LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Cardin rûreşiya kenala ARK a berovajîkirina rastiyan derket

Cardin rûreşiya kenala ARK a berovajîkirina rastiyan derket

HESEKÊ-Di berdewamiya şerê ragihandinê de û derxistina belgeyên rast ên gelek buyeran li qada Sûriye, cardî hin malperên çapemeniyê ku dûrî rastiyê dixebitin bingeha civaka Sûriye ya siyasî û leşkerî li heremên Rêveberiya xweser dixe hedefa xwe.

Li gorî şopandin û lêkolînê hate aşkere kirin ku Kenala ARK a Kurdî rastiyan berovajî dike û di riya nûçeyên ji heremê de bê baweriyê û rojeva gel dughere. Beriya vê carê ev kenal raporek li ser kesayetên leşker di nava refê Erkê xweparastinê li herêma Cizîrê de amade kir, ku di rapora xwe de ya di 14 Îlonê de îdaa kir ku hejmarek ji fermandarên leşkerî li herêma Efrînê reviyane û ew fermandar teşhîr kir û îdaa kir ku ew niha ji dervey Rojava ye. Piştî lêkolîna derbarê vê mijarê de hate zanîn ku ev fermandar li heremên Bakurê Sûriye ye.

Kenala ARK ya bi ser herêma Kurdistanê de îdaa kir ku der heqê fermandar de belge kiriye û fermandar ji herêma Efrînê rojavayî parêzgeha Helebê di dema êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê de, bi 39 fermandarên leşkerî ku di nav de navê fermandar Bekdaş aniye ziman piştî ku pere top kirine revya ne dervey Rojava.

Malpera me Rojev24 rastî fermandarê tewanbarkirî yê bi navê Bekdaş hat û piştî lêkolîna ku hate kirin derket holê ku kesê bi leqeba xwe ya Bekdaş û navê wî ya rast Ebdilmecîd Derwîş e ji dayîkbûyê 1971 ye. Derwşê ango tewanbarkirî bi navê Bekdaş di navbera salên 2016 – 2017 an di nava refê erkê xweparastinê de erka xwe dikir û ew jî li Efrînê bû tenê erk 2 salin û Bekdaş jî xelas kiriye.

Ebdilelmecîd ango Bekdaş niha li navçeya Dirbêsiyê ye û karê xwe berdewam dike û di firotina mazotê de kar dike.

Di riya pewendiya malpera me bi fermandarê berê re Bekdaş wêneyên wî hatin bidestxistin.

Tê zanîn ku ev buyer ne ya yekemîn e ku malpera ARK buyerên ji dervey rastiyê li ser kesên berpirs belav dike û wan teşhîr dike bi armanca şerê çapemeniyê ku şerê taybet li heremên Bakurê Sûriyê bi perspektîva MÎT dimeşîne.

05.11.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً