LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Binpêkirinên li ser Bakur û Rojhilatî Sûriyê

Binpêkirinên li ser Bakur û Rojhilatî Sûriyê

NAVENDA NÛÇEYAN -Li ser heremên Bakur û rojhilatî Sûriye de êrîş berdewamin di nava heftiyekê de hêzên dagirker ku dixwazin aramiya heremê xerab bikin bi mayîn,aktîv kirina şaneyên xwe û êrîşan li ser sivîlan pêk tînin.

Dewleta Tirk ji aliyekê de ku herêma Efrînê dagir kiriye û di guhertina demografiya heremê de berdewam dike de, asta işkenceya li ser sivîlan taybet li ser jinan didomîne, dewleta Tirk û çeteyên xwe bi van binpêkirina hemû yasayên navdewletî taybet ên bi jin û zarok binpêkiriye. Ji aliyekî din ve jî çeteyên DAIŞ’ê ku nefesa xwe ya dawî li heremên rojhiatî Sûriye dikşîne bi pêvgava Bagera Cizrê li ser herêma Hecînê, çeyetên DAIŞ’ê ku dixwaze hebûna xwe li hermê mayinde bike, şaneyên xwe di nava sivîlan de aktîv dike û teqînan pêk tîne.

Di heman demê de rêjîma Sûriye ku di vê dema dawî de gelek tevlîheviyan di heremê de dike, berê xwe dide heremên ku piraniya xwe ji netewên dine da ku wan li dijî sîstema heyî bide xebitandin. Lewra ew jî bi teqîn û tehrîk kirinê radibe.

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK:

Di 6’ê Îlonê de

Çavkaniyekî herêmî diyar kir ku çete û leşkerên artêşa Tirk girtin ser gundên Avraza yê navçeya Mabata ya Efrînê û bi dehan kes revandin û birin cihekî ne diyar. Li gorî çavkaniyan ji kesên hatine revandin: (Elî Muslim Xelûf (61) û Heqîl Reşad Heqîd). Çete malbatên welatiyên hatine revandin tehrîk dikin û fidiyê ji wan dixwazin.

Li gundê Coqa yê Mabatayê çeteyên dewleta Tirk girtin ser gund û ciwan û zilamên gund revandin û li jinan xistin. Her wiha milkên wan talan kirin û telefonên wan ên destan desteser kirin.

Di 7’ê Îlonê de

Artêşa tirk û çeteyên wê 3 welatên bi navê Xalid Mihemd Hesen (26), Zekeriya Sebrî Emarî (25) û Esad Sebrî Emarî (22) ji gundê Mosaka yê girêdayî herêma Raco revandin û bi armanca ku pereyan ji malbatên wan bistînin bi awayekî hovane ew êşkence kirin.

Artêşa tirk û çeteyên wê 3 welatî ji gundê Afraze yê girêdayî navçeya Mabata revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Serçteyên koma bi navê El-Feyleq El-Salis a girêdayî artêşa tirk şêniyên Efrînê û gundewarên hişiyar kirin ku piştî saet 20:00`an derketina derve qedexe ye û her kesê ku vê yekê pêk neyine dê were girtin û hesab jê were xwestisn.

Artêşa tirk û çeteyên wê welatiyên Efrînê digrin û kesên ku li ser bendên kontrolê derbas dibin nasname û telefonên wan ên destan desteser dikin.

Leşker û çeteyên koma Lîwa Sultan Silêman Şah a ser bi dewleta Tirkiyê ve bi behaneya ku hêzên wan parastina şêniyan dikin bace li şêniyên gundê Çeqla yê navçeya Şiyê yê kantona Efrînê ferz kirine. Çeteyan 2 hezar dolar wekî bace ferz li her malbatekê kiriye û ji bo dayîna baceyê hefteyek muhlet da.

Li navçeya Şerayê dane zanîn ku çeteyên Furqet Sultan Murad li firoşkarekî sotemeniyê ji bajaroka Meydankê xistin û sotemeniya wê desteser kirin.

Di 8’ê Îlonê de

Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê yên bi navê El-Cebha El-Şamiya du welatî ji taxa El-Eşrefiyê ya navnda bajaraê Efrînê revandin. Her wiha çavkaniyan gotin, ew kes bi armanca ku fidiyê bidin çeteyan hatine revandin.

Di 9’ê Îlonê de

Li gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê ragihand ku leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wan ên di bin navê Tabûra Ehrar El-Şam de 10 welatiyên sivîl ên bi navên Henan Şêrwayî, Ferhad Ebdo, Mûsa Ebdo, Mistefa Mehmûd, Zekî Îbiş, Henan Îbo, Ferîd Kalo, Mistefa Kalo, Zekî Kalo û Emîne Nûrî Ebdo revandin.

Li navçeya Raco ya Efrînê ragihand ku leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê yên girêdayî koma Ehrar El-Şerqiye, welatiyê bi navê Hisên Şêxo Bekir ê (65) piştî îşkenceyên giran kuşt û hemû mal û milkên wî talan kirin. Dagirkeran her wiha bi darê zorê malbata wî ji gund qewitand.

Li gundê Coqê yê Efrînê leşkerên artêşa Tirk û komên çete yên bi navê Feyleqa Duyemîn bi ser gundê Coqê yê girêdayî bajarê Efrînê de çûn û 5 welatiyên sivîl revandin. Her wiha artêşa Tirk rêbazên nû di îşkencekirina welatiyan de diafirîne û yek ji van rêbazan plastîkê bi ser cendekê (laş) kesên hatine revandin de dihelîne.

Leşkerên artêşa Tirk û çeteyên Furqet El-Hemzat û Ehrar El-Şam ên ser bi dewleta Tirk ve, girtin ser gundê Kurzêlê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê û 50 welatî revandin, di heman demê de mal û milkên wan talan kirin. Ji kesên hatine revandin “Ferhad Hemkaro (25), Mezlûm Qicê (25), Hisên Qicê (20), Zekî Hemkaro, Nûrî Hecî (45), Mihemed Şamî (55) û Sibhî Setaf (60).

Leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê dîsa jî, girtin ser gundê Kurzêlê yek jê jin û 10 kes revandin.

Di 10’ê Îlonê de

Komên çete ji bajarê Marai ya ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê bi hawnan topbaran kirin . Ji ber topbaranê ziyanên madî çêbûn.

Leşkerên artêşa Tirk jina bi navê Emîna Ebdo a ji gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawayê revandin û birin cihekî ne diyar.

Di 11’ê Îlonê de

Zarokek 9 salî ji ber teqîna mayînekê ku çeteyan li kolana Fîl nêzî stasyona pertrolê ya Eyşê ya navenda bajarê Efrînê bi cih kiribûn jiyana xwe ji dest da.

Di 12’ê Îlonê de

Zarokê bi navê Alan Ehmed Birîm (15) ji taxa El-Eşrefiye ya navenda bajarê Efrînê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve bêyî ti sedeman nîşan bidin, hate revandin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê 3 zarokên bi navê Menan Îsmaîl (15), Ehmed Hesen Mustefa (16) û Ferhad Mustefa (17) ji gundê Kefer Şîlê yê girêdayî kantona Efrînê bê sedem revandin.

Li gundê Dargirê yê navçeya Mabata ya kantona Efrînê leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê yên “Şiêtat û Cebha El-Şamiya” 5 jin ji gund revandin û ji bo serbestberdana wan daxwaza 150 hezar lîreyên Sûrî kirin. Çavkaniyan destnîşan kir ku dagiarkeran jin berin girtîgeha navenda navçeyê.

ÊRÎŞÊN RÊJÎMA SÛRIYÊ:

Di 12’Îlonê de

Li bajarê Minbicê teqînek pêk hat ,Teqîn li nêzî cihê şiştina erebeyan li dawiya kolana El-Hekme ya bajarê Minbicê pêk hat. Di encamê de zarokekî jiyana xwe ji dest da.

ÊRÎŞÊN DAÎŞÊ:

Di 11’ê Îlonê de

Mayinek di zarokê bi navê Cuma Emîn (10) de dema ku êzing li derdora mala xwe kom dikirin teqiya. Di encamê de zarok bi giranî birîndar bû û 4 tiliyên wî yên destê rastê û tiliyeke destê çepê qut bûn.

16.09.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً