LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Şahidên ji Efrînê êşa xwe vedibêjin: Efrînê bûye cehenem

Şahidên ji Efrînê êşa xwe vedibêjin: Efrînê bûye cehenem

EFRÎN– Dagirkerî, binpêkirin, polîtîkeyên qirêj peyvên li ser zimanê her kocberkî ji herêma Efrîn ê ya dagirkirî ye. Dewleta Tirk û komên girêdayî wê binpêkirinên mafên mirovan wekî deyardeyeke berçav ku rojane, welatî behsa vê rewşa xirab dikin dûye. Gelek welatiyên wê herêmê gazinan ji vê rewşê dikin, herwiha Pevçûnên domdar di navbera girûpên li wê herêmê li gel guhertinên demogirafiya heremê tînin ziman.

Dewleta Tirk piştî ku navenda bajarê Efrîn dagir kir, dest bi planên xwe yên guhertina demografî kir. Efrîn wek bajarekî dixwaze girêdayî Tirkiyê bike û demografiya herêmê bughere. Bi hezaran malbatên çeteyan û welatiyên ji Xotaya Rojhilat anîn li Efrînê bi cih kirin.

Şêniyek ji bajarê Efrînê bi navê Semîr Şêx Ehmed ji xelekê gundê Maratê ye bi ser bajarê Efrînê ve ye ku ev 20 rojin ji bajarê Efînê xwe xelaskiriye û derbasî herêma Şehbayê bûye ji Rojev24 re behsa metirsiya ku bajarê Efrînê gihiştiyê ji talan, dizî û guhertina demogirafiya heremê kir.

Ehmed eşkere kir ku çekdarên bi ser dewleta tirkiye ve li gundê Maratayê ku xwedî ruberiyek mezine derdora 500 malî tê de heye, çekdarên bi navê fireqet Elhemzat 7 noqteyên leşkerî bi hevkariya leşkerên dewleta tirkiye li gund avakirine her wiha bi darê zorê gundiyan ji malê wan derdixin û wan bi zorê didin kar kirin ku fonê wan digihêje 15 hezar lêreyên Sûriyê an jî 20 hezar di mehê de, Semîr Ehmed diyar kir ku çeteyên bi ser Tirkiye ve malên walatiyên giryêdayî Rêveberiya xweser desteserkirine û çekdaran ji xwe re kirine bargehên leşkerî her wiha dest danîn li ser Erd û zeviyên welatiyan.

Semîr Ehmed destnîşan kir ku çekdarên Firqet Elhmezat lîsteyk bi navê 40 welatiyên gund derxistine ji wan hejmarek hatin girtin û hetanî niha carenûsa wan ne diyare, di heman demê de mal û milakên karmendên giryêdayî rêvberiya xweser ku li navenda Efrînê ye şewitandine, li aliyekî din ve Semîr Ehmed balkişand ser Ferzkirina nasnemeyên Tirkî ku li ser welatiyan ferzdikin û cil û bergên girtî bi darêzorê li ser jinên Efrînê dane kirin.

Semîr Ehmed ku rastî lêpirsîna wan çekdaran hatibû di dawiya axfitina xwe de tekez kir ku bajarê Efrînê ber bi tirkirinê ve diçe û dewleta Tirk bi van planên xwe dixwaze rengê herêmê û civakbuyînê bi giştî bughere. Guhertina demugrafiya herêmê wê di demên pêş de jî pirsgirêkên di nava civakê de derxe û Efrîn niha bûye cehenem.

Wekî ku tê zanîn ji bilî niştecihkirina bi hezaran malbatên çeteyên Xûteya rojhilat, Hums û deverên din ên Sûriyê li nava bajarê Efrînê, grûpên çekdar berdewamin bi prosesa Erebkirina meydan û talana nava bajarê Efrînê.

Hate eşkere kirin ku grûpên çekdar navê Meydana Kawayê hesinker kirine Meydana Çiqlê Zeytûnê. Navê meydana Wetenî kirine Meydana Şehîdên 18’ê Adarê, Berê jî grûpên çekdar pankartên ferzkirina hîcabê li kolanên Efrînê vedabûn. Herwiha pankartên ferzkirina nimêjê û gefxwarinê li nemêjkeran li kolanên Efrînê vedabûn. Cihê wênekêşanê, firoştina mobîlan û dermanxane kirine qesabxane û cihê firoştina goştê deveyan, Navê cih û şûnên bazirganî yên girêdayî çand û kultûra herêmê bi navê biyanî guhertine.Ev guhertin bûne cihê nerazîbûna Efrîniyan ku weke pirovakasiyona û hewildanên tepsandina nasnemya kurdî ya heremê bi nav dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji roja dagirkirina Efrînê heta niha artêşa tirk û çeteyên wê bi armanca valakirina herêmê ji gelê Efrînê û guhertina demografiya herêmê hemû cureyên îşkenceyê li ser gelê herêmê pêk tînin. Di vê çarçoveyê de bi hezaran malbatên komên çete li Efrînê hatin bicihkirin, bi sedan jin hatin revandin, bi sedan sivîl hatin qetilkirin ku li heremê bê aramî serwere.

26.08.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً