LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Bi armancgirtina Rojhilatê çemê Firatê ihtîmalên ku derdikevin çi ne?

Bi armancgirtina Rojhilatê çemê Firatê ihtîmalên ku derdikevin çi ne?

Ev demeke ku dewleta Tirk gefan li ser heremênBakurê Sûriye dixwe. Gefên Serokomarê Tirkiye Erdoxan û Berpirsên Tirkiyedikevin piratîkê û li ser erdê êrîşî gund û heremên li ser sînorê bakûrê Sûrî dike. Di pêvajoya beriya Efrîn de cardin armancgirtina sînor ji aliyê Tirkî ve dihate kirin û ev yek piranî bi itfaqan dihat meşandin, êrîşa dewleta Tirk li ser çiyayê Qereçox û Şengalê ên heremên Rêveberiya Xweser û bi cihbûna partiya PKK ku Tirkiye îdaa dike wekî tesbîta vê yekê bû, bi van êrîşan dewleta Tirk bi itîfaqa bi Mesûd Berzanî, Rêjîma Sûrî û hin dewletên din re ev êrîş pêk anî wekî ku gelek alî vê aşkere dikin, piştre dewleta Tirk êrîşên xwe heta astekê bi zextekê rawestand, lê her demê êrîş pêk tanî. Piştî pêvajoya dagirkirina dewleta Tirk ji Efrînê re niha careke din li ser ekranan topbarana dewleta Tirk li holê ye. Rojhilatî çemê Firatê ketiya rojeva gelek hêzan û niha di wê çarçoveyê de li gorî agahiyan dewleta Tirk bi hêzên Emerîkî li heremên wekî Minbic danustandinan dikin her weha dewleta Tirk taybet li heremên Efrînê û Cerablusê bi çeteyên xwe re dicive.

Itîfaqa dewletên garantor li ser Sûriye

Bi itîfaqa Sotşiyê her yek ji Rûsya, Tirkî û Îran xwestin nexşeya Sûriye li gorî xwe diyar bikin, lewma bi itîfaqên heyî ku hatine hûnandin, bercewndiyên van dewletan derketin pêş, li gorî van itîfaqan Tirkiye cihê xwe di nava mûdaxeleya Sûriye de girt û heremên li bakûrê Rojavayê Sûrî dagir kir mîna Efrîn û beriya wê gelek heremên mîna Cerablus, Rayî, Bab û Idlibê, di heman demê de rêjîma Sûrî bi desteka Rûsan li gelek hereman pêşket û gihişt bajarê Idlibê. Bi itîfaqa sê alî di navbera Rûsya, Tirkî û Îran de herêma Idlibê wekî heremek bê çek hat ragihandin, çekên giran wekî itîfaqiya hatiye danîn dê were kişandin, xalên çavdêriyê yên Tirkan werin zêdekirin û 12 yên heyî têne xurt kirin, bi vê yekê her sê dewletan hesab kirin ku êdî rewş li gorî wan zelal dibe lê hêzên Hevpeymanê ev qebûl nekirin û êrîşî rêjîmê li Laziqyê kirin. Tevî van nakokiyan itîfaq dewam kir û ji armancên sereke ji itîfaqê ku niha aşkere dibin, komên çete ji wan hereman vekşin û berê wan bidin Rojhilatî çemê Firatê.

Li gorî nirxandaina dewletên garantor li ser Sûriye, Rûsiya Tirkiy û Îran piştî itîfaqa li ser Idlibê êdî şerê li Sûrî bi dawî dibe, tenê pirsgirêk Rojhelatî çemê Firatê dimîne ku ew jî Emerîka xwe li wir bi cih kiriye û li gorî vê yekê itîfaqek ber bi çav di navbera van her sê dewletan de derdikeve ku êdî Rojhilatî çemê Firatê dibe hedefa van dewletan û ev yek hat aşkere kirin ku Tirkî, Rûsya, Îran û rêjîma Sûrî ragihandin ku heremên Rojhilatî çemê Firatê cihê xeterî li Sûriye maye û banga perçebûna xwe dike û pêwîste li pêşiya wê bisikin da ku armancên xwe pêk bînin, lewma dibe ku êrîşên vê dema dawiyê ji aliyê rêjîmê ve li Qamişlo, tevlîheviya di nava civakê de bi mijarên teqîn, xwepêşandan û êrîşên dewleta Tirk li ser sînor encamên itîfaqa van dewletan be.

Armancên Emerîka û Rûsya li Sûriye:

Armanca Emerîka çiye?

Derabsbûna Emerîka ji şerê Sûriye bi hinceta DAIŞ’ê hate aşker kirin û ev heta pêvajoya ketina paytexta DAIŞ’ê Reqa bû ku Emerîka ragihand ku heta DAIŞ hebe ewê li Sûrî hebin. Lê piştî bidestxistina Reqa û derketina gelek hereman ji destê DAIŞ’ê, Emerîka ragihand ku şerê wan li dijî hebûna Îran e. Tê xuya kirin ku armanca Emerîka her weha ewe ku parastina Israyîl li Rojhilata Navîn bike û wekî fermî itraf bi Israyîl bibe û ev yek bi daxwaza Emerîka û têkliyên wê bi dewletên heremî re wê pêş bikeve.

Armanca Rûsya çiye?

Wekî stratejiya sereke ya Rûsya ewe ku hebûna wê li Sûriye esasê hebûna wê ya li Rojhilata Navîn e, di heman demê de riyek wê li ser derya Spî hebe. Di heman demê de piştî binketina Rûsya li Lîbiya êdî tenê Sûrî wekî cihekê stratejîke û derfeta bi tenê li Rojhilata Navîn hesab dike. Di heman demê de hakmiyeta wê li ser Rojhilata Navîn xurtir dibe.

Nakokiyên di navbera herdû dewletan de:

Emerîka û Rûsya ku herdû dewletên wekî du qutib li cîhanê têne naskirin, heta niha şerê wan li ser desthiladariyê dewam dike, Rûsya ku di piştî dunema şerê sar bi Emerîka re bibinket niha cardin dixwaze vê hêza xwe vegerîne û Emerîka jî dixwaze ji her milî ve desthiladariya xwe dewam bike û ew dewleta yekem di cîhanê de be. Lewma niha herdu dewlet cihê xwe di nav şerê li Sûrî de digrin û her aliyek li gorî bercewndiyên xwe planan pêş dixin. Wekî xalên ku di navbera herdu dewletan de derdikeve ewe ku şerê li Sûrî bi navê şerê cîhanê sêyemîn tê binavkirin lewma çi hêza ku bi ser bikeve ewê xwedî giringiyek mezin be û wê nexşeya riya heremê diyar bike lewma herdû dewlet di navbera pêşbirkê de ne , di heman demê de ji bo Sûrî heremên ku zêdetir dibe nakok ew in heremên Dêra Zor, Tebqa û Tenife ji ber giringiya ciyosiyasî û dewlemendiyên van hereman hene.

Nexşereya Minbicê:

Itîfaqa ku di navbera Emerîka û Tirkî de hat encamdan li gorî daxuyaniyên çapemeniyê li ser sê pêvajoyan bû. Pêvajoya yekemîn: Dewriyên hevbeş di navbera Emerîka û Tirkiye de li ser sînorê Minbicê pêk werin, pêvajoya duyemîn: Dewriyên hevbeş derbasî nava bajarê Minbic bibin, pêvajoya sêyemîn: helkirina meclisên leşkerî li Minbicê û bicihkirina meclisên girêdayî dewleta Tirk li Minbicê be. Li gorî van xalan tenê pêvajoya destpêkê pêk hatiye û heta niha dewam dike, yên din jî Tirkî tekezî li ser dike lê Emerîka heta niha di nava danustandinan de ye bi rayadarên dewleta Tirk. Lerma li gorî daneyan derdikeve ku piştî hin êrîşên çeteyan li ser Minbicê Emerîka tevlî van xalan nebûye û tenê dixwaze Tirkî bi hin mijaran razî bike lê Emerîka heta niha helwestek zelal nedaya ji bo Minbicê û li gorî daxuyaniyên wan niha dixwazin ku rewş li bakûrê Sûriye bi istqrar be û naxwaze şerekî raste rast li heremê biqewme, li gorî helwesta Emerîka ya niha dixwaze ku rihetiyekê li heremê avabike û ew jî di riya dewriyên hevbeş ên di navbera wan û hêzên QSD û ji aliyekî din ve di navbera wan û Tikriye de ji aliyekî din ve ye. Di nava civaka Kurd de li hemberî Emerîka baweriyek xurt tune ye û îdaa dikin ku “raste alîkarî dide ji bo şerê li dijî DAIŞ ê lê ev yek têrê nake, li aliyekî alîkarî dide lê li aliyê din piştgirî dide Tirkan”. Kurd ku li ser Emerîka nirxandin dikin dibêjin ku Emerîka pişta xwe bi hêza QSD xurt kiriye lê lêgerînên wê dewam dikin û zêdetir giranî dide heremên Erebeban û wan nêzî xwe dike, di heman demê de Emerîka bi rihetî dev ji helîfê xwe Tirkiyê bernade û tekez wê têkliyên wê xurtit bibin, tenê çarçoveya ku niha derdikeve dem derbas dikin û tenê bi hin mijaran Tirkan razî dikin.

Ber bi pêkanîna itîfaqan û lidarxistina Lûtka Çar alî:

Di navbera Rûsya, Tirkî, Ferensa û Elmaniya de civînek li Stenbolê hate lidarxistin, di vê civînê de xalên serke ku hatin aşkere kirin ji aliyê her çar dewletan ve mijara destûra Sûrî, penaberên Sûrî, rewşa Idlib û çawaniya çareseriya li Sûriye bû. Piştî civîna ku di 27’ê cotmehê de hate lidarxistin, Dewleta Tirk di 28’ê cotmehê de êrîşî sînorê bakûrê Sûriye kantona Kobanê kir, li gorî civînê xuya dike ku ji bo rewşa Rojhilatî çemê Firatê ti biryar derneket, niha li gorî rewşa heyî him dewleta Tirk û him Rûs naxwazin ku sîstema Rêveberiya xwerser a li Bakurê Sûriye cihê xwe di nav destûra Sûrî de bigre û Tirkiye encûmena ENKSê ya ku desteka wê dike pêşniyar dike ku tevlî destûra Sûrî bikin û dibe ku bi vê civînê ev mijar hatibe nîqaşkirin da ku zextekê li ser van dewletan çêkin ku êdî vê ji rojeva xwe derxin. Ev yek piştî helwesta Emerîka ya pêwîstiya ketina rêveberiya xweser a li heremên Bakurê Sûriye di nava destûra Sûrî de pêk hat.

Ihtîmal û pêşdîtinên ku derkevin!

Li gorî civîn, itîfaq û hewlestên dewletan yên heyî niha ev sînaryo derdikievin pêş:

  1. Emerîka dixwaze rewatiyekê bide Bakurê Sûriye, ji bo meşrûyeta bide xwe, lewma niha naxwaze guhertinan çêke li bakûrê Sûrî û naxwaze hereman teslîmî Tirkan bike. Tişta ku niha zelal dibe Emerîka stratejiya xwe li bakûrê Sûrî neguhertiye. Ji bo ku Emerîka bercewndiyên xwe li Sûrî biparêze, şerê li dijî DAIŞ dewam bike û riya Îran li Sûrî qut bike Emerîka hewcdarî hêzek wekî QSD ê ye lewma nikare guhertinên cidî çêke. ( ji ber ku Emerîka naxwaze guhertinan li hermê çêke lewma ev êrîş dibe ku zextek siyasî be û êrîşên berfreh pêk neyên).

  2. Ihtîmal heye ku ev êrîş bi agahdariya Emerîka pêk tê, da ku rêveberiya xweser hin xwestekên Emerîka pêk bîne û bi taybet li Minbic û heremên Erebî wekî Girê Spî, Reqa, Tebqa û Dêra Zor.

  3. Ji bo hilbjartinên Tirkiye û ne gihiştina itîfaqa bi Emerîka û re, dibe ku Tirkî hin êrîşan pêk bîne li ser xeta sînor û hewl bide ku hin gavên cidî bavêje û hin koman bide şuxlandin li hemberî rojhilatî çemê Firatê û hin êrîşan pêk bîne.

  4. Dibe ku ev gav bi desteka Rûsan pêk hatibe, da ku di nava civakê de ne rihetîk çêbibe û êdî gel li hemberî sîstema bakurê Sûrî û Emerîka derkevin û banga Rêjîma Sûrî bikin da ku wan ji Tirkan biparêzin, ji ber ku bi vê gavê him Tirk armanca xwe pêk tînin û him Rûs û Rêjîm hedefa xwe pêktînin.

Di encam de hazirtiya êrîşekê li ser bakûrê Sûrî tê kirin, ev êrîş dibe ku leşkerî be lê çawaniya wê ne zelale, ev yek jî li gor planên Emerîka dimîne, ger ku Tirkî tawîz dabin Emerîka di hin mijaran de ihtîmal heye ku li hin hereman êrîş pêk werin û bi taybet li heremên Minbic û Girê Spî be.

08.11.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً