LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Idlib û pêşeroja lihevkirina Sotşî ya herêma bê çek

Idlib û pêşeroja lihevkirina Sotşî ya herêma bê çek

NAVENDA NÛÇEYAN – Herêma Idlibê ya di nava bazara nîv aşkere ya Tirkiye û Rûsya de dema xwe derbas dike ku bighêje dîroka 10 Cotmehê, li kêleka lihevkirina Sotşiyê ya rastî gelek helwestên navdewletî û hundirîn jî hat hazirtiyên şerekê mûhtemel heye. Komên radîkal ku vê yekê qebûl nekin, xeteriya wan zêdetir dibe. Tirkiye niha di pêvajoya xwe gihandina çareseriya vê heremê de ye tevî ku berê vê yekê ber bi rojhilatî çemê Firatê ve dibe.

Di 17’ê Îlonê de û di encama hevdîtina di navbera Serokê Rûsya Viledemîr Putîn û Serokê Tirkiyê Tayîp Erdogan de li bajarê Sotşî yê Rûsya de lihevkirina herêma bê çek li herêma Idlibê yê Sûriye di navbera hêzên rêjîmê û opzisyonê de hate ragihandin. Gelek helwest û rêaksyon têkildarî vê lihevkirinê di navbera hêzên eleqedar de derketin pêş û pêşeroja vê lihevkirinê jî bûye rojeva nîqaşê. Wekî ku di çapemeniyê de ev mijar hate gotobêj kirin wekî meseleya pêşbirka di navbera Rûsya û Tikriye de bû lê wekî ku dê dilê hev nehêlin. Tirkiye ku nûnertiya komên çekdar kir û Rûsya jî nûnertiya xwezayî ya daîmî ya rêjîma Sûriye kir.

Komên çekdar û cîhadîst ên li Idlibê û pêkhateya wan:

Di demên dawî de herêma Idlibê bûye girîngtirîn herêmên ewle ji bo komên çekdar û terorîst ve û bi dehan komên radîkal jî li wir dimînin. Girîngtirîn komên çekdar û radîkal li Idlibê wiha ne:

“Tevgera Ehrar El Şam”: Di nava wê de hejmarek komên çekdar cihê xwe digirin: “Tabûrên Ehrar El Şam”, “Tevger Fecir ya Islamî”, “Koma Telîya ya Îslamî” û “Ketêb El Îmen El Muqetêlê”.

Çeteyên DAÎŞ`ê: Li eniyên bakûr-rojavayê Idlibê bicihbûne û bi taybet di herêmên di bin serweriya “Desteya Tahrîr El Şam” û “Partiya Îslamî ya Turkistanî” de li gund û bajarokên weke Dana, Sermede, Derkûş û Cisir Şixûr û hemî baregehên wan beramberî sînorê di navbera Turkiyê û Sûriyê de ye.

“Cebhet El Nûsra” ango “Cebhêt Fetih El Şam”, pişt re navê xwe guhertin “Desteya Tahrîr El Şam” piraniya komên wan cîhadîst û selefîst in. Hejmara wan derdora 6000 çete ye ji nasnameyên biyanî û Erebî jî pêktê û komên di nava wê de wiha ne: “Ceyş El Mûcehêdîn”, “Fûrsen El Heq”, “Ceyş El Sunne”, “Cund El Eqsa”.

“Hûrras El Dîn”: Di nava wan de cîhadîstên biyanî û Ereb hene û piraniya çekdarên wan ji Urdun û Erebistana Sûdî ne. Gelekî pispor in di rêbazên şer de û tecrûbeyên wan li Afganîstan û Îraqê hene. Vê dawiyê wan endamên Sûrî jî xistin nava xwe de. Ew çekdarên radîkal in û girêdana wan yekser bi “Rrêxistina El Qayêdê ya Bîlad El Şam”in û alîgiriya wan ji bo Eymen El Zewahirî ye. Hejmara çekdarên wan di navbera 1000-1500 kes e. Ji komên weke “Cund El Melehêm”, “Ceyş El Sahêl”, “Ceyş El Bediye”, “Suriyêt Kabûl” û “Cund El Şerîya” pêk tê

“Ejned El Quqaz”: Çekdarên radîkal in ji nasnameyên Ermenî, Corcî û Şîşanî ne û navendên wan taybet in li Cisir Şixûr. Ew tevlî malbatên xwe derbasî Sûriyê bibûn û rêxistinbûyîna wan cûdatirî komên çekdar ên dîtir e.

Şîşan, Çînî û Ûzbek: Di destê wan de girîngtirîn navend û bargeh hene li Idlibê û gundewarê wê ve. Cihên herî girîng ên ku lê dimînin gundewarê rojavayê Idlibê û bakûrê Lazqiyê ye. Bi tevlî malbatên xwe li nêzî bargehên xwe dimînin. Sedema bicihbûna wan li wan herêman ji ber alîgiriya welatiyên wê herêmê ji Turka û Îxwanan re ye ji ber ku beşek ji welatiyên wê herêmê bi eslê xwe Turkmen in.

Partiya Îslamî ya Turkistanî: Di aliyê bîr û baweriyê de ev rêxistin alîgirê Cebhet El Nûsra ye û nêzî wan e. Bi eslê xwe Turk in ji herêma Şîng Yang ya Çînê û yekser ji aliyê Turka ve piştgiriya wan tê kirin. lê Rûs wan qebûl nakin. Bi giranî li herêma Cisir Şixûr dimînin.

“Artêşa Niştîmanî”: Ji aliyê îstîxbarata Turka ve beriya demekê hate ragihandin. Di nava wê de giştî komên çekdar ên bakûrê Sûriyê hatin helandin. Armanca Turkiyê ji avakirina vê komê wan bidin şerkirin li dijî rêjîmê bi taybet piştî gefên rêjîmê ji bo şerê Idlibê. Turk dixweze di rêya wan re sînorê xwe biparêze û nehêlibe ku rêjîm nêzî sînorê wan bibe. Karê wan yekser girêday îstîxbarata Turka ye û fermanên xwe ji Turka û Hikûmeta Turka digirin. Giştî xizmet, piştgirî, lojistîk û pere ji bo çeteyên Artêşa Niştîmanî dihêle ku ew bikevin xizmeta projeyên dagirkeriyê yên Turka. Herwiha dixwezin wan li dijî Kurda jî bidin şerkirin.

“El Cebhe El Weteniyê Lîl Tahrîr”: Ev kom rêxistinbûyîna çeteyên Turka ye û ji gelek komên çekdar pêk tê bi armanca pêkanîna projeyên dagirkeriyê yên Turka. Di meha gulana 2018`an de hate avakirin û di nava wê 11 komên çekdar hene. Navenda wan bajarê Idlibê ye.

Hesabên li ser Idlibê:

Hêzên navdewletî mîna Emerîka û Rûsya mijara Idlibê tenê di çarçove û sînorên Sûriyê de nanirxînin, tersî wê ev hêz dixwazin li Rojhilta Navîn û bi taybet li Sûriyê hesabên xwe bi hev re safî bikin. Li milekî Emerîka hewil dide hebûna Rûsya di herêmê de sînordar bike, li milekî din ve Rûsya ji xwe re Sûriya wek keleha xwe dibîne, lewra hemû hêza xwe xist nava aloziya Sûriyê de û xwest li gorî berjewandiyên xwe vê aloziyê bi rêve bibe. Bi taybet piştî ku Emerîka ragihand ku dê hêza xwe ji Sûriyê venekşîne û hebûna xwe li Rojhilatî Firatê xortir bike, êdî Rûsya ket hewildanên cidî û çaraseriya leşkerî leztir kir ji bo zû ber bi qonaxa çaraseriya siyasî ve biçe. Lê ev hewildan li ber sînorên Idlibê hat rawestandin û rastî gelek bertekên tund hat. Yek ji dewletên ku bertek nîşanda Tirkiye bû, ji ber ku Tirkiye Idlibê wek xeta parastina ewlehiya xwe ya yekemîn dibîne û windabûna Idlibê tê wateya windabûna hebûn û bandora wê di Sûriyê de. Lewra Tirkiye ket liv û tevgerê ji bo şerê Idlibê rawestîne û tevgera Tirkiyê piştî civîna sê alî ya li Tehranê û civîna Sotşî bi lihevkirinekê bi encam bû. Sedemên lihevkirinê ji bo Rûsya gelek in ji van sedeman:

yek: Rûsya xwest zext û bertekan li ser xwe sivik bike, dûyem: Ji ber her sê dewletên garantor (Rûsiya, Tirkiye,Îran) dixwazin qonaxa Astana bi dawî nebe, nemaze alozî û nakokiyên Emerîka bi her sê welatan re heye û bi taybet derbeyên leşkerî yên Emerîkî û koalisyona wê li dijî hêzên Îranî di hundir Sûriyê de û Rûsya ev yek heya astekê wek xeteriyek li ser serweriya xwe dibîne ku Emerîka dixwaze bi van derbeyan Rûsya lewaz bike, sêyem: Tirkiye ji bo Rûsya dewletek giringe û dixwaze bi riya Tirkiyê hîn bazarên xwe bike û di heman demê de li dijî serweriya Emerîka di Sûriyê de bi kar bîne û ev yek ji daxuyaniyên Serokomarê Îranê Hesen Rohanî û Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sêrgî Lavrov û herî dawî gefxwarina Erdogan ji herêmên Rojhilatî Firatê re diyar bû. Giringiya Idlibê ji Tirkiye re her weha dixwaze bi riya vê lihevkirinê hin tiştan qezenc bike mîna pirsgirêka koçberên Sûrî di hundir Turkiyê de çareser bike bi taybet piştî kirîza aborî ,civaka Tirkiye di mijara koçberan de acizbûna xwe nîşan dan. Li aliyekî din bi hinceta şerê terorê Tirkiye hêza xwe li Idlibê zêde dike û bi vî rengî wê Idlib bike perçeyek ji xaka xwe û aşkere got ku eger ti dewlet hêza xwe ji Sûriyê dernexîne, wê demê em jî hêza xwe venakişînin û Tirkiye dixwaze bi riya hin mijarên wekî : xwepêşandanên li Idlibê, bilind kirina ala Tirkî û daxwaze gelê Idlibê ji bo herêmeke serbixwe ,tevlîkirina Idlibê ji xaka xwe re misoger bike û armanca Tirkiye ya herî dawî şerê doza Kurdî ye. Tirkiye dê bi riya Rûsya lihevkirineke ne yekser bi rejîmê re pêş bixîne, ji bo rê li ber hevdîtinên MSD’ê û rejîma Sûriye bigre û di encama van lihevkiranan de koalisiyoneke hevpar di navbera Rûsya,Turkiye, Îran û rejîma Sûriyê de wê were avakirin ji bo li pêşiya xeteriya Emerîka xwe xort bikin.

Îran piştî derbeyên Emerîka, heya astekê ji neçariyê beşdarî vê koalisiyonê bû û ji bo ku li paş vê koalisiyonê hebûna xwe li Sûriyê biparêze û di heman demê de şerê hundirê Îran derbasî herêmên di bin serweriya Emerîka de bike.

Bûyerên ku li kantona Qamişlo qewimîn ji sorkirina civaka Xiristiyan li dijî rêveberiya wê heremê de, teqîn û tesfiyekirina endamên wê li herêma Cizîrê û Reqa çavkaniya xwe ji vê koalisyonê digre û ne dûr e ku ev bûyer di demên pêş de berdewam bikin.

Di lihevkirinê de hin xalên sereke hatin diyarkirin mîna avakairina herêmên bê çek li ser esasê ku di muhletekê de Tirkiye komên terorîst bi dawî bike. Heya dawiya salê riya tiranzît ( Heleb – Laziqiyê ) û ( Heleb- Hema ) were vekirin . Bi vî şeklî eger komên çekdar wek ” Cebhêt El Nusra ” û ” Hiras El Dîn ” ev lihevkirin qebûl nekin, wê demê dibe ku Rûsya û rejîma Sûriyê çalakiyên leşkerî bi sînor ji berava Deriya Spî heya herêma Cisir El Şixûr dest pê bikin ji bo vekirina riyên navdewletî ( Heleb- Şam ) û parastina bargeha Himêmîm ji êrîşan.

Bi vî şeklî çalakiyeke leşkerî were destpêkirin bê ku bandorek li ser têkiliya Rûsya û Tirkiye bike. Sînaryoya duyemîn û ya herî muhtemel e ku her du dewlet ( Tirkiye – Rûsya ) armanc û berjewandiyên xwe bikin yek û van komên terorîst li herêmên ” Mertala Firatê ” û li ser sînorên herêmên rojhilatî Firatê bi cih bikin ji bo li dijî hebûna Emerîka û projeya rêvberiya Bakur rojhilatî Sûriye şerekî bidin destpêkirin bi taybet li bajarên Minbic û Girê Spî . Bi vê yekê Rûsya û Tirkiye bighêjin armancên xwe , Rûsya dixwaze bi riya şerekî dijî van hereman Emerîka lewaz bike ji bo zextek li ser Emerîka bike û kirîza Sûriyê li gorî xwe ber bi çaraseriyê bibe û Tirkiye ji bo ji tecrûbeya demokratîk a wan hereman xelas bibe.

Helwest û rêaksiyonên beramberî lihevkirina Sotşiyê:

Ji aliyê Rûsya ve karîbû xwe weke faktorê herî aktîv li ser axa Sûriyê û xwediyê biryara rêjîma Sûriyê bide nîşandan. Her weha karîbû Tirkiye li kêleka xwe weke hevpeymaneke stratejîk bihêle. Piştî ewqas zext û neqebûlkirina navnetewî ji şerê Idlibê re, Rûsya dest vala ji kirîzê derneket. Li aliyê din Tirkiye jî weke serkeftineke diplomasî hesiband. Her weha Tirkiye dengeyek di navbera siyasetên xwe bi Rûsya re û helwesta xwe beramberî opozisyonê de da avakirin û parast. Di mijara Kurdan de jî gavek avêt û hemla Efrîn bandor kir. Hêza xwe li Idlibê zêde kir û noqteyên çavdêriyê yên heyî xort kir û pêla koçberiyê ber bi Tirkiyê ve jî . Lê dibe ku ev lihevkirin jî dafeke Rûsa be û Tirk bi îrada xwe ketine nav de.

Ji bo komên çekdar bi giştî ev lihevkirin rihetiyek û nefesek da û metirsiyên felaketa Idlibê hinek da alî. Lê gava ku pêkanîna bendên vê lihevkirinê dikeve rojevê gelek astengî derdikevin pêş. Komên weke “El Cebhe El Weteniyê Lîl Tahrîr” ku girêday Tirkiye dixebite ev lihevkirin erê kir, ema nerihetiya xwe anîn ziman û gotin ew dest ji çekên xwe bernadin. Di aliyê komên çekdar ên cîhadîst û radîkal de nerihetî û neqebûlkirina xalên vê lihevkirinê heye. Lewma komên weke “Hûrras El Dîn” ên yekser girêdayî rêxistina El Qayîdê yekemîn koma ku li dijî vê lihevkirinê derketiye pêş e. Rast e ku hejmara wan li gorî komên dîtir kêm e, lê pisportiya wan di rêbazên çalakiyên soyqastkirinê û radîkalîzma wan dihêle ku dilê gelek çeteyên DAÎŞ`ê û El Nûsra bi wan re be û bên tevlî wan bibin û bandorê li rewşa giştî jî bikin. Tevî ku Desteya Tahrîr El Şam helwesta xwe fermî nedaye diyarkirin, ema gelek rêvebir û mîrên “Desteya Tahrîr El Şam” jî nerazîbûna xwe li hember vê lihevkirinê anîn ziman. Helwesta Tahrîr El Şam wê rewşê zelaltir bike ji ber ku ji sedî zêdetir 60 ji axa Idlibê di destê wan de ye.

Li gorî ku tê payîn hêza Tirkiye tune ye ku çekên giran ji destê çeteyan bigire yan komên radîkal bide qebûlkirin ji bo xwe bihelînin beriya dîroka 10’ê Cotmehê. Lewma Tirkiye li pêşiya du bijareyan e: Yan bi rêyên aştiyane wan koman bihelîne û berê wan bidin ciheke cuda û gelek astengî li pêşiya bicihanîna vê bijarê hene; Bijareya duyem jî pevçûnên çekdarî di navbera Tirkiye û wan koman de ye. Ev yek jî wê windahiyên Tirkiye zêdetir bike û hêzên derve wê rihetir ewlekariya netewî ya Tirkiye sizme bikin. Lewma di vê bijarê de wê Tirrkiye çalakiyên kuştin, revandin û soyqastê li dijî rêvebirên Hûrras El Dîn û Tahrîr El Şam ên li dijî lihevkirinê pêk bînin. Mijara çekên giran ên di destê çeteyan de û çarenûsa wan wê di destê kîjan alî de bimînin jî pirsgirêkek e. Mijara zeman û muhleta hetanî 10`ê cotmehê hatiye bêlîkirin jî ji bo bicihanîna hinek bendên lihevkirinê ezmûneke cidî ye.

Lihevkirina Sotşî nayê wateya ku wê şer li Idlib nebe. Taybet dema zext û danûstandin bi komên radîkal û cîhadîst re encam negirin. Hewcedariya Rûsya bi Tirkya di vê demê de jî mezin e ji ber ku berjewendiyên wan bi Tikriye re ji Idlibê girîngtirin, tevî îsrarkirina herdu aliyan bi lihevkirina Astana di nîqaşên çareseriya kirîzê de. Li aliyê din rêjîm bi çavê ku ev lihevkirin demkî ye û wê hemle careke din dest pê bike vê lihevkirinê dinirxîne. Dibe ku Tirkiye ji Rûsya daxwaz bike ku muhleta vê lihevkirinê dirêjtir bike, lê Rûsya li gor ku tê texmînkirin wê qebûl neke. Wê demê rola Tikriye li bakurê Sûriyê dikeve xeteriyê û wê ev şer dewam bike û ihtîmal heye derbasî deverên dîtir jî bibe.

07.10.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً