma Minbicê tê wateya Îştar. Lê ser gotina ‘’Gatîs’’ hin zêdetir niqaş heye. Gelek wateyên gotina ‘’gatîs’’ di zarawayê zimana Aramiyan li herêma çemê Firatê heye. Wateya ‘’gatîs’’ tê wateya masî, an keç an jî ‘’bi hûrmet’’. Ser wî esasê sê şîroveyên ji bo xwedawenda Atargatîs heye. Wateya Atargatîs an ‘’Keça Îştar’’, an ‘’Masî Îştar’’ an jî ‘’Îstar ya ku bi hûrmet’’ e. Li gor lêkolînên arkîolojîk li bajarê Mabog çanda xwedawendan demdirêj hakîm bû. Gelek sembolên Atargatîs di jiyana Mabog de hakîm bûn. Di malan û li ser sûreta pereyên ku li Minbicê hatin dîtin sûreta Atargatîs hatin dîtin. Li mûzeya navendî li Urdunê şûnwaran Atargatîs ku li Minibçê hatin dîtin hene. Rola jinan li bajarê Mabog di asta girîng de bû. Ji ber wê yeke demê Asûriyan bajarê Mabog fetih kirin di detpêkê de çanda Atargatîs qedexe dikirin. Bajara Mabo ji ava kirina xwe haya îro navendeke olî, çandinî û tîcarî li Mezopatamya Ya Jorîn bû. Mabog ser çanda neolotîk yê ku navenda wî li Mezopatamya ya jorîn e mezin bû. Di heman demê bi avabûna şaristanî bû navendeke tîcarî ya Konfederasyona Aşîran Aramiyan. Lê ji kevin de li Minbiçê gelên Samî û Arî cem hev jiyan kirin. Mabog xeteke temas di navbera Arî û Samî de bû û ser wî esasê bi du çandên cûda mezin dibû û senteza wan çandan e. Hin di roja me ya îro de Mabog, îro Minbic, ev taybetmendiyên xwe parast. Hem di aliyê çandinî di nav gundên Minbicê navendeke girîng li Bakûrê Sûrî ye, hem di aliyê tîcarî de bajarên Antep, Helep, Reqqa, Hesekê û haya Musilê noqtayeke girîng e. Ji ber vê yeke Mabog/Minbic ji kevin de bû bajareke ku hemû hêz û Dewlet dixwestin dagirbikin û ji bo menfatên xwe bi kar bînin.

Kurte dîroka Bajarê Minbicê haya sedsala Reformasyonê

Bajarê Minbic’ê ji ber girîngiya xwe di dîroka de bû hedefa gelek hêz û împeratoriyan. Mabog di destpêk de bajareke girêdaye Konfedarasyona Aramiyan bû. Lê di sala 856 berî zaniynê ji aliyê Asûriyan ve di bin destlatdariya qralê Şalmaneser 3’an hat dagir kirin. Weltiyên Mabog’ê ji ber ku Asûriyan gelek zext dan meşandin serê xwe hildan û Aşûriyan ji Mabog derxistin. Lê di sala 738 berî zayinê Aşûriyan dîsa vegeriyan Mabog’ê. Aşûriyan navê bajarê Minbicê guhartin. Piştîketina serdestiya Aşûriyan li Mezopotamya Împeratoyira Hexamenişî hakîm bûn li ser Mabog’ê. Serdestiya Axemediyan li Mabog’ê haya dagirkeriya Îskenderê Mezin li rojhîlata Navîn dewam kir. Mabog ket destê Îskender. Piştî vî yekê Roma Mabog’ê dagir kir. Mabog di serweriya Roma de bû paytaxta eyaleta Firatîstan. Fermandareke Romî derbarê Minbicê de digot ‘’Cennetê dinyayê’’. Serdestiya Roma haya piştî zayinê dewam kir. 400 sal piştî zayinê Mabog ji aliyê Împaratoriya Sassanî hat dagir kirin. Haya vî demê çanda Atargatîs hin li Minbic’ê hakîm bû. Lê qutbûn bi çanda Atargatîs di serdema Îslam’ê de hat jiyan kirin. Di sedsala 8 an de Ebbasiyan di bin Xilafeta Harûn El Reşîd de bajarê Minbicê ji nû de ava kirin û Minbic bû noqtayeke ku Împeratoriyan Erep, Bîzans û kabilieyên Tirkmenî ku ji Asya’yê Navîn ber bi Rojhîlata Navîn ve hatî bûn, gihîştin cem hev. Di sala 1022 Minbic ji aliyê Mîrdasiyan yê ku Şîa bûn hat bi dest xistin. Mîrdasiyan bi dest xistina Minibc’ê Emîrata Mîrdasyina li Bakûrê sûrî ragahandin. Mîrdasiyan kombûneke ji eşrîên Erep yê Şîa bûn. Di sala 1068 Bîzans disa Minbic’ê bi dest xist. Bîzans qirkirineke mezin li Minbic’ê pêk anî û koçberiyeke mezin ji Minbic’ê ber bi herêmên cuda pêk hat. Di sedsala 11. û 12. de Haçperestan dixwestin Minbic’ê bi dest bixin, lê serneketin. Di sala 1152 piştî zayinê de xanedantiya Zengî bajarê Minbic’ê dagirkir. Zengî yan jî Zengiyan xanedanekî misilmanan e. Zengî binemaleke Selçûqiye desthilatdariya bakurê Sûriyê, Îraqê û piştre jî desthilatdariya xwe fireh kirine û gihandine sînorê Misirê. Li Sûriyê û Îraqê (1127-1174) an û li Mûsilê berdewam bûn heta 1262 z. Paytexta wan berê Heleb bû û ji 1154an de bû Şam. Minbic piştî ku xanedantiya Eyyûbiyan dijî hanedantiya Zengiyan bi serket di sala 1175 de bajarê Minbiç’ê ket destê Eyyûbiyan. Di sala 1260 de êrîşê mezin ya Moxolan li dijî herêma Rojhîlata Navîn pêk hat. Di vî êrîşê de bajarê Minbic’ê bi hemû çand û pêkhatiyên xwe hat xirab kirin.

Dîroka Minbic di Sedsala ‘’Modern’’ de

Piştî êrîşên Moxolan belgeyên derbarê bajarê Minbic’ê yê yekem ji sala 1699 ne. Lêkolînvaneke ji Ewrûpa bi navê Henry Maumdrell di serdana xwe li Rojhîlata Navîn nivîsand ku Minbic bajareke girêdaye Wîlayeta Heleb’ê girêdaye Împeratoriya Osmaniyan e. Di sala 1879’an den piştî şerê di navbera Rusya û Tirkan de Minbic bû metingeriyeke girêdaye Rusya di bin serweriya Çerkezan de. Piraniya Çerkezên ji bajarê Widdin li Bulgaristanê hatin Minbic’ê. Di sala 1911 de bajarê Minbic’ê bajareke piranî di bin serweriya Çerkezan de bû. Bajarê Minbic’ê bi vî yeke bû ciheke ku gelek civak û gelên tê de jiyan kirin û dijîn e. Bajarê Minbic’ê hin îro pir rengî bûna xwe diparêze. Ruxmê ku gelek hêz û împeratoriyan di dîrokê de dixwestin nakokiyên gelên herêmê ji xwe re bi kar bînin, gelê bajarê Minbic’ê jiyaneke hevbeş û bi hevra dijîn.

14.08.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً