LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Bi Dîmen- Li heremên Mertala Firatê bazirganiya Madeyên Hişbir?

Bi Dîmen- Li heremên Mertala Firatê bazirganiya Madeyên Hişbir?

EZAZ – Herêma Ezazê ya di bin kontrola komên çekdar ên Mertala Firatê ya ser bi Tirkiye ve deyardeyên bê exlaqî û talankirinê dijî û ew jî li gorî lêkolîna di vê mijarê de bûye navenda firtona madeyên hişbir taybet ku ew made li her deverê Sûriye têne belav kirin.

Deyardeya madeyên hişbir di van çend salên dawî de ji ber sedemên bê kontrolî, cehalet û şer li Sûriye zêde bûye. Deyardeya xerakirina civakê taybet di nava tebaqeya ciwanan a avaker di navbera temenê 18- 35 saliyê de taybet li heremên di bi swerweriya Mertala Firatê ya bi ser Tirkiye ve zêde belav bûye.

Di Belgeyên ku di dema dawî de derketin holê rewşa heremên di bin serweriya komên çekdar ên Mertala Firatê de hate aşkere kirin. Di belgeyan de rewşa heremê ji gendelî û bazirganiya madeyên hişber û belavkirina wê li tevahiya heremên Sûriye derket.

Heremên Mertala Firatê ku ji aliyê dewleta Tirk ve di itîfaqên bi Rûsya re ji niştecihên wê hatin vala kirin û cur be cur penaber li wir hatin bi cih kirin. Heremên Ezaz, Bab, ElRayî û Cerablus di bin sîwana komên çete ên Metala Firatê ku çavkaniya xwe ji çekdarên ASA yê digrin tenê navên cuda li wan kirine lê bi şiklekî Tirk kirinê ye.

Beriya niha di belgeyên ku me weşandin de hate aşkere kirin ku ew herem rastî guhertineke demografî ya ji ziman, çand, xwendin û rêvbirinê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin. Di wan hereman de û li gorî belgeyan Tirk kirin tê kirin û ev di çarçoveya guhertina çanda heremê ji cil û berg û heta rêgezan jî bigre.

Heremên di bin denetima komên çekdar ên Tikriye de ên bi nav Mertala Firatê di Sûriye de yekemîn herem di Bazirganiga madeyên hişbir de bi nav û denge. Li gorî çavkaniyan li wan hereman hemû madeyên hişbir serbest têne firton ku di civaka wê de pirsgirêkên exlaqî û bê istqrariyet heye.

Herêma Ezazê ku di nava dozên gendelî û bazirganiya madeyên hişbir de bê ser û ber maye rastî nakokiyên di navbera leşkerên artşa Tirk û kesên ku ji aliyê wan ve hatine erkdar kirin de jiyan dike. Ji demeke nêz ve ne dûr doza gendeliyê û bikaranîna madeyên hişbir li Ezazê bo sedema xwepêşandanan. Herêma Ezazê ku di hemleya Metala Firatê ya di Tebaxa 2016 an de hatibû destpêkirin de û piştî ketina bin serweriya wê de gelek mijar wekî gendelî û haşîş derdikevin.

Mûdaxeleya dewleta Tirk a serbestberdana hişbiran

Di buyera ku di 7’ê Îlonê de li Ezazê de qewimî de, li gorî çavkaniyên heremî hate zanîn ku ji ber nakokiyên di navbera Ewlekariya giştî ya birêveberiya Ehmed Zêdan ku bi Ebû Omer hecî hirêtan tê naskirin û zabitên Tirk de di dozên fihûş û bikaranîna madeyên hişbir de bû sedema gengeşeyek mezin di nava bajar de. Li gorî çavkaniyan hate nasîn ku ji ber zextên berpirsên Tirkî li ser ewlekariya giştî li heremê da ku hin girtiyan bi tuhmetên fihûş û madeyên hişbir de berdin ewlkarî ev yek red kiriye û bûye sedema nerazîbûn û nakokiyan. Di encamê de Hirêtan û komek din di ewlekariyê de istîfaya xwe didin û li gorî îdayên wan ji meseleyên fesadê ye.

Şebekeyên firtotina madeyên hişbir li Sûriye

Li gorî lêkolîna di derbarê vê mijarê de hate aşkere kirin ku beriya demekê li Ezazê du kes wekî şebkeyekê li Ezazê madeyên hişbir ên wekî heb amade dikrinû û ji tevahiya Sûriye re dişandin. Di dema aşkerekirina vê buyerê de hate zanîn ku bi wan re 15 hezar ji cureyên madeyên hişbir hatin dîtin. Li gorî çavkaniyên taybet ên li Ezazê û tevhiya heremên di bin serweriya dewleta Tirk de li bakur rojhilatî parêzgeha Helebê de niha di wan hereman de 44 bazirganên madeyên hişbir hene ku di destê wan de bi miqdarê 236 hezar û 600 hebên hişbir hene ku di nava ciwanan de tê belav kirin.

Madeyên hişbir ji Kuderê tên?

Li gorî çavkaniyên ji nava herêma Ezazê yê bi navê Mihemed (32) hate destnîşan kirin ku madeyên heşîş û hebên cur be cur li gorî demsalan ji wan re tê. Mihemed diyar kir ku di Zivistanê de ji herêma Balebek ji Libnan di riya rêjîmê de tê. Havînê jî ji Evxanistanê di riya Tirkiye de herî zêde tê. Hate aşkere kirin ku nirxê hebeykê ji 14 hezar heta 20 hezar leyreya Sûrî ye. Mihmed aşkere kir ku kesên madeyên hişbir li Ezazê û giştî heremên Firatê dixwazin temenê wan ji 15 heta 35 salî ye.

Sedemên belavbûna madeyên hişbir ?

Ji ber gelek sedemên ku rê da ev deyarde derkeve pêş di serî de serweriya komên çekdar ên Mertala Firatê li ser wan herema ye. Li gorî çavkaniyên ji wan herman diyar kirin ku ji ber sedema xizantî û bê kariya di nava niştecihan de her kesê ku bê kare bûye Bazirganê madeyên hişbir da ku di riya wê firotinê de jiyana xwe bidomîn.

Çavkaniyan tekez kirin ku gelek berpirsên komên çekdar û di nav wan de leşkerên Tirk riya vê madeyan bikartînin û bi riya xistina van madeyan di nava çekdaran de mayîna wan a di nava hêzên leşkerî de û berê wan dayîna şer qezenc dikin.

Her weha ji ber zêdebûna vê deyardeyê di nava heremên Mertala Firatê de meseleyên diziyê û bê exlaqiyê derketine asta herî jor. Çavkaniyan tekez kirin ku ev madeyên hişbir bûne çavkaniya piştadayîan çeteyan a ku mal, zêr, erebe û hwd ji milkên sivîlan didizin.

Madeyên hişbir bûne sedema pirsgirêkên civakî yên girêk

Ev deyardeya bê kontrol çi bi xwe re tîne cihê lewaziya têkiliya civakî di nava civaka Ezazê de ye lewra kesên ku van madeyan vedixwin ku di nava Jinan de jî belav bûye dibin sedma binketina exlaqî û olî. Ev deyarde ji destpêka derketina wê ji sala 2013 an de gelek pirsgirêkên civakî, aborî û bê kontrola ewlekarî aniye. Di nava Ezazê de çavkaniyan diyar kirin ku ev made bi rehetî li ser şarian û di zikakan de têne firotin bê ku kesên difroşin werin hesab kirin.

(Rêvana Mêrxas)

09.10.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً