LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Dixwazin heremên bi ewle li Sûriye tevlîhev bikin?

Dixwazin heremên bi ewle li Sûriye tevlîhev bikin?

NAVENDA NÛÇEYAN -Li heremên ku di bin serweriya rêvberiya xweseriya demokratîk de ye di dema dawî de rewşên taybet derdikevin ku dibin sedema gelek alî û hêz li ser siyasetê dikin. Eger ku em balê bikşînin ser buyerên di demên dawî de taybet li heremên ku rû dane derdikeve holê ku ew buyer ji aliyê hin hêzan ve li ser wan pêkhateyan ve tehrîk kirin û tevlîheviyek heye. Di buyerên ku herî dawî li heremên Bakur û Rojhilatî Sûriye rû dane de teqîn, girtina şaneyan, meş û xwepêşandanên pêkhateyên din derket. Gelo çima ev buyer di demeke wiha de, sedem çi ye û kî berpirse?

Encamê propoxenda di nav civakê de û hewildanên şerekî nû

Di nava civaka Bakur û rojhilatî Sûriye de ev demke ku propoxenda tê kirin ku hevdîtin di navbera rêjîma Sûriye û MSD’ê de çêdibin û li ser hin xalan lihevkirine, lê gelo rastî çi ye û armanc ji van prpoxendeyan çi ne û kî li paş wê disekine?

Rêjîma Sûrî ku ev demke propoxendeyan di nav civakê de belav dike ku ew li çareseriyê digere û ti armancên wê yên cuda tune ne lewra danûstendinan bi her alî re qebûl dike nîşan dide. Li gorî rewşa ku diqewime de û di bin vî navî de rêjîma Sûrî rêjeyek mezin ji xaka Sûrî xist bin kontrola xwe de mîna gundewarê Şam, Humis, Dera û neha jî Idlib, lê niha berê xwe daye herêma Cizîrê ya di bin kontrola rêvberiya xweseriya demokratîk de û hewil dide ku van propoxendeyan belav bike. Li gorî ku aşkere dibe rêjîma Sûriye her ku diçe dixwaze danûstendinên bi rêvberiya xweser re dirêj bike û li dora çareseriyê bizîvire, sedema vê yekê jî ku zêdetir serweriya xwe li ser erdê ferz bike da ku destê wê li ser masê xurt bibe. Lê yê ku dibe alîkar bi belavkirina van propoxendeyan ENKS’ê ye ku aşkere vê mijarê dike rojeva civakê û bi awayekî teşhîr kirinê gelê bakurê Sûrî tehrîk dike.

Buyera Qamişlo ya girtina dibistanên Xiristyanan bû cihê nîqaş û gelek nerazîbûnan taybet ji aliyê rêjîma Baas ve lê di rastiya xwe de û li gorî peywendiya me ya bi aliyên têkildar re hate zanîn ku di wan dibistnan de sîstema rêjîma Sûriye tenê dihate dayîn lewra ev yek ji aliyê rêjîma Sûruye ve hate tehrîk kirin.

ENKS’ê çi propoxenda belav dike?

Eger ku em rewşa ENKS’ê di têkiliyên wê bi rêjîma Sûriye re tenê meyze bikin ewê derkeve holê ku ti lihevkirin ango têkilî dernekeve û ev ji ber du sedeman tê. ENKS’ê vê bi rêbzaekî ku tê gotin (Beriya ez bibim şîv ezê te ji xwe re bikin firavîn) bikartîne. Lewra di hemû daxuyaniyên ENKS’ê de bê navber rêvberiya xweseriya demokratîk bi têkiliya bi rêjîma Sûriye re tewanbar dike. Di daxuyaniya herî dawî ya ElMuelem de jî aşkere bû ku ElMulim rêvberiya xweser wekî sîstem red kir û tekez kir ku têkiliyên wan bi hin aliyên kurdî re hene.

Siyaseta ENKS’ê eynî siyaseta Mare, ENKS’ê di nav civakê de rêvberiya xweser bi alîkariya bi rêjîma Sûrî re sûcdar dike lê li kêleka wê ew bi xwe banga hevdîtinan dike. ENKS’ê ne danûstendinan dixwaze, ne çareseriyê dixwaze, lewra ENKS’ê dewamiya nakokiyan dixwaze da ku Tirkiye razî bike û ew bi xwe ji van nakokiyan sûd digre, ji ber ku hebûna nakokiyan hebûna ENKS’ê ye. Gelek aliyên têkildar li heremên Bakurê Sûriye aşkere dikin ku ENKS di demek wiha de bi plan derdikeve ku dijberiya xwe nîşan dide. Aliyan tekez kir ku ENKS perspektîvan gelek caran ji rêjîma Sûriye jî dixwaze heta hin berpirsên wê fon jê digrt jî. ENKS’ê bi dewamiya 7 salan ji şoreşa Sûriye propoxenda li dijî hêzên YPG, YPJ û QSD û sîstema rêvberiya xweser dike lê tenê rêbaz diguhere, lê di dema dawî de giranî daye hevdîtinên di navbera Rêjîma Sûrî û MSD’ê de. Di vê derbarê de rêvberiya di vê encûmenê de a bi navê Fesla Yûsiv ji kenala Rudawê re ragihand ku hevdîtinên MSD’ê ne ji bo xizmeta doz û nûnertiya gelê Kurde.

Hêzên wekî rêjîma Sûriye ku bi rêbazê xwe yê parçe bike û birêvebibe tê naskirin, li ser partiyên kurdî jî ev polîtîka taybet meşandiye. Eger ku em li lêkolînan vegerin di destpêka şoreşa Sûriye de hejmarek ber bi 40 partiyên kurdî hatibûn avakirin û hemû jî cuda di buroyên xwe de nûnertiya gelê kurd dikirin. Ev rewş tekez dike ku hin aliyên ku wan birêvedibin hene lewra hin partiyên ku bi riya rêjîma Sûriye ve jî têne meşandin jî hene û nimûneya yekemîn kesayetê bi navê Hemîd Hac derwêş e ku niha serokatiya partiya peşverû dike. Hac derwêş wekî partiyekê ku eynî zihniyeta ENKS ye di dema dawî de banga avakirina şandeyekê hevbeş kir ku bi rêjîma Sûriye re bicivin.

Armanc ji hevdîtina şanda ENKS’ê bi partiya Aşûrî re ?

Ji aliyekî din ve ENKS’ê bi hin nakokiyên din re jî mijûl dibe, çawa ku propoxenda reşkirina hevdîtinan dikir niha jî berê xwe da mijarên pêkhateyên Xiristyan. Lewra di 30’ê Tebaxê de şandek ENKS’ê serdana navenda Aşûryan li Qamişlo kir, şanda ENKSê ji Sûad Elmele, Fêsel Yosif, Nimet Dawd û Ebd Elsemed Xelef biro pêk dihat. Di serdanê de nîqaş li ser rewşa Sûrî hat kirin, her weha herdu aliyan derbarê girtina dibstanên Xiristyanan ji aliyê rêvberiya xweser ve rexne kir û gotin ku ew minhacê rêvberiya xweser qebûl nakin û nabe navendên xiristyanan werin girtin. Di mijara girtina dibstanên xiristyanan de ENKS’ê dixwaze pir feydê ji vê mijarê bike, lewma di daxuyaniyên xwe de eynî terzê rêjîmê dide meşandin, ENKS’ê bi vê civîna xwe car din tekezî li ser qebûlkirina minhacê rêjîmê dike lê minhacê Kurdî qebûl nake lewma giranî dide vê mijarê û desteka vê gavê dike da ku nakokiyan di nava pêkhatyên heremê de zêde bibe.

ENKS’ê çi ji van propxendeyan dixwaze ?

Wekî ku me çawa li jorê jî anîbû ziman ku sedema van propoxendeyan tevlîhevî û aramiya heremê xera kirine. Lê tişta ku divê zelal bibe ewe ku ENKS beranberî çi vê yekê dike, tekez ne ji xwe de ye. Li gorî agahiyên ku hatine bidest xistin de hate aşkere kirin ku ENKS ku xwedî têkilyeke xurt a bi rêjîma Sûriye re ye vê yekê beranberî madiyetê dike. Çavkaniyên taybet aşkere kirin ku rêveberê ENKS û nûnerê wê di Koalîsyona Sûriye de Ebd Elhekîm beşar a bi ser opozisyonê de ku nerme û di bin sîwana rêjîm Sûrî de ye xwedî peymane bi rêjîma Sûriye û fon jê digrt. Di vê derbarê de belge rastiya vê yekê radixîne. ENKS di hemû daxuyaniyên xwe de dibêje ku ew nûnertiya gelê Kurd dike, lê di rastiya xwe de egere em baş lê binerin dê derkeve ku ENKS ji ber dixwaze cihekî ji partiyên xwe re peyda bike bi her dewlet û dijminî re dikeve têkiliyê.

Piştgiriya ENKS’ê ji êrîşa ewlekariya leşkerî li Qamişlo

Di 8’ê Îlonê de li kantona Qamişlo ya bi ser herêma Cizîrê ve 3 erebeyên ewlekariya leşkerî ya rêjîma Baas’ê li heremên di bin kontrola Asayşa Bakurê Sûriye de hejmarek ji ciwanan girtin, lewra di navbera herdu aliyan de pevçûn derket û di encamê de 11 endamên ewlekariya rêjîmê û 7 ji endamên Asayîşê hatin kuştin.

Rêjîma Baas di demeke ku gelek herem bi lihevkirin ji opozisyonê girtiye û ber bi operasyona Idlibê ve bi piştgiriyeke Rûsî ve diçe hewayê serkeftinê ji xwe re va dike. Ev yek di 7’ê Îlonê de hat diyarkirin dema parêzerê Hesekê û Emîndarekî Baas’ê serdana Xiristyanan li Qamişlo kirin û ji wan re gotin ku ew çalakiyên we li dijî rêvberiya xweser pîroz dikin û wê artêşa Baas wê Qamişlo û tevahî xaka Sûrî ji nû ve kontrol bikin. bi van gotinan niyeta rêjîmê aşkere dibe ji ber ku xwe pir bi hêz dîtin û dixwstin vê baweriya xwe di nava civakê de belav bikin û baweriya civakê ji rêvberiya xwesr qut bikin ku ewê ji nûve vegerin heremê.

Ev buyer ji bo gelek aliyan cihê nerazîbûnê bû mîna rêvberên ENKS’ê ku car din bersiva hêzên Asayîşê xwestin wekî sînaryo derxin pêş, ji ber ku ENKS’ê ji tiştekî ne raziye çi gavên tên avêtin ji bo wê xetere lewma bala mirov dikşîne ku çi buyerên ku diqewme ragihandina ENKS’ê amade ye ji bo ku wê teşhîr bike û wê bi rengekî berevajî ji gel re nîşan bide.

Wekî encam gelê ku niha li vê heremê jiyan dikin de daxwaza xwe ya misoger kirina mafê xwe her dem tînin ziman, lewra bi sîstema ku ev tune dikirin re rû bi rû man. ENKS bi têkiliya xwe ya bi rêjîma Sûriye re dixwaze vê sar bike û ti serhildan neyê raber kirin.

17.09.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً