LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / ENKS, Parastin û MÎT li Hewlêrê civiyan?

ENKS, Parastin û MÎT li Hewlêrê civiyan?

HEWLÊR – Li gorî çavkaniyên taybet hate aşkere kirin ku di berdewamiya têkiliya di navbera Encûmena Niştîmanî Kurdî ENKS û MÎT Tirkiye de li Hewlêrê civîn li ser kordîneyên noqteyên QSD hatiye lidarxistin.

Çavkaniyên ku nexwestin navê xwe aşkere bikin ji malpera me re dane zanîn ku beriya çend rojan li Hewlêrê di navbera rayedarên ENKS, Parastin û MÎT Tirkiye de civînek girtî hatiye lidarxistin, di vê civînê de li ser Rojavayê Kurdistanê her sê aliyan nîqaş kiriye. Çavkanî tekez kir ku MÎT Tirkiye ji rayaderên ENKS xwestiye ku der heqê noqteyên hêzên YPG û QSD de kordîneyan kom bikin da ku amadekariyên êrîşekê bikin.

Di civînê de hate destnîşan kirin ku ENKS di riya Parastin cîhazê parastina Partiya PDK ya herêma Kurdistanê kordîneyan radestî MÎT istixbarata Tikriye bikin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku ev demek dirêje dewleta Tirk gefean li ser derbasbûna rojhilatî Firatê û heremên li ser sînorê Tikiye dike.

Têkiliya Prastin û MÎT ?

Li gorî agahiyan ku hêzên istixbarata Parastin ya girêdayî PDK ê li herêma kurdistanê dixwazin ku agahiyan li ser hêzên leşkerî ji aliyê hejmar, rêbazê avakirina wê, sîstema wê, berpirs û çawa xwe bi rêxistin dike kom dike. Ev agahî raste rast bi MÎT Tirkiye re têne parve kirin. Ev yek girêdayî daxuyaniya Berpirsê istixbarata Tirkiye Hakan Fîdane ku di şerê Efrîn de got: Em li Efrînê hene.

Gelek çavkaniyan dane zanîn ku di riya vê têkiliyê de li heremên Efrînê û Şengal jî agahî bi MÎT Tirkiye re hatine şandin.

23.10.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

أضف تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *