LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / “Li pey pereyan çûn her tişt winda kirin û bihevketin”

“Li pey pereyan çûn her tişt winda kirin û bihevketin”

NAVENDA NÛÇEYAN-Komên ASA ku ji bo şerê li dijî rêjîma Sûriyê xwe ragihandibû, îro rewşa wê cudatire û ev kom ber bi helandinê ve diçin. Komên ASA ku ji destpêka sala 2017 an de ketin bin bandora aliyên derve de, her car heremek winda kirin û ji ber radîkalbûyîna wan navên cur be cur li wan hate kirin. Xala dawî jî dê Idlib be piştî ku ew kom ketine tengasiya di navbera wan û Tirkiye de kur bûye lewra nakokî û pevçûn di navbera wan de derdikevin û di heremên bin serweriya wan de bê aramî belav bûye.

Komên ASA ji bo çi hatin avakirin?

Di dema avakirina Artêşa Sûriya Azad ASA di destpêka sala 2012 an de ji hin serbazên ku berê di nava rêjîma Sûriyê de bûn, vê artêşê bi avakirina odeyên Mok û Mom xwe birêvebir û piştgiriya xwe jê girt.

Odeya Mok, odeya tensîqa leşkerî ku ji nûnerên sîstema Istixbarata Emerîka, Birîtaniya, Fernsa û Erebî pêk dihat. Di sala 2013 an de hate avakirin. Piştgiriya leşkerî ji bo komên ASA li herêma Başûr dikir. Urdin navenda wê ye.

Odeya Mom odeyeke serbixwe ya ASA bû, hemû dewletên di odeya Mok de cihê xwe tê de digrin, piştgiriyê dide komên ASA ên li herêma bakurê Sûriyê. Tirkiye navenda wê ye.

Di salên destpêkê ji avakirina artêşa Azad de pêşketineke leşkerî û erdnîgarî li seranserî Sûriyê çêbû, lê ji ber vekşandina wê ji gelek eniyan piştî derbasbûna piştgiriya derve, berê wan komên di nava ASA de ber bi cihekî din ve çû, ji şerê li dijî rêjîma Sûriyê bû ber bi şerê li dijî DAIŞ’ê, ku gelek analîzvan vê wekî behaneya guhertina şoreşê binavdikin.

Artêşa Netewî ku ji aliyê wezareta Hikûmeta demkî ya Sûriyê ya bi ser Tikriye ve di 30’ê Kanûna 2017 an de hate ragihandin, şimaya leşkerî ya vê artêşê ji şimaya kombûna hemû komên di nava ASA de pêk tê. Piştî rakirina navê hemû koman, ev artêş bi 3 feyleqan ku her yek ji 3 firqe hatin avakirin û di nava her firqeyê de 3 lîwa hene pêk hat. Navê feyleqan, Artêşa Netewî, Feyleq Sultan murad û Feyleq Elcebhe elşamiye ye.

Bi îdaya hikûmeta demkî ya Sûriyê ya avakirna artêşeke netewî ji komên di nav ASA de firsendek a komkirina hêzên dijberiya Sûriyê ye, ku armanc ji vê artêşê nexşeya serweriya li Sûriyê bide guhertin û armnca sereke hilweşandina rêjîma Sûriyê bû wek ku hêvî li ser hatibûn danîn. Serokê Hikûmeta Demkî yê Sûriyê û Wezîrê Parastinê Cewad heteb ragihandibû ku ev artêş ji 30 komên leşkerî pêk tê ku hejmara wan dighêje 22 hezar çekdarî ye ku perwerdeya xwe li Tirkiye bibînin.

Di destpêka sala 2018 an de komên ASA li pêşiya pêşbirgeke mezin disekinin taybet piştî rawestandina piştgiriyê ji wan koman re ji destpêka sala 2017 an de taybet piştî hatina serokê nû yê Emerîka Tramp.

Ji ASA ber bi Artêşa Netewî ve ber bi ku ve çû?

Di esasê avakirina vê artêşê de armanc ew bû ku rêjîma Sûriyê ji holê rabe û yekîtî an jî hêza leşkerî ya wan koman bibe yek, lê li gorî ku niha li holê ye ev kom parçebûne, hemû erdnîgariya di bin serweriya wê de winda kir û îro ji dervey rewşa welat û mafê gelê Sûriyê ji xwe rewş cudatire.

Ji destpêka sala 2013 an de dewletên ku xwe binavdikin garantor li Sûriyê destê xwe xistin nava komên ASA de û ev li beranberî piştgiriya ku dighişte wan, li gorî agahiyan hate zanîn ku komên ku ev yek qebûl dikirin berdewam dikirin û yê qebûl nekirin jî dihatin tesifye kirin, ji xwe ev tesfiye heta niha berdewamin. Piştî ku van dewletan û di serî de Emerîka û Tirkiye kontrol li ser biryarên komên çekdar kirin, van koman ji armancên şoreşê ketin pey pêkanîna armancên dewletên ku piştgiriya wan dike. Bi vê yekê hate eşkere kirin jî ku heremek li pey heremek din hate radrest kirin ku bû sedema lewazkirina wan koman. Ji aliyekî din ve jî ev poltîk alîkarî da rêjîma Sûriyê ku bi riyeke ne raste rast di riya dewletên alîgirê wê de bercewendiyên xwe pêk bîne, bi vê yekê li gorî şîrovekaran ev mijar diyar dike ku dewletên ku heta niha di Sûriyê de tevdigerin armanca wan ne hilweşandina Esed e.

Komên ku armanca wan piştgiriya derve bû çarenûsa wan wekî ku eşkere dibe parçebûn û helandine ku niha jî Tirkiye li vê riyê dizîvire. Li gorî hate eşkere kirin ev komên ku ji bercewendiyên dewletên derve re bûne alav bercewendiya xwe ya şexsî, komî û partî li ser bercewendiya gelê Sûriyê dît lewra ji armanca xwe dûr ket.

Li beranberî hêviyên ku li ser vê artêşê hatibûn dayîn niha rexne û ne qebûl kirina gelek aliyan ji van koman re heye.

Çima ev kom biserneketin?

Artêşa ku hatiye avakirin ji displîna leşkerî û şimaya rêxstinî dûre her weha li gorî baweriya ku li ser dimeşe dûrî armancên şoreşa Sûrî ye.

Psporê leşkerî yê bi navê Ehmed rehal ragihandibû ku avakirina artşeke bi vî awayî gaveke kêm û neserkeftî ye ku ev artêş bi “Artêşeke çapemenî bê pratîka heqîqî ” binavkiribû.

Ji aliyê xwe ve Lîwa Mihemed hacelî eşkere kiribû ku kesên vê artêşê birêvedibin ne gengaze ku biserkefin. Her weha da zanîn ku binkeftina van koman vedgere parçebûn û girêdayîna her komekê bi aliyekî re.

Li gorî lêkolîna ku hate kirin hate eşkere kirin ku ev kom bê beranber şer nakin û li gorî piştgiriya ku ji wan re tê dayîn perspektîvên dewletan pêk tînin.

Hate eşkere kirin ku sedema windakiirna gelek hereman ji bin serweriya komên çekdar ên ASA tevgera wê ya li gorî piştgiriya madî bû.

Li Başûrê Sûriyê fon bi qasî 40 dolarî di dema dawî de ji her çekdarekî re hate dayîn, ku berê her çekdarekî 200 dolarê Emerîkî digrt. Taybet ji bo komên di herêma Başûr de ji ber pişta xwe dabûn alîkariya derve zû ketina ji rê jiyan kirin. Li Bakurê Sûriyê jî her çekdarekî cuda cuda digrt, lê bi gelemperî ji 70 dolar heta 100 dolar bû.

Ji aliyê civaka Sûriyê ve jî li ser van koman nerîn derketin, piraniya civaka Sûriyê daxwaza tesfiye kirina van koman kirin û ew bi firotina xaka Sûriyê tewanbar kirin.

Li Efrînê çi dibe?

Herêma Efrînê û Idilbê ku li Bakurê Sûriyê dikevin bûne meydana şerên hêzên çekdar ên opozisyonê ku li ser erda wê desthilatdarî, serdestî, talanî, nakokî û pevçûn di navbera wan de diqewimin.

Çekdarên di bin siya dewleta Tirk de ku dixwaze bermahiyên imbiratoriya Osmanî vegerîne û hêman jî ASA hazire rewşa wan hereman roj bi roj xerabtir dibe. Çekdarên niha li wan hereman cur be cur kiryaran li ser niştecihên heremê dikin, talaniya erd û malên sivîlan dikin, bê aramiyê belav dikin, karê bê exlaqî dikin û rojane bi hev dikevin. Li gorî çavkaniyên ji wan hereman eşkere kirin ku di dema dawî de di navbera wan koman de şer û pevçûn derdikevin ku di encamê de bi ser malê hev de digrin, guleyan bê serûber berdidin û ji hev digrin.

Jineke ku dengê xwe li ser malperên Tora civakî belav kir eşkere kir ku rewşa wan ne başe û herêma Efrînê wekî zindan binavkir û banga rawestandina vê yekê kir. Jina ku navê xwe eşkere nekir da zanîn ku komên çekdar ên ku îdaa kirin ku wan azad bikin rojane ferzên cur be cur li ser wan dikin ku ji malên xwe derkevin ji ber bê exlaqî heye û keç têne revandin.

Li Idlibê jî rewş ji Efrîn ne baştire

Li Idilibê her ku diçe nakokî di navbera çeteyan de zêdetir dibin ku herî dawî çekdarên Cebhet El-Nusra li nêzî gundê Sermîn a girêdayî Idlibê 8 endamên girêdayê xwe înfaz kir. Her weha hat destnîşan kirin ku di demên dawî de piştî dewleta Tirk bi endamên komên çekdar ên ASA re hevdîtin pêkanî da ku tevlî operasyona li ser Qendîlê bibin 8 endam li hemberî biryara ku derketibû hatine qetil kirin.

Ji ber operasyona nêz a rêjîma Sûriyê li ser Idlibê nîqaş berdewamin, rêjîma Sûriyê ji aliyê xwe ve sewiqyat şandiye û carnan derdora Idlibê topbaran dike. Ji aliyê xwe ve jî Tirkiye dem heta 4 Îlonê xwestiye ku Desteya Tehrîr ElŞam hel bike û operasyonê rawestîne. Ev nîqşên ku çêdibn di nava niştecihan de tirsek mezin çêkiriye lewra herem di reşwek tengas de ye.

Komên ku nakokî di navbera wan de derdikevin kî ne û çima?

Ev nakokî herî zêde di navbera Kombûna Ehrar El-Şerqiye, ElCebhe El-Şamiye, Ehrar El-Şam, Firqeya 9’mîn, Kombûna Edel, Focê Pêncan, Firqet El-Sultan EbdHemîd û Firqet El-Hemzet û Lîwa sultan Mihemed elfetih û Ehrar El -şerqiyê de derketine. Her weha êrîş di navbera Cebhet El- Şamiyê û komeke çekdar ji ber diziyê derket, her wiha şer di navbera Firqat sultan Murad û Ehrar El -şam de derket holê. Ji aliyekî din ve jî ji bo serweriya komên çekdar li ser gundên Efrînê şer di navbera Ceyş El- siwar de û komek di derket.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin hate zanîn ku sedema van pevçûn û nakokiyan rewşa aborî û milkiyeta wan koma ne, komên ku niha li Idlib û Efrînê mane ti alîkarî ji wan re nayê dayîn lewra li ser malan, pereyan û tiştên xwedî nirxên giran şer dikin. Her weha li kêleka vê sedemê gelek alî an jî çekdar poltîka Tirkiye nema qebûl dikin û lihevkirinan qebûl nakin ku ev jî tesfiye kirina çekdaran tîne holê.

Ji aliyê xwe ve rojnemevan Sarya Elbeytar eşkere kir ku Idlib xala dawî ya komên çekdar maye ji ber ku ti heremên din di destê wan de nemaye, Elbeytar eşkere kir ku ti lihevkirin wekî ku li ser çapemeniyê tê belav kirin tune ye tersî wê rewşa ku niha heye binpêkirin û zordarî ye. ElBeytar di dawiya axaftina xwe de got ji ber tundiya li ser komên çekdar ên li Idlibê û tesfiye kirina wan ji ber zextên Rûsya li ser Tirkiye tiştek di destê wan de nemaye û wekî alîgiriya wî ya komên çekdar diyar kir ku rêya wan ya tekane şerê li dijî rêjîmê an jî tune kirina wan e.

28.08.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً