LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE 14/08/2018

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE 14/08/2018

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ:

*Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê diyar kir ku di encama çalakiyên şervanên YPG û YPJ`ê de li Efrînê leşkerekî artêşa tirk û gelek çete hatin kuştin.

*Artêşa tirk û çeteyên wê agir bi darên derdora gundê Gorda yê girêdayî navçeya Cindirêsê xistin.

*Dewleta Tirk avêt ser maleke Kurdan û 2 jinên Kurd revand. 3 kesên ku berê ji aliyê çeteyan ve hatibûn revandin, ji ber êşkence li ber mirinê rakirin nexweşxaneyê.

*Yekîneyeke QSD`ê di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina bejahiya bakurê Dêrazorê de, malbateke Êzidî ji nava pencên çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir.

*Endamê Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk Şêrko Hesekê got ku hêzên wan di van çend rojên bê de dê hemleya rizgarkirina bajarokê Hecîn ewê bidin destpêkirin. Her wiha diyar kir ku ew hewl didin korîdorekê ji sivîlan re vekin û herêmê ji mayinan paqij bikin.

*Hêzên rêjîma Sûriyeyê topbarana li ser hêrêma sêkoşeya Sehil El-Xab, çiyayên Laziqiye û Cisir El-Şixûr berdewam dike. Her wiha gelek amadekariyên leşkerî ji aliyê rêjîmê ve derbasî herêmê bûne.

BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKÎ:

*Gerîlayên HPG’ê li Çelê li dijî girekî leşkerî çalakî kirin, li Şirnex û Sêrtê rêze çalakiyên sekvanî kirin. Di çalakiyan de bi kêmanî 10 leşker hatin kuştin.

*Çiyayê Sincik ê Xozatê ji hêla balafirên şer ên Tirk ve hatin bombekirin.

*Li Enqereyê di serdegirtinên malan de gelek endamên HDP’ê hatin girtin.

*Li bajarê Edeneyê 4 zarok bi giştî 14 kes bi tometa amadekariya çalakiyan û endamtiya PKKê hêzên ewlekariya Tirkiyê wan binçavkirin.

*Karsazên Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê banga alîkariyê ji rayedarên welat kirin û ji wan xwestin ku nexşeriyeke zelal diyar bikin da ku mezinbûna darayî ya aborî were çareserkirin û dawiyê li aloziya di navbera Tirkiye û Amerîka de bînin.

BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ:

*Di çarçoveya guhertinên navxweyî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Endamê polîtbîroya wê partiyê (Kemal Kerkûkî) bû berpirsê Encûmena Serkirdatiya PDKê li Kerkûk û Germiyanê.

*Di encama teqîna bombeyekê de ku li bazara bajarê El-Sedir a rojhilatê Bexdayê hatibû çandin, sê welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.

CÎHAN:

*Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê bi tacîdarê Siûdiyê Mihemed Bin Selman re di peywendiyeke telefonê de rewşa li Sûriye, Iraq, Afganistan û Yemenê gotûbêj kir.

*Balyozxaneya Rûsî li Londonê ragihand ku pêwîst e Birîtanya dev ji gotinên bêmifa û berde û beşdariyê di şandina alîkariyên mirovî ji xelkê Sûryê re bike û alîkariyê di avakirina wî welatî de bike, li şûna ku tenê dilgiraniya xwe li ser rewşa xelkê li wî welatî bide xuyakirin û rûniştî bimîne.

*Li gor raporteke Netewên Yekgirtî li Iraq û Sûriyê hîn jî derdora 20 an 30 hezar çeteyên DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê hene.

*Dîpolmetkarekî bilind ê Amerîkayê ragihand ku, hayê wan ji danûstandinên HSD û rêjîma Sûriyê heye û Washingtonê biryara xwe yekalî kiriye û hêzên xwe ji Sûriyê venakişîne.

*Serokê Amerîka Donald Trump ragihand ku, ew firokeyên şer ên F 35 nafiroşin Tirkiyê.

*Komisyarê Bilind ê Netewên Yekgirtî bo Karûbarên Penaberan ragihand, di dema niha de ew li dijî vegera koçberên Sûriyê ne.

*Piştî Amerîka, Almanyayê jî daxwaza azadkirina welatiyên xwe ji Tirkiyê kir.

14.08.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً