LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / INFOGRAPHIC-Binpêkirinên li ser Bakur û Rojhilatî Sûriyê

INFOGRAPHIC-Binpêkirinên li ser Bakur û Rojhilatî Sûriyê

NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk û çekdarên girêdayî wê ASA li Efrînê tundiya li ser sivîlan zêde kirine, di nava heftiyekê de kiryarên desteser kirina mal û darên zeytûnan, rûxandina milkên sivîlan û revandina û li sivîlan êşkence kirin hate kirin. Di nava heftiyekê de 54 sivîl di nav de jî Jin hene hatin revandin û beranberî berdana wan pere hate xwestin.

Dewleta Tirk bi îdaaya parastina herêma Efrînê bi çekdarên ASA’yê herem dagir kir ku rojane binpêkirinan li heremê der heqê sivîlan de pêk tîne. Ji dervey rewşa di nava bajar de ji aliyê tîmên taybet ku navê tolhildana Efrîn li xwe kirine teqîn çêdibin. Hêzên ku vê yekê dikin israr dikin ku Efrîn ji artêşa Tirk û ji çekdar û malabatên wan were vala kirin. Di nava heftiyekê de ev li Efrînê qewimî ye:

1-Ji aliyê artêşa Tirk û çekdarên ASA ve darên zeytûnan ên Efîniyan li navçeya Cindirêsê hatin destser kirin.

2-Ji aliyê artêşa Tirk û çekdarên ASA ve 54 sivîl di nav de 3 jin hatin revandin û êşkence kirin û beranberî berdana wan bi hezaran dolar hate xwestin.

3-Tecawizên ji aliyê artêşa Tirk û çekdarên ASA ve:

-Alavên keşf kirina Kenzan anîne Efrînê.

-Gora Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî vala kirin.

-Malên sivîlan li gundê Qerekolê rûxandin.

4-Du teqîn li Efrînê li ser riya Racoyê û li çarxereya Kawa çêbûn.

Di 25’ê Tebaxê de

-Li navçeya Cindirêsê çeteyên artêşa Tirk ASA bi hezaran darên zeytûnan ên xelkên Efrînê desteser kirin. Çeteyan deverên ku desteser kirin jî afêşên li ser nivîsandibûn “EdilEl-Şerqiya C” ango hate desteserkirin, danî bûn.

-Şahidek ji gundê Berad ê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê Selah Kênco diyar kir ku dewleta Tirk alavên pêşketî yên keşfkirina heyberên kanzayî ji çeteyan re tînin û desnîşan kir ku çeteyan dest bi kolandina gund kirine.

-Çeteyan li girtîgeha Mihetayê du jin bi navê Helîma Mûsa ya 42 salî û Gulê Nûrî ji gundê Meydana yê herêma Racoyê ku revandibûn, bi ava asîdê êşkence kirin.

-Artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê li Goristana Henan a navçeya Şera ya Efrînê gora Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî û gelek kesayetên welatparêz ji hestiyên wan vala kirin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê malên sivîlên gundê Qerekolê yê girêdayî navçeyê Bilbilê rûxandin û mal û milkên welatiyan dizîn.

eteyên bi navê Firqet Sultan Mûrad a girêdayî dewleta Tirk keça bi navê Ayişe Abdulnasir (20) ji taxa E-Mehmûdiye El-Zeydiye revand û li beramberî berdana wê 5 milyon lîreyên Sûriyeyê ji malbata wê girtin.

Di 27’ê Tebaxê de

Li gundê Mosaka yê herêma Raco ya kantona Efrînê çeteyên girêdayî artêşa Tirk, welatiyê bi navê Şêrwan Mistefa (34 sal) ji werşeya wî ya dirûtinê ya li Efrînê revandin.

Di 28’ê Tebaxê de

-Artêşa tirk û çeteyên wê piştî 9 welatiyên navçeya Şiyê ya kantona Efrînê bi awayekî hovane êşkence kirin .Navên kesên ku hate revandin û miqdarê her kesî ku pere dan li gorî çalakvanan wiha ne: Sehîd Koçer 15 hezar dolar, Semîr Koçer 15 hezar dolar, Wetenî Koçer 6 hezar dolar, Umer Cemîl Hebeş 3 hezar dolar, Reşîd Cemîl Hebeş 3 hezar dolar, Cemîl Hebeş 2 hezar dolar, Ismet Ereb 40 hezar dolar, Rimedan Haşim hezar dolar, Nezmî Mihemed Dawûd ji aliyê serçeteyê bi navê Ebû Emşe ve bi kehrbe hate êşkencekirin û 4 hezar dolar da.

Di 29’ê Tebaxê de

-Artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê li navçeya Şêrawa ya Efrînê 22 welatî revandin û îşkence li wan kir. Çavkaniyekî ji gundê Endarê yê navçeya Şêrawa çeteyên bi navê Hemzat, 6 welatî ji gund revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin. Navên welatiyên hatine revandin wiha ne: Reşîd Xalid (23), Ehmed Reşîd (22), Dilo Reşîd (20), Şiyar Elî (25), Necim Elî (35) û Xalid Elî (50).

-Li gundê Birc Heyderê yê navçeya Şêrawa çeteyên girêdayî artêşa Tirk ên bi navê Feyleq El-Şam 16 welatî ji gund revandin. Navên welatiyên hatine revandin wiha ne: Bekrî Reşîdo Hesen (60), Mihemed Mehmûd Gulê Xeyrî (57), Nebo Mihemed Gulê Xeyrî (33), Ehmed Mihemed Gulê Xeyrî (28), Kemal Xelîl Hesen (20), Xiyas Xelîl Silêman (32), Mihemed Hemo Silêman (33), Arif Ebûd Silêman (47), Umer Ebûd Silêman (44), Silêman Ebûd Silêman (40), Ehmed Mehmûd Gulê Xeyrî (43), Xelîl Nebû Gulê Xeyrî (46), Mistefa Îbrahîm Gulê Xeyrî (54), Silêman Mihemed Gulê Xeyrî (60), Elî Mistefa Hesen (45), Silêman Ehmed Silêman (20).

Di 30’ê Tebaxê de

-Artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Başimrê û gundê Mezin Şêrawa ya navçeya Efrînê top baran kir.

-Artêşa Tirk û çeteyên wê ji gundê Coqa yê girêdayî navçeya Mabata û li taxa Mehmûdiya welatiyek bi navê Hisên Ebdulrehman Reşo (38) revandin, piştî êşkence kirin, erebeya wî dizîn.

-Artêşa Tirk û çeteyên wê yê bi navê Feyleq El-Şam li gundê Kebşîn ê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bi dehan sivîl revandin û milkên wan talan kirin.

Teqînên di nava bajarê Efrînê de

Di 29’ê Tebaxê de

-Li ser riya Racoyê li nêzî çerxeriya Newroz bombeyek teqiya, di teqînê de 3 leşkerên artêşa Tirk, yek çete û 4 kes ji Xûtayê hatin kuştin. Her wiha zêdeyî 20 kes birîndar bûn, rewşa piraniyan birîndaran giran e.

Di 30’ê Tebaxê de

-Li nêzî Çerxerêya Kawa ya navenda bajarê Efrînê teqînekê rû da û tu agahî der barê ziraran de bi dest neketin. Her wiha çavkaniyan ji Efrînê diyar kir ku malbatên çeteyan ên ku xwe li Efrînê bi cih kirine ,ber bi gundên ser sînor ve direvin.

02.09.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً