LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Jiyanek li gorî çeteyan garantiya parastina Efrîniya ye

Jiyanek li gorî çeteyan garantiya parastina Efrîniya ye

ŞEHBA- Hovîtiya dewleta Tirk li Efrînê berdewam dike, gund û navçeyên wê bi girtin, talan û gefxwarina li sivîlan ji aliyê leşkerên artêşa Tirk û çeteyên bi ser ve tê kirin. Tevî guhartina demografî ya ku li Kantona Efrîn heta niha berdewam dike, li beramberî vê yekê bê dengiya herêmî û navdewletî jî heye.

Jina bi navê Felek Mihemed Xorşîd ji gundê Kûra ya girêdayî navçeya Cindirêsê bi temenê xwe ya mezin hewildana xelaskirina lawê xwe ji destên komên çekdar û artêşa Tirkiyê kir. Ev Jin dema ku gel ji Efrîn derdikeve ji ber hovîtiya dewleta Tirk û komên pêve girêdayî derket, lê ji bo lawê xwe ji nû ve vedigere û xwedî lê derdikeve.

Ji ber binçavkirina bê sedem mecbûrî koçkirinê dikin

Di van demên dawî de bi taybet piştî destpêkirina qonaxa duyemîn ji Berxwedana Serdemê ya bi navê Xezeba Zeytûnê li herêma Efrîn û pêkanîna çalakiyên suyîqastkirin û înfaza hin serçete û ajanên ku bûne sedem di dagirkirina dewleta Tirk de, artêşa Dewleta Tirk zordarî û zext li ser gelê Efrînê zêde dike. Her wiha ji bo gihandina armancên xwe û berdewamiya dagirkeriyê komên çekdar ên ku li Efrîn bi cih bûne jî tên bikaranîn da ku astengiyan li pêşiya gel zêdetir bikin.

Gel û ciwanên Efrîn ji neçarî mane ku mal, erd û milkên xwe berdin û jiyana xwe xilas bikin. ji destpêka dagirkeriya Dewleta Tirk li ser Efrînê ve ya ku di 18’ê adarê de dest pê kiriye gelê Efrîn bi kal, pîr, ciwan, keç û xortên xwe ve rastî îşkence, girtin, revandin û talankirinê tên. Ji ber van sedeman gelê mayî niha di Efrîn de mecbûr dimîne ku berê xwe bide derveyî Efrîn û herêmên bi ewle.

Ji bilî vê yekê jî hate zanîn ku di van demên dawî de mijara derxistina gelê Efrînî û bicihkirina çeteyan û malbatên wan ên Idlibê li şûna wan derketiya pêş. Bi taybet piştî ragihandina dewleta Sûriyê nêzîkbûna operesyoneke leşkerî bi ser parêzgeha Idlibê ve. Di vê derbarê de hate zanîn ku di 16’ê Îlonê de 38 hezar kes ji Idlibê ber bi Efrînê de hatin şandin.

Lewra duh hate aşkere kirin ku çeteyên bi navê Cebhet ElNusra bendek kontrolê ya di bin kontrola çeteyên Feyleq ElŞam de li gundê Dêr Belût girtin

Em Efrîn ji Tirkiye re nahêlin”

Bi rengê daiktî Jinên Efrîn xwedî li zarokên xwe derdikevin û ji dagirkeriyê re dibêjin ” tu carî dewleta Tirk naghêje armanca xwe û em berxwedaniya xwe berdewam dikin û Efrîn wê her tim ên welatiyên xwe be “. Ev gotin û mesaca jinên Efrînî ji dewleta Tirk re ye ku rojane bi dehê caran di bin wan konên kampan de di dema gera me de dihatin bihîstin.

Jina bi navê Felek Mihemed Xorşîd çîroka derketina xwe û binçavkirina kurê xwe bi me re parve kir. Di 16’ê adarê de weke her welatiyek Efrînî Diya Mihemed tevî malbata xwe berê xwe dide derveyî Efrîn û mecbûr dibe li Şehbayê bi cih bibe. Ji bo parastina mala xwe jî yek zarokê xwe bi temenê 20 salî li malê dihêle, lê ew jî piştre ji aliyê leşkerên artêşa Tirk ve tê binçavkirin.

Felek wiha çîroka xwe vedibêje: Piştî ku teqîna yekemîn li navenda Efrîn di 27’ê Hizêranê pêk tê, kurê min ji aliyê artêşa Tirk ve tê binçavkirin, dema ez agahdar bûm ez vegeriyam Efrînê. Felek di riya vegerê de pereyan dide. Di berdewamiya gotina xwe de Felek got: Dema ez vegeriyam min hîs kir a xerîb ez im di nava warê xwe de.

Beranberî 150 hezarî kurê min berdan”

Dema Felek dighêje mala xwe dibîne ku hin kes di mala wê de ne her wiha li ser dîwarê mala wê bi erebî nivîsandina (milka Ehrar El Şerqiyê). Tûgeya Ehrar El Şerqiyê di mala wê de ne û ew mal destserkirine. Dema dixwaze biçe mala xwe derbasî malê nedikirin. Heta gihîşt asta ku gefên girtinê jî lê kirin. Piştî demekê derketin û hemû tiştên malê talan kirin. Felek anî ziman ku heta niha jî li kurê xwe digere da ku wî jî bi cih bike.

Jina bi navê Felek ji bo ku bikaribe kurê xwe ji destên çeteyan xelas bike pereyan bi buhabûna 150 hezar leyreya sûrî dide çeteyan, di encamê de kurê xwe Mihemed ji îşkenceya zindanê û tewanên bê bingeh xelas dike. Diya Mihemed di dema serdana kur, xwe de ev agahî aşkere kir û got: Dema ez derbasî Seraya dibûm da ku kurê xwe bibînim, mijarên cur be cur min dibhîst û ji min re digotin ku kurê te bi partiya PKK re kar dike. Diya Mihemed di nava axftinê xwe de diyar kir ku kesên sivîl û bê guneh bi tewanên cuda cuda girtibûn û bi mehan di nava zîndanên wan de diman. Ji her cureyek îşkence jî lê dihat kirin, hin kes hene di bin wan îşkenceyan de jiyana xwe ji dest didan.

Çete jiyana me fetisandine”

Li gorî Diya Mihemed ji me re xuya kir ku gelê Efrînê yên ku di wir de mane, nikarin bi rengê xwe derkevin. Mecbûr dimînin ku cilên gelê Xûta û Idlibê li xwe bikin û pê derbikevin kolanan. Her wiha bi kurdî li derve nayê axaftin û çi kesê kurd be wê tewan bar dikin.

Ev zext û zor tê kirin bi sedema ku gel bi terorê re kar dike. Her wiha tirsa komên çekdar û artêşa Tirk ji teqîn û înfazan jî zêde bûye, ji ber ewqas zext derketiya asta herî jor.

Di dawiyê de piştî ku Diya Mihemed zarokê xwe ji zindanê derdixîne dîsa bi qederek pereyên sûrî ji Efrîn derdikeve, dev ji warê xwe berda da ku jiyana heyî biparêze Diya Mihemed wiha axaftina xwe bi dawî kir ku hêviyên wan xurt in da ku ew vegerin Efrîn û heta şervanên wan van çalakiyê xwe berdwam bikin ewê tu carî rihet di wir de bi cih nebin.

(Raperîn Gerzan)

18.09.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً