LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Ji ber koçberiya zêde Amadekariya kampeyên nû tê kirin

Ji ber koçberiya zêde Amadekariya kampeyên nû tê kirin

ŞEHBA – Sivîlên Efrînê ku li kampeyên Şehbayê bi cih dibin roj bi roj hejmara wan zêdetir dibe. Hate aşkere kirin ku ji ber hovîtiya li ser wan sivîlan koçberiya di nava bajarê Efrîn de a di bin dagirkeriya dewleta Tirk de derketiya asta jor. Hate zanîn ku ji ber zêdebûna hejmara koçberan kampeyek din dê were vekirin.

Bi koçberkirina sivîlên herêma Efrînê ji warên wan, li Kantona Şehba hatin bicihkirin. Bi alîkariya Rêveberiya kantona Şehba û rêveberiya Kantona Efrîn xizmeta wan hate kirin. Her weha bi alîkariya hin saziyên derve di vê dema dawî de, ew jî girêdayî sivîlên Efrînê li Ewropa ne, destekdayîn hate dayîn ji bo van kampan û sivîlên ku li wir jiyan dikin. 

Pêvajoya avakirina kampeyan û rewşa dawî

Şehbayê bi herêma ku rûbariya wê biçûke jî di nav xwe de ji bo pêşwazî kirina sivîlên Efrînê 3 kampe hewandin. Nûçegihanê me li Şehbayê derbarê rewşa Kapmpê û hejmara ku lê bi cih dibe de ev agahî dan.

Peymanêra me ji me re xuya kir ku sê kampên sereke li Şehba hatin amadekirin ji hêla Rêveberiya Kantona Şehba ve û ew jî wiha ne kampa Berxwedan, kampa Serdem û kampa Efrîn a ku di vê dawiyê de hatibû avakirin.

Sivîlên Efrînê di demsala zivistanê de koçberî Kantona Şehba bûn, di wê demê de jiyan gelekî bi zehmetî derbas bû. Ew kamp nû dihatin avakirin. Ji ber koçberkirina bi zorê û ne birina tişt û amûrên Zivistanê jî sivîl û taybet zarok di rewşek nexweşiyê re derbas bûn.

Bi hatina demsala havînê jî, dîsa rewşa tenduristî ne baş derbas dibû. Ji milî belavbûna nexweşiyan ve pir astengî hatin jiyankirin bi ne mudexelekirina mûnezemantan û saziyên mirovahî.

Lê ruxmî ew qasî zor û zehmetî bi alîkariya Heyva Sor û rêveberiyên Kantona Şehba ve jiyan niha bi awayekî baş tê meşandin û birêvebirins.

Bi hatina demsala zivistanê hazirtiyên kampeyan tê kirin

Ji bo dema pêş li kantona Şehba û kampên pê ve girêdayî rêveberiyek kampa Serdem ji me re diyar kir ku wê Mazot bê belavkirin. Ev belavkirin jî wê li gorî malbatê be, her malbatek ji çend kesan pêk tê û pêwîstiya wan ji bo van mehên bê de wê çiqas derbas bibe.

Ne tenê weke mazot û babetên setomaniyê, her weha betanî, isfinc û hwd ji amûrên malê ji bo ku demsala zivistanê bi hemû derfetên Rêveberiya Xweser bê kêmanî derbas bibin. Rêveberiya kampê wiha di axaftina xwe de anî ziman ku Heyva Sor a Kurd jî bi hemû îmkan û derfetên xwe alîkariya sivîlan dike.

Di heman çerçoveyê de hat diyarkirin ku kampeke din wê bê vekirin li gundê Dêr Cimêlê ya girêdayî navçeya Şêrewa, ji ber koçkirina sivîlên ku heta niha di hundir Efrîn de mane.

Hêjayî bi bîr xistinê ye jî ku hin saziyên Rêveberiya Xweser li Ewropa destek dan. Kongra Star a ku li Ewropa bi cih dibe, qederek ji pereyan rêkir ji bo sivîlên Efrînê. Her weha malbata Saziyên Şehîdan jî alîkariyeke madî rêkir ji bo sivîlan û hate belavkirin li ser wan.

Li Şehbayê di nava 3 kampan de 5815 koçber hene

Kampa Berxwedan a girêdayî navçeya Fafînê, di nav xwe de zêdetirî 800 çadirî dihewîne. Hejmara malbatên di wir de bi cih dibin 622 malbat in, 2890 kes di nava wan çadiran de jiyan dikin. Ji nava hejmara giştî ji wan hejmaran zarokên kampa Berxwedan ji temenê 1 meh heta temenê ciwanan ê 20 saliyê 1754 e. Her weha hejmara jinan a giştî jî 812 di nava kampê de, ji nav wan jinên ku hevjînê wan jiyana xwe ji dest dane hene û jinên ku hatine berdan jî hene.

Di heman çerçoveyê de di kampa Serdem û Efrîn de heman serjimarî hatiye amadekirin ji hêla rêveberiya kampê ve. Ew jî wiha derbas dibe, hejmara çadirên ku gel tê de jiyan dike 707 çadir e, hejmara giştî kesên ku li herdu kampan dimînin 2925 ji vê hejmarê zarokên ku li wan kampan jiyan dikin hejmara wan 1612 zarok in û hemjara jinan jî 688 jin in.

 

(Raperîn Gerzan)

29.09.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً