LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Plana Idlibê di çarçoveya êrîşa li ser Rojhilatî Firatê ye

Plana Idlibê di çarçoveya êrîşa li ser Rojhilatî Firatê ye

Di berdewamiya hewildanên dewleta Tirk a agirbesta li parêzgeha Idlibê herî dawî di lutkeya çar alî ya li Stenbolê de rawestandina operasyona li ser Idlibê hate tekez kirin. Rêjîma Sûriye jî ji aliyê xwe ve ku israr dike ev operasyon destpêbike bi sebir nêz dibe û mûhlet daye Tikriye. Rûsya jî bê deng maye, ji rêjîma Sûriye re daxuyanî û insyatîf hiştiye lê di rastiya xwe de di bê dengiya Rûsya de li ser zimanê Lavrov niyeta wê hate aşkere kirin û rojhilarî çemê Firatê tehdîd kir.

Bi Idlibê re û hejmara mezin a çetetyên ku li wir kom bûne diyar e ku şerê li wê heremê li gorî dane û pêşketinan nêz bûye. Dema tê gotin şer gelek ihtîmal hene û xuya dike bi itîfaqa li ser Idlibê dê Rojhilatî çemê Firatê bikin “DEHIYE”.

Komên çekdar çekên xwe radest nakin, “Tirkiye li hemberî Esed nerm bûye

Buyerên ku di nava Idlibê rû didin rastiya daxyaniyên heyî û rewşa pêşerojê aşkere dikin. Li gorî çavkaniyên herêmî fesîleyên çekdarên Idlibê çekên xwe yên giran teslîm nekirine û çekdarên Cebhet ElNusra, Huras Eldîn û Ehrar Elşam lihevkirine ku çekên xwe yên giran teslîmî ti aliyekî nakin û dev ji navend û cihên xwe bernadin. Komên çekdar bi hemî şêwazan biryara avakirina heremêk Bê Çek li gorî itîfaqa di navbera Rûsya û Tirkiye de red dikin û qebûl nakin û xwe ji bo şerê Idlibê amade dikin. Çavkaniyan dane zanîn ku çekdarên radîkal hebûna Esed li ser hukum jî red dikin û daxwaza Îmaretekî Islamî li Idlibê dikin. Dewleta Tirk ku herî dawî helwesta xwe ya li beramberî Esed nerm kir û giringî neda hilweşandina hukmê wî, rê da ku helwesta çekdarên radîkal cudatir be.

Tirkiye ambargo li ser çekdaran ferz kiriye

Çavkaniyên ji nava Idlibê rewşa dawî ya jiyanî û aborî taybet aşkere kirin û ew herem bi bê derfetî û rewşek zehmet di her alî de bi nav kirin. Hate zanîn ku li Idlibê bê karî pir zêde ye û bilindbûa buhaya madeyan li Sûkê rê dide aramî û ewlekarî li herêmê kêm bibe. Çavaniyê ku nexwest navê xwe aşkere bike diyar kir ku ji ber vê rewşê dizî pir zêde bûye û kiryarên kuştinê û binçavkirina sivîlan beramberî fidiye pir zêde bûye ku heya niha hejmara kesên hatine binçavkirin derdorî 7000 kesî ye ji Jin, Zilam û Zarokan. Ev jî ji ber kêmbûnba fonê Tirkiye ji çekdara re ye ku tenê 300 Leyre Tirkî digirin ango 25000 kaxiz Sûrî ye.

Dewleta Tirk şerê li Sûriye gur dike

Çekdarên radîkal ên li Idlibê piştgiriyek leşkerî rêkirin Çiyayê Turkman û Çiyayê Kurdan yên ku li parêzgeha Latqiyê ne da ku cebheyên şer li wir ava bikin û piştgiriya hatiye dayîn ji bo Fesîleyên Tirkî ji Turkistan û Ozbekistan heman piştgiriya ku derbasî Idlibê bûye da ku noqteyên Tirkiye bi hêz bikin. Çavkaniyên taybet ku ev agahî dane diyar kirin ku armanc ji vê yekê lewazkirina rêjîma Sûriye ye da ku zextekê li ser Rûsye û Rêjîma Sûrî çêkin ku li ser mercên nû erê bikin. Li gel vê jî ev bû 3 roj di navbera fesîleyên çeteyan ên radîkal (Huras Eldîn, Partiya Islamî ya Turkistanî) û rêjîmê de bi awayekî bê navber li gundewarên Hema pevçûn derketiye taybet li Meheta Zeyzon, Elhibêd, heremên li nêzî kelah Elmadîq û Elqahîre û Elmansûr de pêk tên. Tirkiye jî ev yek wekî zextekê ji bi bo mûdaxeleya Sûriye bikaranî.

Li gorî çavkaniyan niha rêjîma Sûriye cebheyên xwe yên li parêzgeha Hema û gundewarên Bakûr, Rojhilat û Rojavayî Helebê bihêz dike.

Tirkiye ji bo tunekirina doza Kurdan gavan davêje?

Niha nîqaş û rojeva sereke derbarê çarenûsa Idlibê û çekdarên radîkal in ku li gorî itîfaqan divê ew çekdarên girêdayî Tirkiye ji heremê derkevin û di encamê de Idlib vegere bin serweriya Rêjîma Sûriye de. Esed bi awayekî bi hêz got Idlib ji çeteyên teror rizgar bike û wê Idlibê vegere ji dewleta Sûrî re û mijara herêma bi Ewle mijarekî demkî ye”.

Şert û mercên Tirkiyê ên ji Idlibê derkevin ewe ku heremekê Bê Çek ava bike, li hemberî vê divê rêjîma Sûriyê pirsgirêkên doza Kurdan çareser neke û bi Rêvberiya Xweser nekeve têkiliyê, bi taybet piştî hevdîtin û diyaloga di navbera rêjîma Sûriye û meclîsa MSD´ê de. Dewleta Tirk bazara Helebê ji bo qutkirina rê ku Efrîn û Kobanê heremên kurdan negihêjin hev pêk anî. Bazara Şam û Xûta pêk hat ji bo ku Tirkiyê Efrînê dagir bike û perçeyekî girîng û stratîjîk ji projeya Kurdan qut bike û rê nede Kurdan bighêjin Deriya. Bazara Idlibê zextekê li ser rêjîmê çêdike ku bi rêveberiya MSD ê re nekeve itîfaqê û li şûna wê fefan li êrîşa wê dixwe.

Bazara li ser çeteyan dikeve xizmeta Tirkiye

Plana ku Tirkiye hewil dide li ser çekdaran pêk bîne ku çekên giran ji çeteyan bistîne, lê heya niha qebûlnekirine. Tikriye soz daya Rûsya ku berpirsiyartiya derxistina çeteyan ji heremê pêk bîne, lewra îhtîmal heye ku Tirkiye şerekî ne raste rast bi fesîleyên ku biryara wê qebûl nakin û red dikin bike. Tirkiye ji aliyê xwe ve dê van çekdaran bikarbîne eger ku rêjîm û Rûsya li gorî îtîfaqê tev negerin ewê li ser çeteyan zextê çêke û bihêle li hemberî Rûsya û rêjîma Sûrî şer bikin. Ev jî nakokiya herdu alîgiran Rûsya û rêjîmê derdixe ku Rûsya jî sûdê ji êrîşa li ser rojhilatî çemê Firatê dibîne û bi wê Emerîka tengav dike.

Hemû buyerên heyî nîşan didin ku Tirkiye dê dev ji Idlibê berde beramberî ku rêjîma Sûrî bi Kurdan re nekeve diyalogan bi taybet piştî ku asta diyalog û danûstandinên navbera rêjîmê û Kurdan gihiştin qonaxên girîng.

Ihîtmal û pêşbînî dê van sînaryo derxe

Ihtîmal heye ku çekdarên Cebhet ElNusra itîfaqa Rûsan û Tirkiye vala derxîne, wê demê Rûsya, rêjîma Sûrî û Îranê ewê êrîşî Idlibê bikin û Tirkiye ya herî binkeftî derkeve.

Ihîtmal heye ku Tirkiye tevî çekdarên xwe êrîşî koma Cebhet ElNusra bikin û wan bi zorê ji heremê derxînin, ev şerekî pir zehmet e ji bo Tirkiye û mumkine bi binbikeve.

Her weha dibe ku Tirkiye gelek çekdaran tesfiye bike yan derbasî Tirkiye bike yan wan veguhezîne deverek dîtir taybet heremên di bin serweriya hêzên QSD ê de.

Ji aliyê xwe ve Îran qebûl nake ku çeteyên Cebhet ElNusra veguhezînin Afxanstan û nîşan dike ku ev planeke Emerîka û Tirikye ye ku Îranê têxin ambargoyekê.

Di heman demê de li gorî agahiyan komên çeteyan û bi taybet ên ElNusra veguhezînin heremên (Şengal û Qendîl), lê Îran qebûl nake ji ber ku ditirese ambargo li derdorê çêbibe û ji Îraqê qut bibe eger Tirkiye çiyayên Bakûrî Kurdistanê dagir kir.

30.10.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً