LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Kuştina Xaşiqcî nîşaneya pirsê di Tirkiyê de ye

Kuştina Xaşiqcî nîşaneya pirsê di Tirkiyê de ye

NAVENDA NÛÇEYAN– Yek ji dozên ku di vê demê de bû sernivîsên her rojnameyê Cemal Xaşiqcî bû. Bi dengvedana windabûna rojnamevana mezin ê bi eslê xwe ji Tirkiyê guhrtinek di berê hemû sazî û navendên mirovahî bû.

Dewleta Tirk ya ku tê bi nav kirin bi dagirkeriyê û mafxwarina mirovahiyê li Cereblus, Bab, Ezaz, Idlib û herî dawî li ser sivîlên Efrîn, li ber çavên dunyayê xuya nebû û saziyên mirovahî jê re bê deng man. Lê bi kuştina Cemal xaşiqcî re her kes bû xwedî helwest, bi taybet ku li welatek weke Tirkiye ne xwedî maf û bi taybet li beramberî rojnamevanan. Weke ku tê zanîn jî hejmara herî dawî ji girtiyên rojnamevanan li Tirkiye gihişte 319 rojnamevanî. Ji wan jî 142 li ser asta cîhanî ne. ev welatê ku bi mafê derxistina rastiya kuştina Xaşiqcî ban dike bûye zîndanek vekirî ji bo rojnamevan in.

Xaşiqcî kî ye?

Cemal Xaşiqcî li Medîne ElMûnewara hatiye dunyayê, lê koka xwe ji parêzgeha ElQeyseriyê ya ku dikeve orta Anadola Tirkiye ye. Beriya 500 sal li Hîcazê bi cih bûn. koka navê wan jî ji gotina Kaşik a bi Tirkî hatiye, (kaşikcî) Xaşiqcî ji gotina îkerên kefçî yan ji gotina malbatên camêr tê.

Rojnamevantiya xwe li Amerîka wîlayeta Indiyana xwendiye. Weke payamnêr demek dirêj kar kir. Her weha cihê xwe di nava bûyerên Evxanistan, Cezayêr, Kiwêt, Sûdan û rojhilata navîn girtiye. Heta sala 2017`an ku ji welatê xwe koçî derve bû û di nava Waşonton Post de cihê nivîsên wî di goşeyekê de hate girtin.

Ji milê derve ve wiha xuya dikir, lê ema Xaşiqcî weke kesayetek alîgirê fikirên îslama radîkal bû. Di wêneyekê de diyar dibe ku li Evxanistanê li rex birayên misliman wêneyek girtiye. Ne tenê weke wêne, her weha di nivîsên xwe yên bi navê Buhara Ereban di dema Birayên Misliman de derdikeve pêş.

Ne tenê weke fikira îslama radîkal derdikeve, lê netewperstiya wî jî rê li ber karekî azad digirt. Herî dawî jî di dagirkirina Efrîn ji hêla Dewleta Tirk û komên pêve girêdayî ve alîgiriya xwe aşkere kir, bi hinceta ku erebên herêmê wê xilas bibin lewra dewleta Tirk rewa didît.

Gelo kuştina Xaşiqcî li beramberî berdana Bronson bû?

Sibeha 2’ê Cotmehê yekemîn sernivîsên ku derketin windabûna Cemal Xaşiqcî rojnamevanê Si`ûdî yê ku li dijî sîstema Erebistana Si`ûdiyê li balyozxaneya Tirkiyê bû. Ev sernivîs bala her kesî û her hêzekê kişandin. Lê pirsa ku derdikeve pêş ew e ku kuştina wî li beramberî çi bû?

Bi derbasbûna wî ji balyozxaneyê re Xaşiqcî jê derneket û destgiritya wî diyar kir ku demek dirêj ma, heta polîsên wê derê agahdar kir. Lê ema bûyerek ne ji rêzê bû ku piştî Bronson hate berdan ev kes hate kuştin.

Pir fikir û analîz ji aliyên siyasetmedaran ve derket, hin analîzvanan digotin ku Minbic û rojhilatî Firatê wê bibe qurbaniya derketina Bronson, hinekan jî digotin ku ew zext û bacên Emerîkî li ser Tirkiyê wê rabin. Lê bi helwesta Tirkiyê xuya dibe ku li beramberî Bronson bê berdan Xaşiqcî bû qurban.

Lê dibe ku Tirkiyê ji bo dewleta Si`ûdiyê hişyar bike da ku piştgiriya xwe ji Sûriyê re nede Hêzên Sûriyê Demokratîk, ev bûyer qewimand. Di van demên dawî de xuya dibe ku Si`ûdiyê têkîliyên xwe yên siyasî û leşkerî bi QSD`ê re bi pêş xistin, bi taybet piştî ku hin cebilxaneyên giran ji bo wan rêkir.

Nakokiyên daxuyaniyên berpirsên Tirk

Piştî demekê ji kuştina Cemal, serokomarê Tirkiyê Receb Teyêb Erdoxan da diyarkirin ku kesayetên li pey kuştina Cemal wê hesab bidin. Herwiha bi awayekî aşkere diyar kir ku kesên peyê vê yekê girêdayî Silêman lawê Ebd El Ezîz e. Berdewam kir ku wê kesayetên li pey vê bûyerê girqan hesab bidin û niha 15 kes girtî ne û di lêpirsînan re derbas dibin.

Lê Berpirsê Partiya MHP’ê Dewled Baxçelî da xuyakkrin ku gropa ku Cemal kuştine girêdayî dewleta Si`ûdiyê ne û bi alîkariya hin karmendên di balyozxaneyê de Cemal hate kuştin.  

Derbarê vê yekê de jî Si`ûdiyê xwest ku komîteyek taybet ava bibe da ku kuştina Xaşiqcî lêkolîn bikin, ji ber ku da xuyakirin ku di encama şerekî de Cemal hate kuştin. Lê ev çîrok neket bala raya giştî û hêzên navdewletî. Ji ber wê jî lêkolînek berfireh hate xwestin ji hikumeta Si`ûdiyê û dewlet Tirkiyê jî.

Cihê gumanê ye ku piştî kuştina Cemal Xaşiqcî di balyozxaneya Si`ûdiyê li Tirkiyê de, du serbendên mezin di hikumeta Si`ûdiyê de hatin guhertin. Ehmed Isêrî yê ku dibe cîgirê serokê istixbarata giştî yê Si`ûdiyê û Si`ûd Bin Ebdullah El Qehtanî şêwermendê dîwana malbata qiralê hatin rawestin ji kar.

25.10.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً