LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE 25/08/2018

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE 25/08/2018

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ:

* Çeteyên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî 2 sivîlên din jî revandin.

*Şahidek ji gundê Berad ê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê diyar kir ku dewleta Tirk alavên pêşketî yên keşfkirina heyberên kanzayî ji çeteyan re tînin û desnîşan kir ku çeteyan dest bi kolandina gund kirine .

*Şandeke Amerîka bi serokatiya şêwirmendê Wezareta Derve ya wî welatî (Wiliam Robak) serdana bajarê Şedadê yê ser bi parêzgeha Hesekê kir û li gel civata sivîl a wî bajarî civiya û behsa şerê li dijî DAIŞê û peydakirina xizmetkariyan ji bo wî bajarî hat kirin.

*Rêxistina Mafên Mirovan a Navnetewî (Human Rights Watch) bang li çeteyên DAIŞ’ê kir ku welatiyên Siwêda yên ku hatine revandin serbest berdin.

*Hate diyar kirin ku rêjîma sûrî hêza xwe li eniyên gundewarên Idlibê bêtir bi cih dike û li aliyê din jî Heyet Tehrîr El-Şam li heman eniyan seferber bûye.

BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKÎ:

*Civînên wezîrê karên derve Mewlûd Çavuşoglu, wezîrê parastinê Hulusî Akar û serokê îstixbaratê Hakan Fîdan ,ên li Moskovê, diyar bû ku Tirkiye dixwaze roleke girîng li Idlibê rabe û ji bo Rûsyayê bi razîkirin bide, pişaftina Cebhet El-Nusra pêşniyar kir. Nemaze da ku Enqere di dosyaya Sûriyeyê de xwedî bandor e, rûreş dernekeve.

*Derkete holê ku hikûmeta Merkel par 724 hezar Euro pere destek daya DÎTÎB’ê ya saziya diyaneta Tirk ku li Elmanya mîna şûbeya rejîma Erdogan dixebite.

BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ:

*Perlemanterê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bextiyar Şawês diyar kir ku divê rewşa Iraq ji Herêma Kurdistanê bê cudakirin, ji ber ku piroseya siyasî ya Iraq û ya Herêma Kurdistanê ji hev cuda ye.

*Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dîlawer Ajgeyî ragihand, hefteya pêşiya wê şendeke parlamenterên Belçîkayê dê serdana Herêma Kurdistanê bikin û li gel serkirdeyên siyasî bicivin.

*Ebadî siyasetkirina Heşd Şehbî’ red kir û biryara vekişandina wê ji bajarên sunnî betal kir.

*Serkirde di Dewleta Yasa de (Mihemed Seyhûd) ragihand, ew kesê wê bibe serokwezîrê dahatî yê Iraqê amade ye, lê niha em li bendî ragihandina mezintirîn kutleya perlemanî ne.

*Li Iraqê hevdîtin û lihevkirina di navbera komên Şiî û Sunî yên ji bo avakirinan hikûmeta nû de, İTC ya ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatî avakirin rehetsiz kir.

ROJHILATÊ KURDISTAN Û IRAN:

*Hesen Rûhanî soza kêmkirina kêşeyan da xelkên Îranê û ji wan xwest, ku beramberî fişaran xweragir bin.

CÎHAN:

*Hikûmeta Amerîkî ragihand, ku Yekîtiya Ewropa alîkariya diravî bi Îranê re dike û ew yek bi peyameke şaş û di demeke şaş de binav kir.

*Rûsyayê ragihand ku Washington amadekariya êrîşeke ezmanî li dijî hêzên rêjîmê dike û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî welatiyên Idlibê hincet digire.

*Di raporeke Neteweyên Yekbûyî de hate gotin ku DAIŞ’ê “xweguhertina metirsîdar” ber bi torebûneke cîhanî ya veşartî ve didomîne û gefan li ewlehî û aştiya navneteweyî dixwe. Di raporê de banga xebatên ji bo çareseriyên piralî û berfireh li Sûriye û Iraqê hate kirin da ku ji ber sûcdariya koletiya cinsî ku DAIŞ’ê der heqê gelê Êzidî de pêk aniye, nefilite.

*Jêderên serokomariya Fransa ser Hilcivîna Sûrîyê, ku Erdogan dabû zanî ku dê di 7’ê Îlonê de pêk were, diyar kir ku ‘’hîn pir zû ye.

*Trump ragihand ku serdana Wezîrê Derve yê Amerîka bo Koreya Bakur betal kiriye.Trump da zanîn ku Koreya Bakur di pûçkirina çekên navokî de ti pêşketin nekiriye û diyar kir ku berpirsê vê jî Çîn e.

25.08.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً