LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Di polîtîka Tirkiye de nakokî?

Di polîtîka Tirkiye de nakokî?

NAVENDA NÛÇEYAN– Dewleta Tirk di nava van guhertinên ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, ew jî dikeve nava guhertin û veguhertinan de. Lê ema guhertinên ku Tirkiyê tê de derbas dibe ber bi ku ve wê dibe û rewşeke çawa di nava civaka wê de ava dike?

Piştî derbeya Tirkiye ya di 2016`an de, ji bo derxistina aloziyan ji sînora xwe û bilindkirina asta moralên Artêşa xwe, dewleta Tirk dest bi operesyona binçavkirina perlementerên HDP`ê û kesên bi ser Gulen ve kir. Di heman demê de di daxuyaniyên xwe de gefên opersyonên leşkerî li dijî herêmên bakurê Sûriyê dixwar. Dewleta Tirk bi vê yekê di 20’ê çileyê de bi dagirkirina Efrîn di bin navê operesyona Şaxa Zeytûnê de gava duyemîn pêk anî, piştî operesyonên li ser herêmên Bab, Cereblus û Ezaz di bin navê Mertala Firatê de. Lê di girtina birayran de û dayîna daxuyaniyên dij hev, nakokiyên hundirîn ên dewleta Tirk xuya dibin.

Di perleman û daxuyaniyên berpirsên Tirkiye de ne hevsengî!

Li gorî rewşa hundirî ya Tirkiye û bûyerên herî dawî ku li Tirkiye û Sûrye diqewimin nakokiyên hundirîn ên dewleta Tirk derdixin holê, ruxmî ku cîhazên dewletê bi serkêşiya partiya AK Partiyê û Serokê partiyê Receb Tayb Erdoxan ti kes ji dorpêça xwe dûr nexistiye û bi her awayî azadiya kes, partî, civak û nêrîn nehêştiye, lê dîsa jî ew nakokî û lewaziyên ku civaka Tirkiyê îro jiyan dikin li ser zimanê wan derdikevin.

Di dema êrîşa ku li ser herêma Efrîn hatiye meşandin bi hevkariya Dewleta Tirk û komên çekdar ên pêve girêdayî, daxuyaniyên siyasetmedarên Tirkiye yên bi nakok derdiketin pêş û ev yek li ser pêşeroja wê heremê heta niha berdewame.

Di daxuyaniya dawî de piştî ku Efrîn hate dagirkirin tevî gundên xwe ji aliyê dewleta Tirk û komên pêve girêdayî, Serokê Tikriye Erdoxan eşkere kir ku ev operesyon naraweste û wê her ku biçe berfirehtir bibe, heta Til Rifet, gundewarên di destên HSD`ê û heta parêzgeha Helebê û ber bi parêzgehên Îraqî ve jî. Beriya daxuyaniya Erdoxan jî Cîgerê serok wezîran Bekir Bozdag daxuyanî da û got ku tenê ew ê rewşa herêmê bînin ser hevdu û ji Efrîn vekişin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku piştî hilbjartinên dawî ên Tirkiye armanc ew bû ku hemû biryarên cîbicîker têkeve destê Erdogan piştî ku sîstema rêveberiya welat hate guhertin.

Di heman çerçoveyê de ji bo kuştina rojnamevanê Sûdî Cemal Xaşiqcî jî, daxuyaniyên serkirdeyên partiyên  Tirkiye hevdu negirtin û bû sedema ne zelalkirina mijarê heta niha. Ji ber ku her serokê partiyekê daxuyaniyek dida û digotin ku ji balyozxaneyê derneketiye û hindekan digot ji balyozxaneyê derket û ji ber kuştina wî komek ji 15 kesan berpirsyar in.

Ne yekbûyîna herdu daxuyanî û helwestan de derdixe holê ku di dema pêş de dê Tirkiye rewşek aloztir jiyan bike, her wiha perçebûyîn di nava sîstem û partiyên wan de wê çêbibe û ev yek jî wê bibe sedem ku gel û sivîlên ku mafên wan tên xwarin serî rakirin. Ji ber siyaseta dewleta Tirk a li ser sivîlan çalakiyên mezin û êrîş bi ser navend û bargehên wê ve têne kirin.

Zanyar di hedefa dewleta Tirk de ne

Hertim ji bo qirkirina dengê civakê kesên xwedî bandor di nava civakan de têne armancgirtin. Dewleta Tirk jî herdem li ser vê xalê kar dike, kesên xwedî bandor di nava civakan de dibin armanc da ku bibin mînak ji sivîlan re û bitirsin û dengê xwe nekin.

Ji bûyerên herî dawî di nava civaka Tirkiyê de binçavkirina 20 kesan ji xwendevan û zana û xwedî ast bû. sedema binçavkirina wan jî ku bi Osman Kavala re têkîliyên xwe hene. Kavala bi tewana alîkariyê di nava derbeya leşkerî ya Tirkiyê di sala 2016`an de hate tewanbarkirin û di 18`Cotmeha 2017`an li balafirgeha Stenbûlê hate binçavkirin.

Ji sedemên ku dewleta Tirk ji kesên xwedî ast ditirse û wan digrin ew e ku di nava civakê de çavên xwe yên sor û hişk derbixe, lê ema gil û gazincên sivîlan kurtir dibin.

 

26.11.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً