LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / “Tûgeya Silêman Şah” bi hevkariya Tirkiye tundiyê dike

“Tûgeya Silêman Şah” bi hevkariya Tirkiye tundiyê dike

EFRÎN- Dewleta Tirk ji dema dagirkirina herêma Efrînê bi Ketîbeya Silêman Şah di nava bajarê Efrînê de cur be cur li ser sivîlan tundiyê û kiryaran dike. Çeteyên vê tugayê ku hejmarê wan hezar e di nava navçeya Şiyê de belav dibin û heremê ji niştecihên wê vala dikin û bi Tikriye re noqteyên ewlekariyê ava dikin.

Piştî dagirkirina Kantona Efrîn, dewleta Tirk bi komên çete hewildana avakirina ewlehiya hundirîn kir. Ew sîstem li navçe û navenda bajêr jî hatin belavkirin, ku bargeh û noqteyên çavdêriyê bi rêvebirina komên çete têne meşandin.

Di van noqte û bargehan de leşker û serbendên Artêşa Tirk cihê xwe digirin, her weha ji nava komên çekdar ên ku li Efrîn hatine bicihkirin, tenê komên li ser destên istixbarata Tirkiyê perwerdeya xwe dîtine tê de hatine erkdarkirin. Mînaka vê yekê jî tûgeya Silêman Şah û Firqêt El Hemzet in ku li piraniya noqte û navendên çavdêriyê hatine bicihkirin.

Noqteyên dewleta Tirk ji aliyê istxbaratê ve tê avakirin

Ji aliyê bûyerên herî dawî di hunder herêma Efrîn de û wek ku me berê di nava nûçeyên xwe de diyar kiribû ciwanên herêmê di nava polîsên azad de nayên qebûlkirin. Di heman çerçoveyê de ciwanên herêmê derbasî nava bargeh û noqteyên çavdêriyê jî nabin. Derbarê çareserkirina vê mijarê jî û ne berdana karê polîsa azad, şandeyek ji serbendên tirkan derbasî navenda Efrîn bûn. Çavkaniyê me yê bi navê (I.M) diyar kir ku ev şande ji bo tevlîkirina ciwanan bi taybet ji karê noqteyên çavdêriyê re hatine herêmê. Lê di heman demê de jî ciwanên kurd nahêlin derbas bibin û cihê xwe di nava karan de bigirin.

Ji bilî Silêman Şah li Şiyê nîne

Çavkaniyê me bi navê (M.K) ji navçeya Şiyê ye derbarê bargeh û hejmara çeteyên girêdayî dewleta Tirk de hin mijar xuya kirin. Çavkanî da xuyakirin ku bargeh û noqteyên çavdêriyê li gundên Qermîtliq û navenda navçeya Şiyê hatine avakirin. Her weha komên ku di wê derê de tûgeya Silêman Şah in.

Di navçeya Şiyê de tevî gundên pêve girêdayî Tûgeya Silêman Şah kontrol dike. Di wir de zêdetirî 1000 çekdarên xwe bi cih kirine.

Hêjayî bi bîrxistinê ye jî ku ev navçe weke her warek hatiye dagirkirin rastî şidetê û talanê tê. Çekdarên Silêman Şah di 4`ê Mijdarê de ciwanê bi navê (L.E) temenê xwe jî 20 salî ye, girtin û birin cihek ne diyar. Heta niha jî malbata wî nizanin li kuderê ye.

Girêdayî kiryarên dagirkeriyê bi komkirina zeytûnên gundên girêdayî navçeya Şiyê, li ser her sivîlekî ji sedî 20 wê bê girtin. Sivîlan gef jî xwarin ku eger van nedin û meclisa navçeyê agahdar nekin wê bêne binçavkirin û hesab ji wan were xwestin.

Tûgeya Silêman Şah bi Tikriye re herem talan kirin

Tûgeya Silêman Şah a ku di nava operesyona “Mertala Firatê” de cihê xwe girtibû û herî dawî di nava operesyona Şaxa Zeytûnê” de jî tevlî bû. Ev tûge di sala 2016`an de hate avakirin. Bi awayekî fermi jî cihê xwe di nava Artêşa Niştîmanî ya bi ser Tikriye ve digire û piştgiriya xwe ya madî, locistî û leşkerî ji dewleta Tirk digre.

Di 20’ê Çileya 2018 an de bi destpêkirina operesyona li ser herêma Efrîn bi armanca dagirkirinê û talankirina herêmên ewle, Tûgeya Silêman Şah di nav de rolek xwe ya bingehîn hebû. Piştî dagikeriya dewleta Tirk û çeteyên pê ve girêdayî ji herêmê re ev tûge li navçeya Şiyê û gundên wê ve bi cih bû. Di wir de bargehên xwe ava kirin û sîstema talakirin, şidet, girtin, revandin di nava sivîlên navçeyê de meşandin.

Guhertina demogragîk li navçeyê pêk anîn

Bi danûstandinên ku ji hundir herêma Efrîn re qut nebûye û çavkaniyên ku di herêmê de hin bûyerên ku li gundan diqewimin de hin buyeran aşkere dikin. Çavkaniya ji gundê Hêkiçê ya bi navê (E.M) da xuyakirin ku di demên destpêkê ku ev tûge derbasî navçeya Şiyê bû bargehên xwe ava kirin û tê de hin leşkerên Tirk û hejmarek ji çeteyên tûgeyê bi cih dibin.

Çavkanî berdewam kir ku di çerçoveya guhertina demografîk de û tunekirina rengê civaka herêmê de 60 malbat ji parêzgeha Humisê û kampên Cereblusê ve ber bi gundên navçeyê ve anîn û bi cih kirin û 800 malbatên Turkman ji parêzgeha Humsê û herêma Til Efer ya Îraqê bi cih kirin.

Silêman Şah tundiyê li ser sivîlan dike

Navçeya Şiyê ji kiryarên tûgeya Silêman Şah rihet nema. Heta vê dawiyê û bi destpêka werza komkirina zeytûnan, şideta wan berdewam kir. Sivîlên gundên Erendê, Qermîtliq û navenda Şiyê nikarîbûn derbasî nava zeytûn û erdên xwe bibin. Çeteyên Silêman Şah bi xwe derbasî erdan dibûn û mûsim kom dikirin.

Ruxmî ku meclisa herêmî ya navçeyê biryar dabû ku nabe ti kes derbasî nava erdên sivîlan bibin, lê ema komên ku li wan deveran bi cih dibin qebûl nekirin û ev biryar vala derxistin.

Berpirsê Silêman Şah bê exlaqiyê dike

Piraniya komên ku li Efrîn bi cih dibin bi bazirganî û karê heşîş û bê exlaqiyê têne naskirin. Herî dawî jî tûgeya Silêman Şah ev yek tekez kir. Hin malên taybet hatibûn vekirin ji bo ku karê bê exlaqiyê bê meşandin.

Li navenda bajarê Efrînê piştî çavdêrîkirin û şopandinek berdewam, operesyon bi ser malekê ve çêbû. Di wê malê de hin berpirsên Tirkan, serbend û hin endam û serkirdeyên komên çete hatin binçavkirin tê de. Di heman demê de bi wan re jin, alkol û heşîş jî hate dîtin di dema girtina wan de. Ew kesên ku hatine binçavkirin jî di zindana herêma Ezazê de rastî lêpirsînê hatin.

Di heman çerçoveyê de serkirdeyê tûgeya Silêman Şah Mihemed El Casêm Ebû Emşe bi tewana destdirêjiya li ser jina bi navê Îsra Xelîl ku dîmen ji aliyê Îsra ve hate belavkirin. Di dîmenê de Îsra behs dike ku ji wan re cilên wan dişoşt û xwarin ji wan re amade dikir, lê rojekê hevjînê wê rêkirin çalakiyan ji bo ku destdirêjiya xwe pêk bînin.

12.11.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً