LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Jinên Bakur û Rojhilatî Sûriyê nasnameya azadiyê bilind dikin (3)

Jinên Bakur û Rojhilatî Sûriyê nasnameya azadiyê bilind dikin (3)

Jinên Bakur û Rojhilatî Sûriyê derbasî qada Aborî bûne

NAVENDA NÛÇEYAN- Jin ku rastî her cure zilm û bêmafiyê tê ji her mafekî xwe mehrûm tê hiştin ew jî ji ber zihniyeta baviksalerî ya jin nikare ti kaî bike ye tê, jinên ku ji karê aborî û bazirganî an jî ji karê derve bê para hatiye hiştin, di nava salên şoreşê de li tevhiya Sûriyê nêrîna civakê ya li ser jinan guhertin û ev taybet li Bakur û Rojhiatî Sûriyê ku jinan di bi navê komele û rêxistinên xweser gelek projeyên pêşxistina xweseriya jinan wekî xwaringeh, bazar, firin û navend vekirine.

Di destpêka şerê Sûriyê di sala 2011 an de û heta roja îro yê ku herî zêde zirar dît û rastî her zehmetiyan hat jin bû, jinan ji ber rewşa şer li xwedîkirina zarokê xwe ji aliyekî û parastina xwe ji aliyekî din ve heyirî ma ku di şer de piraniya wan hevjînên wan hatin qetil kirin an jî bi hin kesan re di bin zextê de dihatin zewcandin, li gorî agahiyên ku ji aliyê Mûnezemeyên Mafê Mirovan hatine eşkere kirin de hate zanîn ku koçberiya ji Sûriyê ber bi welatên wekî Urdin, Libnan, Erebistana Sûdî û Tirkiye û piranî li derdora Sûriyê gihişte 10 milyonî ku di van raporan de hate tekez kirin ku sêpara wê hejmarê jin in. Jin li Sûriyê ku rastî vê kirîzê tê her dem di jiyana xwe de ji aliyê civakê ve rastî kevneşopên bê mafiya xwe tê ku bi riya vê yekê jinan di bin navê ol, eşîrtî û behaneyên cuda de di malê de dihêlin bê ku jiyaneke xweser xwe birêvebibe.

Yek ji heremên ku nimûneyên jinên karker lê derdikeve û balkêşe jî Bakur û Rojhilatî Sûriyê li heremên di bin serweriya Rêvberiya xweseriya demikratîk de ye ku hejmarek zêde ji koçberiya Sûriyê li wan hereman jî çêbûye. Ev sîstem wekî ku diyar dibe li ser hêmanên demokrasiyê li heremên xwe ji jinan re taybet projeyên cur be cur pêşkêş kiriye, ku ew projeyên jinan di riya rêxistin û komleyên xweser ên jinan pêk hatiye, ku jin di riya van rêxistin û komleyan de jyana xwe ya rojane û asta xwe di warê aborî de xurt dikin.

Jinên ku derbasî qada aborî û bazirganiyê dibin rewşa şer nebû asteng ku ji bo xwe komele, proje û navendên taybet avabikin. Ev proje ji bo jinan bû piştgiriyeke ku jin bi her karî rabe û li kêleka mêr xebatê bazirganî û aborî ku jê hatibû mehrûm hiştin bilîze.

Çalakvana bi navê Meyasa mehmûd eşkere kir ku pêşniyarên projeyên taybet bi jinan ji ber rewşa hin jinan û afirindinên wan ên pêşesaziyê hat yanî jin gelek caran li kolanan ji ber ne peydakirina meheleyan hin amûran difroşin û ev bi xwe re gelek caran ji bo karê jinan dibe asteng. Meyasa di berdewamiya axaftina xwe de eşkere kir ku armanc ji van projeyan ne sûdgirtina madî ye lê armanca sereke têkiliyên civakî ne, bi taybet têkiyên di navber jinan de xurt kirine bi taybet piştî rewşa bi salan ji şerê Sûriyê.

Kongireya STAR ku bi projeyên jinan radibe, ji bihara 2016 an de Komîteya Aboriya Jinan wekî destpêk 8 projeyên çandiniyê yên zeviyên Nok û Nîsk ku bi van çandiyan re ji destpêkê heta çandina wan pêre eleqedar dibin. Her weha vê komîteyê du firinên ku Jin tê de dixebitin vekir.

Rêveberên ku cihê xwe di vê komîteyê de digrin dane zanîn ku sûda ji van projeyan tê girtin ji bo projeyên din têne bikaraîn ku armanca me ji van projeyan avakirina zemîna aboriyeke taybet bi jinên karkere û xurtkirina jinan di qada aborî û bazirganiyê de ye. Jinên ku cihê xwe di van projeyan de girtine diyar kirin ku ew niha bi xwe bawerin û dikarin berpirsiyartiya aboriya civakê hildin ser milê xwe, Jinan wiha kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin: Niha em dikarin di qada bazirganiyê de rehet tevbigerin û baweriya me bi hêza me hatiye.

Jinên li Bakurê Sûriyê di lîstina rola xwe di warê aborî de berdewame, ku jinan dest bi pêşxistina aboriya xwe di riya berferhkirina projeyên xwe û vekirina mehelên ku bi xwe birêvedibe kiriye. Dema zihniyeta baviksalerî di warê aborî de ber bi hilweşandinê ve diçe, ku ev zihniyet ti rol neda rola jinan di aboriyê de. Dewletên ku bi mafê jinan itîraf nekir, mafê wê jê stand ber bi rastiya xwe ve diçe û rastiya wê ya hilweşandinê eşkere dibe. Rola jinan li Bakurê Sûriyê ber bi çave ku roleke sereke di aboriyê de lîstiye û bi projeyan geşkeirina aboriyê di heremê de pêk aniye.

Hejmarek ji Proje û xebatê Jinan li Bakurê Sûriyê

-Li navçeya Amûdê ya bi ser Kantona Qamişlo ve jinan mehlek taybet bi janan bi navê Xemla Jinê vekir û ev proje ji aliyê komîteya aboriya Jinan hate vekirin ku 10 jin di vê mehelê de kar dikin.

-Di 23’ê Nîsanê de yekemîn Bazar jinan li bajarê Dêrikê ji aliyê komîteya aboriya Jinan bi navê (Pepole) hate vekirin. Ev Bazar ji 21 meheleyan pêk tê ku ji aliyê jinan bi xwe ve tê birêvebirin.

-Di 3’ê Nîsanê de komîteya aboriya jinan li herêma Tebqayê û bi Encûmena Jinên Tebqayê koberatîv an jî werşeya Derzîxaneyê vekir. Di riya vê werşê de 20 jinên ciwan dê perwerdehiya Derziyê bibînin.

-Komîteya Aboriya jinan li gundê Sefer yê bi ser navçeya Dirbêsiyê di 14’ê Gulanê de projeyek taybet bi aboriya jinan a Firina bi navê Gulan vekirin.

-Jinên Bakurê Sûriyê ku dest avêtine xebatê Tenduristiyê û jinan di vî alî de pêşdxin de, Korsên perwerdehiya Tenduristî taybet bi jinan vedikin ku herî dawî di 30’ê Gulanê de li Kantona Girê Spî ya bi ser herêma Firat ve korsa jinan bi tevlîbûna 19 jinan bi dawî bû. Ev jin dê di nexweşxaneya Wetenî li Girê Spî kar bikin.

-Kongireya STAR li taxa Şêxmeqsûd li Helebê projeya çêkirina şêraniyan ji jinan re li taxê vekir, ku di vê projeyê de 3 jin ji saet 8:30 sibeha heta 8 êvarî dixebitin vekir. Projeya jinan bi piştgiriya komîna jinan li taxê kongira STAR pêk hatiye ku di vê derbarê de jinan biryar daye ku li taxa Eşrefiyê jî şaxekî yê vê projeyê vekin.

-Li Kantona Hesekê ya bi ser herêma Cezîrê ve di 7’ê Hizêranê de jinan li taxa Nasira firneke bi navê Aştar vekirin ku 3 Jin di vê firinê de kar dikin.

-Di 27’ê Hizêranê de li Tebqayê û bi alîkariya Akademiya Jina Sûriyê yekemîn bexçe ji bo zarokan hate vekirin, Bexçe bi navê Rewda ElEmel hate vekirin. Di rewda de 3 odeyên taybet bi jinan heye ku li ser perwerdekirina zarokan, xwedîkirina wan disekine pêk tê.

-JIN TV televizyona jinan li Bakurê Sûriyê, ku di 33’ê Hizêranê de hate vekirin, ev televzyon ji aliyê rojnamevanên jin pêk tê ku navenda wê li navçeya Amûdê ye . Bi silogana Dengê jinê rûyê jiyanê ye dest bi weşanê kiriye.

-Di 3’ê Tîrmehê de jinên li navçeya Tirbespiyê li gundê Hilwa firneyek jinan bi navê Gelawêj vekir. 11 jin di vê firinê de dixebitin. Firin nan ji bo 4 gundên heremê peyda dike.

-Di mijdara 2017 an de jinên Minbicê ji bo pêşxistina xebatê xwe projeyek ji bo jinan vekirin, ew proje xwaringeha taybet a jinan ku di 6’ê adarê de vebû bi navê ElRebî an jî Bihar. Di vê xwaringehê de 4 jin kar dikin. Her weha ji bo xwedîkirina mirîşkan jinan cihek vekir û tê de dixebitin.

-Di 13’ê Temûzê de fabrîkeya Vîna Jinan ji bo xwarinên zivistanê li Kobanê hate vekirin. 10 jin tê de kar dikin.

-Desteya Jin xwedî li jinên temen mezin derdikeve ku malek Jinan di 7’ê adara 2016 an de vekir ku ew mal ji bo jinan bûye war. Parastina pskolojî û tenduristî ji wan jinan re tê pêşkêş kirin. War bi navê Şehîd Viyan e li taxa Xerbî ya Qamişlo ye. Desteyê hin şert ji bo girtin û parastina wan jinan daniye wekî: temen jor 55 salî be, bê kes be, bi tenêbûnê hîs dike, pêwîstiya wê ya tenduristî hebe. 4 jin bi karê jinan radibin.

-Di 3’ê adarê de Desteya jinan li herêma Cizîrê navenda Derûnî ya jinan li navçeya Tirbespiyê vekir. Navend bi navê Nalîn Mûşe. Bi jinên ku rastî pirsgirêkên Pskolojî tê mijûl dibin. 5 jin di vê navendê de kar dikin û têkiliya wê bi 3 navendên li Qamişlo, Hesekê û Çilaxa heye. Navend li ser piştgiriya pskolojî ya jinan disekine.

-Jinên Şaredariya bajarê Qamişlo xwaringehek li lîstgeha 12 adarê bi navê Avesta vekir. 6 jin li vê xwaringhê dixebitin.

-Li nêzî navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Cizîrê ya Rojava, ji hêla endamên saziyên jinan ên li Rojava ve dest bi avakirina gundekî tenê jin li wir bijîn hat kirin. Ev gundê ku navê Jinwar lê hatiyedayîn, dest bi avakirina xaniyan hatiye kirin. Nêzî 30 xaniyên ku temelên wan hatine avêtin wê bi kevir û kelpîçan ango ji axê bê çêkirin. Armanc ji avakirina vî gundî ewe ku ji bo derbaskirina zilm û êşa hatî jiyandin, qirkirina netew-çînî-zayendî ya li ser jinê hatî kirin bi aqilê jinê bê çareserkirin e.

26.08.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً