LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li dijî girêdana derve ya ENKS helwesta veqtandinê hate dayîn

Li dijî girêdana derve ya ENKS helwesta veqtandinê hate dayîn

NAVENDA NÛÇEYAN- Li Kantona Qamişlo ya bi ser herêma Cizîrê ve 30 endamên siyasî ên Partiya Şepêla Pêşeroja Kurdî li Sûriye ku di bin sîwana Encûmena ENKS’ê de ne veqetiyan û tevlî nava Partiya Aştî Demokratîk a Kurdistanê bûn. Endamên veqetiyayî dane zanîn ku sedema berdana wan ji vê encûmenê girêdana ENKS bi perspektîvên derve re ye.

Veqetandina 30 endamên Şepêla pêşerojê ku beriya niha ev şepêl bibû du parçe yek li derve ku girêdayî MÎT Tirkiye û Elamnya bû hatibû jiyan kirin. Veqetandin di kongiryek çapemenî de hate ragihandin, di kongirê de hejmarek ji endamên Şepêla pêşeroj ên heremên Cizîr û Firatê wekî bajarên Qamişlo, Amûdê, Dêrik û Kobanê amadebûn.

Rapora veqetanidina ji nava refên ENKS’ê ji aliyê endamê Şepêla Pêşroj Ehmed Ibrahîm hate xwendin û anî ziman ku ew veqetandina xwe ji nava refên ENKS radighînin û tevlî nava refên Partiya Aştiyê dibin. Di berdewamiya axaftina xwe de Ibrahîm diyar kir ku şepêla pêşeroj ku bi navê mirovahiyê û xizmeta gel bang dikir nikarîbû ti gavan bavêje û bibinket û nikarûbû rola ciwanan aktîv bike, her weha ENKS ji hemû aliyan de rê li pêşiya wan girtibû.

Di heman demê de Ibrahîm destnîşan kir ku ENKS’ê girêdayî biryarên derve ye û ti carî nikarûbû biryarek xweser ji bo gelê Kurd û xizmeta wî bike ku biryarên wê ji Başûr,Tirkiye û Elmanya dihatin standin û bi zorê ew biryar bi me didan kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Şepêla Pêşeroj navenda wê li bajarê Qamişo ye lê ti birayar ango civînên vê rêxistinê li wê deverê nedihatin standin.

Ibrahîm di berdewamiya daxuyaniya xwe de çawaniya karê xwe anî ziman û diyar kir ku me hewil dida kar û çalakiyan li Rojavayê Kurdistanê bikin lê bi perspektîv ji ENKS dihat ku her dem sûç û tawan davêtin li ser Rêvberiya Bakurê Sûriyê û ew teşhîr dikirin. Ibrahîm eşkere kir ku ENKS bi perspektîvên xwe ji wan re digot ku divê ew tevlîheviyê di riya xwepêşandan çêkin li heremê û rêveberiya heyî red bikin û li dijî wê bisekinin ku ENKS di riya têkiliya wê bi derve re beramberî madiyetê ev kar li Rojava lipêşxist.

Di dawiya kongira li navenda Partiya Aştiyê hate tekez kirin ku ewê ji bo mafê hemû newtean kar bikin û ji bo doza gelê Kurd têbikoşin.

 

26.11.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً