LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Itîfaqa têkçûyî ya Sotşiyê!

Itîfaqa têkçûyî ya Sotşiyê!

Wek ku tê zanîn di dema dawî de bi navê heremeke bê çek a ku ji aliyê Rûsya û Tirkiye ve hate encam dan şer û operasyona rêjîmê ya li ser herêma Idlibê rawestiya. Niqaşên herî dawî yên rêjîma Sûriye ku mesacên wekî gef xuya dikin li dijî dewleta Tirk bi xerakirina itîfaqê û ne pêkanîna wê tê tewan bar kirin. Rewşa ku niha li gundewarê Bakur û rojavayî Helebê her weha li Idlibê tê jiyan kirin rewşa itîfaqa Sotşiyê dedixe holê, ji ber ku li gorî dane û agahiyên herî dawî komên radîkal Sotşiyê nas nakin û amadekariyên xwe ji bo şerekî mezin li dijî wê dikin, ev di pevçûnên herî dawî ên di navbera herdu aliyan de akşere dike.

Niha Tirkiye siyasetek nû û bi lîstok bi Rûsyê re dimeşîne derbarê mijara teslîmkirina fasîleyên çeteyên radîkal ji çekên xwe yên giran ên li Idlibê re; ku heya niha Tirkiye sozên xwe derbarê vê mijarê de pêk neaniye. Tersî wê Tirkiye piştgiriya fasîleyên radîkal ên teror mîna Cebhet ElNûsra û Hizib Elturkistenî bi çekên pêşketî dike. Dewleta Tirk ev fasîle li hemberî Cisir Elşixûr û gundên Çiyayê Turkmanan û Çiyayê Kurdan belav kiriye û fasîleyên çeteyan tedbîrên xwe li van hereman bihêz û xurt kirine û hejmarek mezin ji xendeq û tunel bi awayekî veşartî kolandine. Ji xwe taybetmendiyên van heremên ku ev fasîleyên radîkal tê de bicih bûne; ku çiyayên xwe pir asê ne û dikarin noqteyên dûr ên artêşa Sûrî bibînin û kontrol bikin. Her wiha parastina van hereman jî pir xurt in ku eger artêşa Sûrî êrîş bike wê zirareke mezin bibîne berî ku hîn bigihêje noqteyên van fasîleyan.

Heya niha fasîleyên çeteyan û çeteyên Desteya Tehrîr Elşam li ser beşekî mezin ji rûbara parêzgeha Idlibê û gundewarên wê kontrol dike; ku ji sedî 70 ji erdnîgariya vê heremê kontrol kirine û ev fasîle ti carî qebûl nakin heremên xwe radestî Rêjîma Sûrî bikin.

Tirkiye û Rûsya hewil didin ev îtîfaqa derbarê avakirina Herêma Bê Çek(Bi Ewle) heya demekî din dirêje bikin, lewma her tim dewriyên hevpar ji herdu aliyan li vê herêma Bê Çek digerin. Lê wê ev îtîfaq bi ser nekeve ji ber ku fasîleyên çeteyan ên Îslamî yên radîkal yên girêdayî Elqaedê vê Îtfîqê qebûl nakin û red dikin.

Hejmarek ji şandeyên serbazên Leşkerî yên Tirkan hevdîtin bi serbazên leşkerî yên fasîleyên radîkel re dikin da ku bibin navbên kar ku li Tirkan guhdar bikin û biçin heremên din, lê ev fasîleyên radîkal guh nadin Tirkan û amadekariya vekirina cebhiyên şer bi Rêjîma Sûrî li derdorî parêzgeha Idlibê nîşan dikin. Ji fasîleyên radîkal ên teror ên herî zêde fermana Tirkan qebûl nakin û li vê dawiyê Odeyek Çalakiyan a Hevbeş çêkirine çeteyên (Rêxistina Huras Eldîn, Cebheya Ansar Eldîn, Ansar Eltewhîd, Koma Ansar Elîslem) ne; ku ev Odeya hevbeş ya çeteyan bi hemî awayan îtîfaqa Rûsya û Tirkiye ya avakirina herêma (Bi Ewle) navbera Opozisiyonê û Rêjîma Sûrî li heremên Idlibê û Hemê qebûl nakin, lewma rojene pevçûn di navbera fasîleyên çeteyên radîkal û hêzên Rêjîmê li xetên Temasê li Idlibê û gundewarên Hemê çêdibe. Di riya hin çavkaniyên ji wç heremê hate tekez kirin ku fasîleyên çeteyên (Rêxistina Huras Eldîn, Ansar Eldîn, Ansar Eltewhîd, Ansar Elîslem, Desteya Tehrîr Elşam, Hizib Elturkistanî) tu guhertin nexistine cihên xwe li noqteyên lê bicih bûne yanî noqteyçn xwe bernedane wekî ku çapemeniya Tikriye îdaa dike û tevahî li cihê xwe ne. Tirkye jî ji aliyê xwe ve raya giştî dixapîne û îdaa dike ku “Ev îtîfaq li gorî qonaxan pêk tê”. ji xwe Tirkiye dizane ku fasîleyên çeteyên Huras Eldîn çekên giran li herêma Bê Çek di van rojan de bikar tîne. Li gorî îtîfaqa di navbera dagirkerên Tirkan û serçeteyên fasîleyên çekdar ên radîkal heya niha veşartina çekên xwe yên giran li herêma Bê Çek dikin.

Tirkiye nikare bi awayekî yekser têkiliyên xwe bi fasîleyên çeteyên radîkal re qut bike; ji xwe daxuyaniya çeteyên Desteya Tehrîr Elşam ê ku Îtîfaqa Tirkiye û Rûsya red dike li gorî ferman û daxwaze Îstîxabarata Tirkan pêk hat. Ji xwe Îstîxbarata Tirkan dibîne ku berjewendiyên Rûsya bi aliyê Tirkiye ve pir kûr in, lewma Rûsya dikare daxuyanî bidin ku Îtîfaqa Sotşî bi rêkûpêk dimeşe. Ji xwe normal e ku Rûsya çavên xwe ji ser têkiliya di navbera Tirkiye û fasîleyên radîkal re bigire, ji ber ku ji berjewendiyên Rûsya û Tirkiye ye ku operasyonek mezin ji aliyê Rêjîma Sûrî û Rûsye ve li ser parêzgeha Idlibê pêk neyê.

Niha Tirkiye hejmarek mezin ji çekdaran ava dike, û li gorî agahiyan ku lêkolînek ewlekariyê ji bo çekdarên ku wê tevlî Operasyona Leşkerî ya li dijî heremên rojhilatî çemê Firatê (Girê Spî, Kobanê, Serê Kaniyê) çêdike. Ev lêkolîn heta 10 rojên din jî dê berdewam bike. Her wiha Tirkiye hewil dide sê firqeyên leşkerî ava bike, yek ji van ferqeyan ji çeteyên parêzgeha Humsê ne, ya duyem ji çeteyên parêzgeha Elreqa ne, û ya sêyemîn ji çeteyên parêzgeha Hesekê ne, û ji fasîleyên çeteyên Ehrar Elşerqiyê (Elşieêtat) û fasîleyên Turkaman ên ji kutleyên Selatîn pêk tê. Niha hejmarek mezin ji çeteyên DAIŞê yên ji Dêre Zorê direvin di hundir kampên li aliyên li hember Serê Kaniyê, Girê Spî yên ku koçberan bicih dikin.

19.11.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً