LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Beramberî berdana sivîlên Efrînê fidye dixwazin

Beramberî berdana sivîlên Efrînê fidye dixwazin

EFRÎN– Kiryarên dewleta Tirk û komên çekdar ên pê ve girêdayî zêdetir dibin. Her ku diçe zext û zor li ser sivîlên ku di nava Efrînê de mane zêde dibe, li beramberî bêdengiyek navnetewî.

Bi dagirkirina Efrîn ji hêla Dewleta Tirk ve hemwelatiyên Efrînê rastî kiryarên dagirkeriyê ji talankirin, dizî, binçavkirin, revandin, pere xwestin, kuştin û êşkence di nava zindanan de hatin. Tawanên cur be cur li sivîlan didin da ku bikaribin tiştê ji wan dixwazin bistînin. Herî dawî jî diziya werza zeytûnan û hinaran û ne parvekirina wan bi sivîlan re hate kirin.

Xelaskirina jiyana sivîlan li beramberî pereyan

Jêderê me yê di hundir Efrîn de diyar kir ku heta niha kiryarên bê heqiyê li ser sivîlan têne kirin, bi taybet di aliyê revandina sivîlan û xwestina pere û fidya li beramberî ku wan sax berdin. Herwiha di van demên dawî de çavkaniyê bi navê (A-N) da zanîn ku sê kiriyarên revandinê di nava herêma Şera de qewimîne. Çavkanî navê kesên hatine revandin wiha da zanîn:

Kesê bi navê E.S ji navenda navçeya Meydankê ye (75 salî) beriya vê bi du mehan hate binçavkirin ji hêla komên çekdar ên ku li navçeya Şera bi cih dibin ve. Di vê dema dawiyê de çeteyên ku ew revandin telefon malbatê kirin da ku 4 hezar dolar bixwazin ji bo ku wî berdin.

Ji bilî ku kesên temen mezin digirin, bi danê êvaran jî bi ser malan ve diçin û lêdanê bi kar tînin da ku kesên ku hatine diyarkirin binçav bikin.

Kesê bi navê E.M.X ji gundê Naza ya girêdayî navçeya Meydankê ye. Bi danê êvarê bi ser mala wî de çûn û bikaranîna lêdanê ew binçavkirin û birin cihekî ne diyar. Piştî du rojan ji girtina wî li beramberî xwestina tiştan mîna (Derktora Çandiniyê, erebeya Pîk App Mazde, 20 seriyê pez) serbest hate berdan.

Ajanên Tirkiye jî nema pêwîst in

Artêşa Tirk piştî ku Efrîn dagir kir bi hevkariya hin kurdên ji herêmê, herwiha hin kesên ku di nava Efrîn de jî alîkariya wan dikirin, êdî di vê dema dawî de wan kesên ku di hundir herêma Efrîn de bi wan re bûn alîkar davêje derveyî sîstema xwe û şidetê bi ser wan ve bi kar tîne.

Çavkaniyê me diyar kir ku di 8’ê Îlonê de dîsa bi danê êvarê êrîşa xwe birin ser malê kesê bi navê Z.X lawê S. dema ku Artêşa Tirk derbas mala wî bûye, dest û lingên wî û malbata wî girê dan û lêdan jî bi ser de bi kar anîn. Piştî ku lêdan 250 hezar sûrî tevî zêrên hevjîna wî jê standin û derketin. Ruxmî ku ev kes di nava civak û gundê xwe de tê naskirin ku bi Artêşa Tirk re kar dikir û gelek caran ji nava navendên wan ve derdiket li pêşiya gel xwe wiha dida nîşandan.

Çavkaniyê me di riya têkiliya bi kesên ku ji aliyê Tirkiyê ve şidet li ser wan hatiye kirin da zanîn ku piştî ku dewleta Tirk soz dabû wan ajanên xwe da ku ji vê yekê xelas bibin wan bê bandor dikin da ku rastiya dewleta Tirk aşkere nekin yanê ew ditirsînin.

Armanca dewleta Tirk di Efrînê de

Di vê du mehên dawî de û bi taybet piştî ku çalakî û kuştina serkirde û endamên komên çekdar ên ku di Efrînê de bi cih bûne, zext li ser sivîlan zêde bûye û ji mecbûriya zextê û zehmetiya sivîl berê xwe didin derveyî Efrîn. Zêdetir jî zext û zordariya ku li ser sivîlan dibe ji hêla hin tûgeyan e ew jî wiha ne: çeteyên Sultan Murad, El Hemzet û Ehrar El Şerqiyê. Ev kom û tûgeyên navborî jî girêdayî Dewleta Tirk in û li ser destên wan perwerdeyên xwe dîtine. Herwiha bê zagon û destûrên wan jî tev nagerin.

Ji sedemên bingehîn jî yên ku ev kom bi kar tînin da ku sivîlan asteng bikin ew e ku çalakiyên ku Odeya Xezeba Zeytûnê dikin. Ji ber van çalakiyan zextê li sivîlan dikin û di bin navê ku bi wan re dibin alîkar da ku derbas hundir bibin û çalakiyan pêk bînin de sivîlan bin çav dikin û êşkenceyan tînin serê wan.

Pê ve girêdayî jî ji bo projeya guhartina xwe ya demografî temam bikin. Dema van zext û zordarî li ser sivîlan dikin, sivîl berê xwe didin derveyî herêma Efrîn bi vê yekê dighînin armanca xwe û ne aramiyê di nava herêmê de dihêlin û ne jî dihêlin xwediyê mal û milkên xwe di nava welatê xwe bi aşîtî jiyana xwe berdewam bikin.

14.10.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً