LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Guhertina Etnîkî û Çandî li Efrînê derketiya asta jor

Guhertina Etnîkî û Çandî li Efrînê derketiya asta jor

NAVENDA NÛÇEYAN – Yek ji armancên dewleta Tirk a dagirkirina herêma Efrînê guhertina nijadî û Efrîn bi ser Tirkiye ve birine wekî heremên Mertala Firatê. Hate eşkere kirin ku siyaseya guhertina demografiya Efrîn rojane zêdetir dibe û dibe sedema nerazîbûn û tevlîhevya li heremê.

Dewleta Tirk û komên çete ên pêve girêdayî ku hejmara wan gihişte 25 hezarî di 20 çileya 2018 an de herêma Efrînê dagir kirin. Di wê êrîşê de her cure çek hate bikaranîn, bi hezaran sivîl hatin koçber kirin, bi sedan jî hatin kuştin ku herî zêde yê zirar dît zarok bûn. Dewleta Tirk wekî heremên ku bi nav dike Mertala Firatê herêma Efrînê jî xiste bin destê çeteyên opozisyonê ku piraniya wan radîkalin û bi ser ElQayîdê ve ne. Li gorî zanyarî û agahiyên ku hatine girtin ji destpêka dagirkirina heremê ku 11 heyv derbas kiriye guhertina demografiya heremê ji çend,ziman û perwerdeya heremê jî pêk tîne.

Guhertina Demografiya heremê

Dewleta Tirk di gava destpêkê de ya guhertina demografiya heremê sivîlên heremê koçber kir û zext lê kir ku bi belafiran hate topbaran kirin ku dev ji warê xwe berdin û li şûna wan dewleta Tirk û çeteyên wê dest bi cih kirin û veguhestina çeteyên xwe tevî malbatên wan ên ji Xutayê li Efrînê kirin.

Di derbarê vê mijarê de ji aliyê sivîlên Efrînê agahî hatin girtin ku dema belafir rawestiyan û xwestin ji Şehbayê vegerin malê xwe, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin red kirin û li şûna wan di nava malên wan de malbatên çeteyan hatine bi cih kirin. Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriye eşkere kir ku malbatên çeteyan ên ji Xutayê, Qelemon, Idlib û başûrê Sûriye ber bi Efrînê ve hatin şandin ku hejmara wan gihişte 40 hezarî.

Hate destnîşan kirin ku çeteyên ku li Efrînê hatin bi cih kirin di lîsteya terorê de wekî çeteyên (Heyet Tehrîr Elşam) ku ev çete li bajarokê Cindirêsê hatin bi cih kirin piştî ku ji Idlibê hatin veguhestin. Her weha ji heremên Ezaz, Bab û Cerabulsê jî komên çete li navçeyên Şera û Raco hatin bi cih kirin.

Ji hemû heremên di bin serweriya dewleta Tirk de malbatên çeteyan li Efrînê hatin rê kirin û li gorî çavkaniyan du kampe jî ji malbatên çeteyan li Cindirêsê li gundên Mehmidiyê û Dêrbelût hatin vekirin. Li gorî agahiyên taybet ji nava heremê ku bi zorê hatin girtin, ji ber polîtîka dewleta Tirk a li ser sivîlan, hejmarek ji bicihbûna malbatên çeteyan hate belge kirin:

 

Di bin navê Ol de herêm hemû talan kirin

Di dagirkirina heremê de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve li her deverên Efrînê ji navend û taxan heta mehelan ala Tikriye hate rakirin û dirûşme û sirûda Tikriye hate avêtin. Ji aliyê çeteyan ve jî bi her sivîlekî Efrînî re wekî kafiran wekî ku sivîlên Efrînê bi nav kirin rast dihatin, ku çeteyan ferq û cudahiya Olî û nijadî kirin.

Di bin navê olî û cîhadê de komên çete bi piştevaniya dewleta Tirk hemû mal û milkên Efrîniyan talan û wêran kirin û ew jî di riya fitweyên ku derxistin, li gorî daxuyaniya Meclisa Islamî Sûrî ku girêdayî dewleta Tirk li Stenbolê ye di dema dagirkieryê de di 26 ê sibatê de daxuyanî da û tê de êrîşa li ser herêma Efrînê erê kir.

Ev meclis di gelek fetweyên xwe de destkê dide çeteyan ku herêma talan û wêran bikin.

Di nava herêmê de li ser Ol a Êzîdî ku ew jî di nava pêkhateyên heremê de jiyan dikirn ferzên nimêj û islamê feriz dikirin û der heqê wan de bê rêzî dikirin û nîşaneyên wan ên pîroz xerab dikirin.

Polîtîka Tirk kirina Efrînê

Dewleta Tirk di nava bajarê Efrînê de gelek polîtîkên guhertina demografî û asîmeleya heremê pêk anî, ku pêkhateyên heremê ên ji dervey bercewendiyên wê ji Ereb, Kurd, Suryan, Tirkmen, Şîşan û Ermen hatin pişaftin û belegeyên bê hejmartin ji Dosya û Rapor der heqê binpêkirinên dewleta Tirk jî derketin ku ev di dema îdaya dewleta Tirk a nûnertiya gelê Sûriye ye. Dewleta Tirk bi serokatiya Erdogan îdayên ji dervey rastiyê yê dîroka Efrîniyan ji xwe re hesab kir da ku bi vê dîrok û şaristaniya heremê bidin rûxandin û di riya çeteyên xwe de hemû bermahî û şûnwarên Efrînê xera kirin. Di belgeyan de gav û siyaseta dewleta Tirk a guhertina demografî derdikeve:

-Alên Tirkiye û wêneyên Erdogan li Efrînê hatin bilind kirin:

Dewleta Tirk dema ku Efrîn dagir kir zext li zarokên Efrînê kir ku ala Tirkiye bilind bikin û di dîmenên ku hatin belav kirin jî zarok didan ezber kirin ku spasiya Erdogan bikin. Piştî rawestandina xwendinê du heyvan li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve wêneyên dibistanên Efrînê hatin weşandin ku ala Tikriye û sûretê Erdogan li ser hatiye rakirin derket.

-Tabloyên Efrînê hatin guertin:

Hemû tablo û armeyên navên gund, navend, taxan û dibistanan ji aliyê dewleta Tirk ve ên bi zimanê Kurdî û Erebû û Suryanî hatin rakirin (Tevî piraniya hemwelatiyên Efrînê Kurdin) û li şûna wan bi zimanê Tirkî û Erebî hate danîn. Çavkaniyan dane zanîn ku qedexeya bi zimanê Kurdî were axaftin û ew jî bi armanca Tirk kirinê ye.

-Waliyek û Qayim meqam ku girêdayî Entakya ye hate danîn:

Ji belgeyên herî piştrast dikin ku dewleta Tirk siyaseta Tirk kirinê dike tayînkirina waliyekî ji Efrînê re ye, ku dewleta Tirk di berdewamiya sisîleya xwe de Walî û qayim meqam ku girêdayî Wîlayeta Entekya ye tayîn kir.

-Nasneme û belgeya niştecihbûnê hate dayîn:

Dewleta Tirk her weha li ser niştecihên Efrînê û malbatên çeteyan belgeyên niştecihbûnê belav kir û ew jî bi ala Tikriye ye ku di armanaca wê de ewe ku civaka wê tevlîhev û asîmle bike.

03.12.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً