LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Binpêkirinên li ser Bakur û Rojhilatî Sûriyê

Binpêkirinên li ser Bakur û Rojhilatî Sûriyê

 

NAVENDA NÛÇEYAN- Di nava hefteyekê de herêmên bakurê Sûriyê rastî êrîş, teqîn û mayênan tê, ji hêla dewleta Tirk, komên çekdar ên pê ve girêdayî û DAIŞ`ê ve. Bi van çalakiyan xwesteka tevliheviyan li deverên aram têne kirin.

Piştî dagirkirina dewleta Tirk ji kantona Efrînê re, îşkence, rev, dizî û talan berdewam dikin, di çerçoveya berdewamkirina guhartina demografî li herêmê projeya dagirkirinê berdewame. Di vê hefteyê de demsala rakirina zeytûnan dest pê dike li kantona Efrînê, her wiha dewleta Tirk û komên pê ve girêdayî nahêlin ku gel biçe û mûsima xwe rake. Her wiha çalakiyên xwe yên revandin û îşkencekirinê berdewam dike. Li aliyekî din jî DAIŞ`ê dest bi aktîvkirina şaneyên xwe ve kiriye. Di heman demê de hin teqînên ku li herêmên bakurê Sûriyê hatine lidarxistin rakir ser milê xwe.

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK:

Di 13’ê Îlonê de

Di encamê êrîşa hewayî de li ser navçeya Til Rifetê ya girêdayî kantona Şehba ve, welatiyê bi navê Xesan Sîdo Mameş bi giranî birîndar bû, di lingê xwe yê rastê de.

Di 14’ê Îlonê de

Li Efrînê welatiyek tevî malbata xwe ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin îşkencekirin. Her wiha artêşa dewleta Tirk tevî komên pê ve girêdayî qederek pere ji wan standin.

Di 15’ê Îlonê de

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên pê ve girêdayî nahêlin efrînî nêzî zeviyên xwe bibin, welatiyên ji Efrînê diyar kirin ku ew nikarin biçin erdên xwe yên çandiniyê, her wiha nahêlin welatî ji rizqê xwe sûdê wer girin.

Di 17’ê Îlonê de

Artêşa Tirk a dagirker gule avêtin gundê Esediya yê girêdayî Serêkaniyê ku li nêzî sînorê Rojava-Bakurê Kurdistanê ye û di encamê de sivîlek bi navê Hemze Şeban (17) dema ku zeviya xwe av dida birîndar bû.

Di 18’ê Îlonê de

Artêşa tirk a dagirker ji noqteyên xwe yên li ser sînor gule li malên welatiyên gundên Xerîb û Kerbînav ên 15 Km li rojhilatê Kobanê ne reşandin. Di encamp de jî ziyan tenê madî bûn.

Di 19’ê Îlonê de

Çavkaniyekî herêmî diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê malbatên Idlibî li gundê Kokana Jêrîn a navçeya Mabeta, li malên welatiyên Efrînî bi cih dikin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî ji hundirê Efrînê destnîşan kir ku, çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker baceyan li xwediyên darên zeytûn û rezan ên gundê Zerga yê navçeya Raco ya Efrînê ferz dikin. Çavkanî destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi navê bacê hezar lîreyên Sûrî li ser wan xwediyên rezan û darên zeytûnan ferz dikin û gefa qutkirina daran li kesên ku bace nede dixwin.

Di 20’ê Îlonê de

Leşkerên artêşa Tirk ên li ser sînor, di roja yekem a vekirina dibistanê de, dibistana gundê Sûsik ê kantona Girê Spî, kir hedef. Di encam de camên pencereyan şikestin.

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê ku zeviyên zeytûnan ên welatiyan desteser kirine, belavokek belav kir û tê de ji welatiyan dixwazin ku zeviyên xwe yên zeytûnan radestî Meclîsa Hundirîn bikin a ku dagirkeran ava kiriye.

Arêtşa Tirk a dagirker gule li gundê Xirab Kortê yê bajarê Qamişlo barandin û zarokek bi navê  Abdullah Berzan birîndar bû. Rewşa Abdullah heyanî niha ne zelal e û dibin kontrola bijîşkan de ye.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku çeteyên “Ehrar El-Şerqiyê” berhemên zeytûn û rezan ên malbata Hemê ê ji gundê Bêlê yê navçeya Bilbilê yê Efrînê berhev kirin. Her wiha kon di nava rezên welatiyan de vedane da ku nehêlin ti kes nêz bibe.

Di 21’ê Îlonê de

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê Fesîleya El Emişat dest bi opresyona girtinê kirin li gundên navçeya Şiyê ji ber ku xelkê Efrînê baca nadin. Çavkanî dest nîşan kir ku navê kesên hatine revandin Mistefa Şêxo û Mihemed Mistefa ne, her wiha nirxê bacê 3000 dolar e.

ÊRÎŞÊN DAÎŞÊ:

Di 13’ê Îlonê de

Erebeyeke ji cureya KÎA ya welatiyê bi navê Fayiq Ehmed El-Cemo (43) li taxa başûr a navçeya Til Hemîs teqiya. Di encamê de Fayiq hate jiyana xwe ji dest da û her du zarokên bi wî re birîndar bûn û niha li nexweşxaneyên Qamişlo têne dermankirin.

22.09.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً