LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li Efrînê Kamp ji bo çeteyên Idlibê têne avakirin

Li Efrînê Kamp ji bo çeteyên Idlibê têne avakirin

EFRÎN-Herî dawî li gorî agahiyên ku ji herêma Efrînê hatine bidestxistin, dewleta Tirk da ku çeteyên bi ser xwe ve ji Idlibê derxe kamp ji wan re li Efrînê ava kiriye. Li gorî serjimêra li Efrînê niha 6 hezar û 863 malbatin.

Dewleta Tirk sivîlan tevlî Polîsên Leşkerî dike

Dewleta Tirk di berdewamiya tevgera xwe ya li herêma Efrînê û malên sivîlan veguhertina bargeh û navendên leşkerî agahiyên ji heremê hatine bidestxistin de rewşa herî dawî aşekere dikin. Li gorî çavkaniyên ji wê heremê hate zanîn ku leşkerên artêşa Tirk navendek nû ya Polîsên Leşkerî li destpêka navçeya Şiyê li ser rêbenda berê ya Asayîşê ava kirine û derdora vê navendê bihêz kirine. Çavkaniyan dane zanîn ku Polîsên Leşkerî ên Tirkiye û çeteyan tevî kesê bi navê Mistefa Xelîl Îbiş ê ji gundê Anqelê ye li gel rêveberê Meclîsa Anqelê ye, bi ser gundan de digrin û sivîlan tevlî Polîsa Leşkerî dikin. Çavkanî tekez kir ku leşker derbarsî malên gundên Meroniyê, Anqelê û navenda Şiyê bûne.

Delweta Tirk çeteyên xwe li Efrînê vedşêre

Çavkaniyên ji heremê aşkere kirin ku li gundê Celemê yê girêdayî navçeya Cindirês, nêzî 30 çadir li nêzî Girê gund ji aliyê delweta Tirk ve hatine ava kirin û piranî ji malbatên parêzgeha Hema û Idlibê lê bi cih kirine. Çavkaniyan dane zanîn ku di dema dawî de hejmara çeteyên Feyleq Elşam û leşkerên Tirk li gund zêde bûne.

Piştî itîfaqa Idlibê ya di navbera Rûsya û Tikriye de û biryara mecbûriyeta helandina komên çete ên bi ser Tirkiye ve gelek kom ji Idlibê ber bi herêma Efrîn de têne şandin. Ev yek di çarçoveya rawestandina operasyona leşkerî ya li ser Idlibê pêk tê.

Piştî vê itîfaqê Tirkiye hewil dide ku çeteyên Heyet Tehrîr Elşam ji holê rake û hel bike, Lewra dewleta Tirk hin fesîleyên girêdayî van çeteyên Tehrîr Elşam (Cebhet El Nusra) ji Idlibê rêkirin Efrînê û tevlî fasîleyên çeteyên li Efrînê dike. Li gorî çavkaniyan di 18’ê Îlonê de 400 çeteyên girêdayî Tehrîr Elşem derbarsî Efrînê bûn û li ser fesîleyên Elhemzet û Feyleq Elrehman belav kirin û beşek li navçeya Cindirêsê û beşek li navneda Efrînê belav kirin, her wiha 65 çeteyên Tehrîr Elşam bi rêvebirina Ebû Omer Elşemî li gundê Qîbarê tevlî fesîleya çeteyên Feyleq Elrehman kirin.

Her weha dewleta Tirk kamp li gundê Mele Xelîl yê navçeya Şiyê çêdike. Çavkaniyan aşkere kirin ku ev kamp bi lez ji aliyê dewleta Tirk ve hate amade kirin da ku çeteyên Cebhet El Nusra û fesîleyên pêve girêdayî ji Idlibê lê bi cih bikin.

Nexşeya guhertina demografî li Efrînê

Piştî itîfaqa Xutayê û herî dawî ya Idlibê hate aşkere kirin çalakiyên koçkirina gelên herema Efrînê derketiya asta herî jor û li gorî belgeyên ku hatine bidestxistin herî dawî bi qasî 25 hezar kes ji wê heremê ber bi heremên Şehba û Cizîrê de hatine. Li Efrînê piştî koçkirina niştecihên wê bi hezaran malbatên çeteyên bi ser Tirkiye ên ji heremên gundewarê Humsê, gunewarê bakurê Hemayê, rojhilatî Xutayê, başûrî Şamê, Berza, ElTel, Xanelşêx û derdora wê, Dareya, Quneytera, Dera ber bi Efrînê ve hatin şandin.

Derbarê serjimêra ku ji aliyê Rêxistina Bakurê Sûriye de hatiye aşkere kirin di 9’ê Temûzê de ev belge bidestxistiye: Hevrêziya serjimêriya Bakurê Sûriye da zanîn ku ji Adarê de malbatên ku hîn li Efrînê mane bi qasî 28 hezar û 461 malbate di nav de 21 hezar û 352 malbat ji niştecihên resen ên Efrînê li navçeyên Efrîn (20 hezar), navçeya Şeran (115 malbat), navçeya Raco (317 malbat), navçeya Mabetlî (250 malbat), navçeya Bilbilê (20 malbat), Şêx Hedîd (250 malbat).

Her weha li gorî Hevrêziyê malbatên çeteyan ên ji Xutayê li Efrînê hatine bi cih kirin gihiştiye 6 hezar û 863 malbatê ku ji wan 5800 li navenda Efrînê, 280 li navçeya Raco, 420 li navçeya Mabetlî, 83 li navçeya Bilibilê, 30 li navçeya Bifîlon, 250 li navçeya Cindirêsê. Her weha Hevrêziyê aşkere kir ku koçberçn ku ji Humsê li Efrînê hatine bi cih kirin ji 246 malbatê pêk tê ku ji wan 79 li navçeya Şera, 77 li navçeya Raco, 30 li navçeya Mabetlî, 60 li naçeya Şêx hedîd.

11.10.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً