LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Binpêkirinên li ser Bakur û Rojhilatî Sûriyê

Binpêkirinên li ser Bakur û Rojhilatî Sûriyê

NAVENDA NÛÇEYAN – Herêma Bakur û rojhilatî Sûriyê ku ji heremên herî bi ewle ên li Sûriyê ne rastî her cure êrîşan tê bi Taybet ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê ve. Di nava heftiyekê de li heremên Bakur û rojhilatî Sûriyê teqîn, revandin û kuştina sivîlan di armnca herdu hêzên nav borî de ye. Armanc ji van êrîşan hedef girtina ewlehiyê û tola wan hêzan a ne serwerî û rehet tevgerandina wan e.

Herêmên Bakur û Rojhilatî Sûriyê cardî rastî her cure êrîşan tê, taybet ev êrîş li ser kantona Efrîn a ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên ASA ve hatiye dagirkirin di asta herî jor de ye. Di dîmen û agahiyên ji Efrînê tên hate eşkere kirin ku yên li Efrînê dimînin DAIŞ’î ne ku ev yek di rêbazê gefxwarina li sivîlan her weha belgeyên li ser çeteayn derdikeve holê. Di nava heftiyekê de şaneyên girêdayî DAIŞ’ê ku dixwazin tola têkçûna xwe li Dêra zorê navenda wan ya herî dawî hildin teqînan li çend hereman hewil didin çêkin. Ji aliyê dewleta Tirk ve jî êrîşa xwe ya li ser Efrînê tundiya wê zêdetir kiriye û sivîl di nava pencê wan de direvin û xwe bi zorê eger bi dest wan keve xelas dikin.

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK

Di 31’ê Tebaxê de

Artêşa Tirk û koma çete ya bi navê Feyleq El-Şam girtin ser gundê Kebşîn ê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê û bi dehan gundî revandin û birin cihekî ne diyar.

Di 1’ê Îlonê de

-Erebeyek bomebebarkirî li nêzî deriyê ketina bajarê Efrînê hate teqandin, ji ber teqînê ziyanên madî çêbûn.

-Leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê ku heman rêbazên çeteyên DAIŞ‘ê bi kar tîne, li gundê Badîna yê Efrînê gefa kuştinê li welatiyê bi navê Xesan Fewozî Hesen dixwe ku heke 10 mîlyon lîreyên Sûrî nedin.

-Artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê 4 gundê (Kebaşîn, Biric Heyder, Kefer Nebû, Biric Silêman) navçeye Şêrewa dorpêç kirin û çûn û hatin qedexekirin.

Di 2’ê Îlonê de

-Artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê 3 weletiyên bi navê Xelîl Mihemed Xelîl (35), Eymen Hemdûş û Ezû ji taxa Mehmûdiyê ya Efrînê revandin û wan birin cihekî ne diyar.

-Artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê agir berdan mal û erdên welatiyên gundê Kewanda ya girêdayî navçeya Raco ya Efrînê , ku di encamê wê de gelek mal û dar hatin şewtandin.

-Çeteyên Firqa El Hemzat keça bi navê Emel Umer Hisên ji taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê revandin û ber bi cihekî ne diya ve birin.

Di 3’ê Îlonê de

-Artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê du birayên Êzidî bi navê Ebdo Hamek ê 64 û Bahrî Hamke ê 60 salî revandin. Xizmên her du birayên hatibûn revandin beriya niha ji aliyê çeteyan ve hatibû qetilkirin.

-Arêtşa Tirk û çeteyên girêdayî wê li devera di navbera gundê Şediya û Hopkayê de 6 hezar darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Behrî Ebdî û zêdeyî 50 hezar ên welatiyê bi navê Nesan Mihemed Bekir şêwitandin yên girêdayî herêma Racoya ya kantona Efrînê bi qasî 3 km zeviyên Zeynal Hesen û Fexrî Hesen hate şewitandin.

-Çeteyên Firqa El Hemzat welatiyên bi navê (B.S) ji navçeya Cindirêsê revandin û ew işkence kirin.

Artêşa Tirk û çeteyê wê di êrîşên xwe diavêjin xwezaya Efrînê û bi hezaran darên zeytûnan yê gundê Xirbit Simaq ya girêdayî navçeya Racû ya Efrînê şewitandin.

Artêşa Tirk û çeteyê wê erdê welatiyên Efrînê desteser kirin û bi biryara nû ya ku derxistin ku erdê wan vediguhêzin li ser navên xwe û bikirê didin wan ku zeviyên xwe biçînin.

Di 4’ê Îlonê de

Arêtşa Tirk û çeteyên girêdayî wê gundê Birîmic a girêdayî navçeya Mebata ya Efrînê dorpêç kirin û zarokên ji temenê 10 salî heyanî 80 salî direvînin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Di 5’ê Îlonê de

Artêşa Tirk û çeteyê wê welatiyê bi navê Kawa Umer yê 32 salî ji gundê Darkîr ya girêdayî navçeya Mebata ya Efrînê revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Artêşa Tirk û çeteyên piştî ku mal û milkên welatiyên gundê Mîdan Ikbas ya girêdayî navçeya Raco talan kirin malên welatiyan şewitandin.

ÊRÎŞÊN DAÎŞ’Ê:

Di 31’ê Tebaxê de

Zarokên cêwî Yildiz Mustefa û Azad Mustefa (6) û kurê apê wan Çekdar (5) ku ji Efrînê û li Şehbayê bi cih bûne, dema ku dilîstin mayînek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ‘ê bi wan ve teqiya û encam de her sê zarok birîndar bûn.

Di 1’ê Îlonê de

-Li navçeya Silûkê ya girêdayî kantona Girê Spî bombeyek ku di torekî çopê de hatibû bicihkirin, teqiya. Di encamê de 3 karkerên paqijiyê û endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn, welatê bi nave Xelîl Mihemed Berho yê 32 salî yê ku bi giranî birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.

-Li kolana El-Rabîte ya bajarê Minbicê motorsiklêtek teqiya, di encamê de du zarok birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn.

08.09.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً