LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE 09/09/2018

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE 09/09/2018

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ:

*Artêşa Tirk îşkencekirina welatiyên Efrînê bi plastîka helandî bi ser cendekên welatiyan de dihelîne.

*Artêşa Tirk 10 welatiyên sivîl ên gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrewa revandin ku di nava wan de jinek jî heye û ber bi cihekî nediyar ve birin.

*YPG`ê diyar kir ku di encama çalakiyên hêzên wan li Efrînê de, du çeteyên din hatin kuştin.

*Li deverên agirbesta Rûsya û Tirkiyeyê li parêzgeha Idlibê piştî binpêkirinên ji ber topbaran û êrîşên esmanî bêdengiyeke baldar heye. Li aliyekî din koçberiya welatiyên Idlibê berdewam dike.

BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKÎ:

*Rojnameya ElHeyat diyar kir ku Enqere hewl dide rê li pêşiya şer bigire û hewl dide Cebhet El-Nusra beriya lûtkeyê bihelîne da ku Erdogan vê serkeftina xwe pêşkêşî maseya lûtkeyê bike.

*Artêşa Tirkiyê karwaneke leşkerî nû ber bi Kilîsê li nêzîkî sînorê Sûriyê birê kir.

*Serokomarê Tirkiyê Erdogan ragihand ku encamê herî giring ê lûtkeya Tehranê lihevkirina li ser berdewamkirina agirbestê ye.

BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ:

*Balafirên şer ên dewleta Tirk  bombeyan li derdora Amediyê dibarîne.

*Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî tekez dike, hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî de birêve diçin. her wiha aşkere kir ku ew ê ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bicivin û tewera sereke ya civînê, çawaniya beşdarîkirina di hikûmeta nû ya Iraqê de dibe.

*Çeteyên DAIŞê li Kerkûkê boriyeke petrolê teqandin. Rêveberê Asayîşa Kerkûkê jî got, ji ber ku pêşmerge ne li wir in li wê herêmê valatiya ewlekariyê heye.

*Rayedarên Iraqê qedexeya derketina derve bi dawî kir. Rewşa siyasî ji ber nakokî û parçebûnan li ser bingeha helwestên li hemberî xwepêşandanan dijwartir dibe.

*Serokomarê Iraqê Fûad Masûm li ser êrîşa rejîma Îranê li Koyê wiha anî ziman binpêkirina ewlekariya welatekî ve bûyereke metirsîdar e û ev daxwaz ji Îranê hate kirin: “Ji bo berjewendiyên dewlet û gelê Îranê, deriyên diyalog û lihevkirinê li aliyan vekin. Pirsgirêkan bi rêbazên aştiyane û dîplomatîk çareser bikin.

*Cîgirê Serokê Desteya Heşdî Şeibî Konsolxaneya Amerîkî ya li Besrayê tometbar kir, ku li pişt xwepêşandan û tundiyên li Besrayê ye.

CÎHAN:

*Rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku Amerîka li hemberî gumana derketina komkujiyeke mirovahî li bajarê Idlibê di van rojên pêş de hişyarî da. Kirêmlîn jî banga serokê Amerîkayê Donald Trump ya beralîkirina çalakiya leşkerî li Idlibê red kir ku dibe karesateke mirovahî bi xwe re bîne.

*Hevkariya di navbera Moskov û Tehranê de zelal bûye da ku şerê li dijî parêzgeha Idlibê bi lez bikin, beriya ku lûtkeya dewletên misogerkar ên “Astana” ku dê li Tehranê were lidarxistin.

09.09.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE 26/08/2018

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ: *Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel YPG Nûrî Mehmûd ragihand ku …

اترك تعليقاً