LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Şagirtên Ereb zimanê xwe li Tirkiye winda kirine

Şagirtên Ereb zimanê xwe li Tirkiye winda kirine

NAVENDA NÛÇEYAN – Şagirtên Sûriye yên ji pêkhateya Ereb di nava dibistanên Tirkiye de guhertina zimanê wan ji aliyê dewleta Tirk ve ketiye meryetê. 400 hezar şagirtên Ereb ji ber bi zorê xistina dibistanên bi zimanê Tirkî zimanê xwe yê dayikê ji bîr kirine.

Li Tirkiye zarokên penaber ên Sûriye ji aliyê dewleta Tirk ve di dibistanên bi zimanê Tikriye de hatine bi cih kirin. Li gorî daxuyaniya Rêveberê Wezareta Xwendin û Perwerdehiye li Entabê Cengîz Mata hejmara şagirtên penaberên Sûriye bi qasî 400 hezarî ye ku di nava dibistanên Tikriye de bi mecbûriyet têne perwerde kirin.

Agahiyên di vê mijarê de eşkere dikin ku zarokên Sûriye ên ku dixwazin xwendina xwe berdewam bikin û bi riya hin mûnezematan xwestin dibistanên taybet vekin, ji aliyê dewleta Tirk ve hatin asteng kirin ku rê nedan bi zimanê xwe fêr bibin û mecûr kirin ku di dibistanên Tirkiye de bixwînin. Piştî ku di sala 2018 an de bi sedan ji dibistanên bi zimanê dayikê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin girtin.  Di sala 2017 an de hejmara dibistanên bi zimanê Erebî daket hejmara 370 û di sala 2018 an de ev hejmar kêmtir bû û gihişte 282.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku dewleta Tirk di nava vê salê de biryar der heqê xwendevanên Sûriye yên penaber de derxist  û tekez li ser biryara xwe kir ku divê fêrî zimanê Tirkî bibin.

Li gorî şopdarên vê biryarê destnîşan kirin ku ev operasyon li dijî şagirtinên Ereb e ku dev ji zimanê xwe berden û wan bi zimanê Tirkî sînordar bikin û bi vê polîtîka Tirk kirinê li ser pêkhateya Ereb dide meşandin.

Di vê mijarê de mamosteya bi navê Kewser saîd eşkere kir ku zimanê Tirkî li pêşiya zanist û fêrbûna şagirtên Sûriye digre, ji ber ku nikarin zû agahiyan bigrin û fêr bibin û ev dibe sedam ku xwe di nava şagirtên Tirk de kêm bibînin.

 

28.11.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً