LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Rêze civînên ji bo Sûriye esasê dirêjkirina aloziyê ye

Rêze civînên ji bo Sûriye esasê dirêjkirina aloziyê ye

NAVENDA NÛÇEYAN-Di Şîroveyên ku aloziya Sûriye û planên ku hatine amadekirin hêdî hêdî aşkere dibin û paç li ser xwe davêje, rastiya lidarxistina civînên ji bo rewşa Sûriye derdikevin holê ku ev bi xwe re bi dirêjhiya salên şer parçekirin, parvekirin û guhertina demografiya Sûriye aniye.

Ev 7 salin şerê li Sûriye dewam dike, qaşo ji bo ku ev rewş were çareserkirin dewletên bi bandor li ser Sûriye hin civîn û kongir plan kirin da ku rewşê çareser bikin, lê di rastiya xwe de ev civînên ji bo çareseriyê armanc jê çi bûn û ev dewlet çi di Sûriye de dixwazin û Sûriyeke çawa ji bo xwe dihlbjêrin mijara nirxandinê ye.

Şerê ku li Rojhilata Navîn destpêkir çirûska wê li Sûriye vêket ku bi vê yekê Sûriye bû qada kombûn û mûdaxeleya gelek hêzan, an jî bû şerê wekaletiyê eger gotin têrê bike. Di vê çarçoveyê de pêvajoya 7 salan dirêj kir, lê di roja îro de piştî ku ew hêzên wekîl ji holê hêdî hêdî têne rakirin êdî Sûriye bûye qada şerê hêzan bi xwe ango dewletên ku xwestin li Sûriye hesabên xwe tesfiye bikin raste rast li beranberî hev tên. Emerîka, Rûsya,Israyil, Tirkiye, Îran, Ferensa û Birîtaniya xwestin ku ji bo Sûriye hin mijaran lipêşxin, li gorî van dewletan çareserî Cinêv, Astana û Sotşî bû, lê di rastiya xwe de û li gorî armancên van civînan aşkere bû ku armanca yekem dirêjkirina aloziya Sûriye û perçebûna di nava Sûriyê de ye.

Cinêv ji bo gelê Sûriyê çi çareserî anî?

Emerîka ku bi riya Cinêvê dixwest serweriya xwe li ser danusteninên Sûriye bike ne gihişt ti armancê tersî wê civînên ne cidî hatin lidarxistin, li gorî bercewndiyên wan, her weha heta kêliya niha jî ev civîn bê bandore û xerabiyê bi ser rewşa Sûriye de anî û kesên ku têne hilbjartin wekî nûnerên gelê Sûrî ew bi xwe kesên girêdayî van dewletane û ji bo bercewndiyên wan kar dikin û li dijî bercewndiyên gelê Sûrî gavan davêjin mîna koalisyona ku xwe wekî nûner nîşan dide lê ew bi xwe komên çete yên ku bajarên Sûriye û bi taybet bakurê Sûrî mîna Efrînê talan dikin û îşkenca gel dikin, di heman demê de ENKS a ku dewlet wê tevlî danûstendinan dike û wê wekî nûnerên kurdan nîşan didin tahalifek bê bandore û tu car nûnertiya kurdan nekirye ji ber ku ew bi xwe nûnertiya madiyatê dikin û di bin bandora Erdoxan û komên bi navê Opozisyonê de ne.

Ji aliyekî din ve Rûsya, Tirkî û Îran ku ji Cinêv ne razîbûn û xwestin ku gavên ji dervey wê bavêjin ji bo çareserî kongirên Astana û Sotşî avakirin da ku Emerîka bê bandor bikin û ew li gorî xwe sînoran diyar bikin.

Astana û guhertinên Demografîk

Piştî destpêkirina civînên Astana di navbera Rûsya, Tirkî û Îran de tam rewşa Sûrî hat guhrtin û ber bi pêvajoyek nû ve çû, bi vê gavê heremên kêm pevçûn hatin ragihandin û li gorî vê biryarê desthilata Rêjîma BAAS li ser xaka Sûrî ji sedî 20 gihşte ji sedî 60 û bi vê yekê koalisyona Sûr ber bi nefesa dawî de çû.

Ji aliyekî din ve piştî têkçûna projeyên Tirkiyê li ser xaka Sûrî û bi taybet di dema bingeftina DAIŞ ê li dijî kurdan ku aşkere AKP piştgirya wê dikir û ev yek di şerê kobanê de diyar bû û rewşa aborî ya xerab ya Tirkiyê, Tirkiyê berê xwe da Rûsya da ku wê ji vê kawsê xelas bike, bi vê yekê Rûsya ji aliyê xwe ve xwest bi riya Tirkiye komên çete li Sîriye tesfiye bike û Tirkiye jî xwest ku bi riya Rûsan him aboriya xwe û desthilata xwe û lingê xwe li Sûrî xurt bike. Li gorî armanca hevdîtinên Astana hewldanên kêmkirina şer dihat belî kirin lê di cewherê xwe de şer li dijî rêjîma BAAS hat rawestandin û dagirkeriya Tirkiye li Sûriye rewa kir.

Tirkiye ji Heleb destpêkir û radestî rêjîm û Rûsya kir beranberî herema Cerablus, Ezaz û Babê, piştre Tirkiye berê xwe da Şamê û bi riya wê Xûta û gundewarê Şamê hat radestkirin beranberî Efrîn û ji aliyê din ve Dera bi planeke hevbeş ket destê rêjîma Sûrî de û niha Idlib bûye rojev û plan li ser tê amdekirin.

Titşa aşkere dibe Astana civînên ji bo parçekirin û serweriya hêzên ku navê garantor li xwe kirine Rûsya Tikriye û Îranê dihate lidarxistin. Rûsya ku pêşengtiya vê projeyê dikir û xwe wekî xwediyê malê hesab kir di riya Astana de hevpeymanên xwe razî dikir û ew bi vê yekê xwe li Sûriye bi cih dikir lê di encam de xaka Sûriye hate parçekirin û guhertineke demografîk a Sûriyê hate jiyan kiirn ku heta niha jî berdewame.

Nexşeya ji bo Idlibê ku li Tehranê hate encamdan

Civîna hebeş di navbera Rûsya, Tirkî û Îran de ku di 7’ê Îlonê de hat lidarxistin nakokiyên wan ji bo rewşa bajarê Idlibê diyar bû. Erdoxan ji Potîn û Rohanî xwest ku şer li Idlibê raweste û xwest vê yekê bi pêvajoya siyasî girêbide lê Potîn û Rohanî ev yek qebûl nekirin û berdewamiya şer xwestin û hinceta wan Cebhet El Nusra û DAIŞ bû, ku ew ne di nav danûstendinên çareseryê de ne.

Di heman demê de Potîn helwesta xwe ji bo vegera giştî xaka Sûrî ji bo rêjîma Sûrî anî ser ziman, ev yek jî ji bo Erdoxan gavek ne baş bû ji ber ku eger operasyon li ser Idlib were destpêkirin wê demê planên Tirkan li wê heremê têk diçe ji ber ku ew piştgiriya komên çete dike û bandora wê kêm dike, Tirkiye beriya civînê xwest rewşê li Idlibê bi helandina Tehrîr El Şam çareser bike û rêdan koma bi navê Nûr Eldîn Zinkî ku bi vî erkî rabe lê nikarîbû ti guhertinan çêke lewra li gor ku diyar dibe Rûsya wê êdî derfetê vê çareseriyê ji dest tirkan derxîne û ew bi xwe mudaxle bike.

Dê rojên bê ji bo Idlibê şerekî giran be, ku di daxuyaniya hişk a Potin de ya ne raste rast ji Erdogan re ku “ew nûnertiya terorîstan dike” operasyonê bi ser Idlibê de bibin.

Encamên civînên ji bo çareseriya Sûriye

Di asta nirxandina civînên ji bo çareseriyê Sûriye de di serî de demên ku ev civîn têne lidarxistin de giringe. Eger mirov balê bikşîne li ser demên ku civîn têne lidarxistin diyar dibe ku welatên bi hêz ku dixwazin mûadeleya şer an jî serweriyê bugherin di demên ku wê plan werin lidrxistin de parçekirin û paravekirina xaka Sûriyê tê kirin. Taybet ev di civînên hersê aliyên garantor li Sûriyê derket holê ku ji ber wan civînan Heleb ji komên çekdar hate vala kirin û pêre jî rê ji dagirkeriya Sûriyê ji bakurê Sûriyê re vekir û ew bi xwe re serweriya Tirkiye ya ser sînorê Sûriye anî ku heremên Cerablus, Rayî, Bab û Ezaz dagirkir û di berdewamiya wan civînan de jî derket holê ku Xuta hate valakirin û ev di Efrînê de encamdan. Îro jî rêz li Idlibê ye ku niha danustandin ji bo wê berdewam dikin lê diyare ku dê ji bo Tirkiye jî alternatîfek din hebe. Analîzvan di vê derbarê de aşkere kirin ku egere lihevkirinek di navbera Rûsya û Tirkiye de li ser operasyona Idlib çêbibe dê ji bo Başûr rojavayê Idlibê be ku ew ji bo Rûsya kontrola Cisir Elşixûr û riya ku diçe Helebê ye.

(Rohan Ebdulah)

11.09.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً