LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Înfazkirin li herêmên ASA û grûpen cîhadîst çeka bi bandore

Înfazkirin li herêmên ASA û grûpen cîhadîst çeka bi bandore

NAVENDA NÛÇEYAN-Di heremên di bin serweriya komên çekdar de taybet li Idlibê hate aşkere kirin ku hejmara herî zêde ya înafkirinê hatiye kirin ku bûye sedem ew herem di bê aramî û tevlîheviyê de bijî. Bi operasyona ku Rûsya û Tirkiye rawestandiye dê polîtîka înfazê li hemberî çeteyan bi şerê navxweyî wekî çekekî were bikaranîn.

Di heremên di bin serweriya komên opozisyona Sûriye ya ser bi dewleta Tirk ve xerabûn û rewşek bê ewle tê jiyîn, taybet piştî destwedan û mûdaxeleya gelek hêzên navdewletî li ser wan koman û ew taybet ji aliyê Rûsya û Tirkiye ve dane bikaranîn.

Ev herêm di rêjeya bilind de di tevleheviyan de û kêmasiyên ewlekariyê de jiyan dike , bi taybet piştî belavkirina polîtîkayên înfazkirinên navxweyî, ev buyer li aliyê yekemîn ji nebûna ewlehiyê pêk tê û her wiha li aliyê duyemîn ji buyerên nakok di navber grûpên çete û li hemberî wan pêşerojeke ne diyar e li herêmê bû sedema rewşa niha ya veqetandin û şerê navxweyî di navbera çeteyan de.

Di şopandina vê mijarê de, her weha analîzkirina buyeran û pîvanên bandorên destpêkê bi saya malperên nûçeyan û medyayî û torên civakî û derxistina agahiyên herî giring ên li ser van buyeran ji aliyê ( Dîroka wê – cih – aliyê êrîşkar – amûrên êrîşê – herêmên wê – veberhênêrên operasyonê), di encamê de û li gorî nîvê sala 2018 an wiha derket holê:

Yekem: 214 operasyonên înfazkirinê herî zêde di meha Gulanê de encam dan

Di heyama navbera meha çileya 2018 heta destpêka tîrmeha vê salê de (214) operasyonên înfazkirinê di nava çeteyan de pêkhatin, herî zêde di meha Gulan û Hizîranê de çêbû, bi giştî 140 hewildanên kuştinê bûn, bi rêjeya ji sedî 66 ji hejmara giştî bûn.

Duyem: Parêzgeha Idlibê herî zêde bû armanc

Parêzgeha Idlibê di warê hejmara înfazkirinê de di rêza yekemîn de ye ku bi 164 hewldanan rast hat, piştre parêzgeha Helebê bi 33 hewldanan hat her wiha parêzgeha Deraa yê bi 10 hewldanan hat.

Sêyem: Êrîşên herî zêde li heremên di bin kontrola (Rêxistina Heyet Tehrîr ElŞam) de

Piraniya hewldanên înfazkirinê li herêmên di bin kontrola çeteyên Tehrîr Elşam de li bakurê Sûriyê pêk hatin, ku ji sedî 68 ji hejmara giştî ji hewldanên înfazkirinê bûn her wiha li herêmên komên çekdar yê li deverên din gihişt ji sedî 28 û ji sedî 4 bi cih hatin.

Çarem: Rêxistina Heyet Tehrîr ElŞam herî zêde di hdefê de bû

Di hewldanên înfazê ya di nava komên çete de hate aşkere kirin ku di serî de rêxistina Tehrîr Elşam bû ku ji sedî 82 hewldanên înfazkirinê ji aliyê rayadarên wê ve pêk hat, gava duyemîn di warê herî zêde hat hedefgirtin sivîl bûn ku ji sedî 53 hewldanên kuştinê bû, di heman demê de gava sêyemîn ji aliyê komên çekdar yê ASA yê ji sedî 42 hewldanên înfazê rast hatin û grûpên biyanî bi rêjeya ji sedî 15 li hember komên îslama radîkal pêşket ji sedî 14 û ji sedî 5 li deverên ne diyar pêk hatine.

Pêncemîn: 120 Buyer li rastî darizandina fîşekan pêk hat

Êrîşkaran bi her cureyên kuştin pêk anîn, li gorî zanyarî û pêwîstî û li gorî armancan êrîş kirin.

Di encam de wekî xwendina destpêkê di vê dosya de

1-Polîtîka tunekirinê wekî çekekî pêşdikeve, ku di encama tunekirina înfazkirinê de nasnameyên xwekujeran nayê dîtin. Her weha rêbazê şerê navxweyî an jî sizmayên istixbaratî wekî amûrên înfazê di nava komên çete de tê bikaranîn.

2-Buyerên înfazkirinê li wan herêman nîşaniya kaosa ewlekariyê ya di nava herêmê de ye.

3-Sedema ku parêzgeha Idlibê di rista yekemîn ji înfazkirinê û kuştinê de ye kêmbûna ewlehiyê û destwerdana welatên herêmî weke Tirkiyê ji heremê re ye ku rola herî sereke tê de dilîze.

4-Şîroveya ku rêxistina Tehrîr Elşam rola herî girîng li bakûrê sûriyê dilîze û hêzan li hember xwe qelis dike tê wateya ku bandora welatên herêmî li ser heye ku ji bo pêşerojê li gorî derfetan bi awayekî çalak rol hebe ji bo berjewendiyên hin welatan.

18.09.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً