LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Dewleta Tirk dest davêje partiyên başûrê Kurdistanê

Dewleta Tirk dest davêje partiyên başûrê Kurdistanê

NAVENDA NÛÇEYAN- Di dema hewildanên lidarxistina kongirek kurdî li ser asta çar perçeyên Kurdistanê ku tê pêşnyarkirin ji hêla gel û civakê ve, li başûrê Kurdistanê biryar û pêkanîna girtina nivîsgehên tevgera azadiya Kurdistanê tê girtin ji hêla YNK û PDK`ê ve. Ev girêdayî diplomasî û itîfaqên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd e û xwestina xwe bi wan re kirina dost pêk hat.

Di demeke ku dewleta Tirk hemû hêza xwe daye ji bo tunekirin û xirakirina projeya Netewa Demokratîk de di bin navê têkiliyên diplomasî, hin partiyên Kurdî weke pirekê ji bo gihandina AKP ji armanca wê re kar dikin. Nûnerên Partiyên Yekîtiya Netewî ya Kurdistan û Partiya Demokrat a Kurdistan ên ku li başûrê Kurdistanê cihê xwe digrin birayra girtina nivîsgehên tevgera azadiyê dan ku di 27`Mijdarê de li bajarê Silêmaniyê ev biryar ket pratîkê.

Çima girtina nivîsgehan?

Di demeke ku Rojhilata Navîn û welatên herêmê weke Îraq, Sûriyê, Tirkiyê û Îran ber bi pêvejoyek nû ve diçin û têkîliyên navdewletî têne pêşxistin û birîn herdu partiyên li başûrê Kurdistanê biryar digirin ku liv û tevgera azadiyê asteng bikin, lê çavkaniya vê yekê çiye.

Di sedsala 21`ê de ku Kurd bûn xwedî statu û formeke azadîxwaz ji bo hemû rojhilata navîn û projeyek pir netew pêşkêş kir ji hêzên statuparêz, lewra bûn navenda çareseriyê. Yek ji wan hêzên ku li dijî vê statuyê radibin dewleta Tirk e ya ku bi dagirkirina Efrîn xwe weke serkeftî da nîşandan û di berdewamiya vê yekê de xwest ku tevgera Kurdî asteng bike û mudexeleya başûrê Kurdistanê jî bike.

Bi behaneya ku ev nivîsgeh ne xwedî destûrname ne hatin girtin, lê di sala 2014`an de ev gav hatibû pêkanîn ku belgeyên fermî hatibûn çêkirin. Di demek wiha de dewleta Tirk bi hevkariya Îran û hin partiyên kurdî dixwazin statuya kurdî tune bikin, ji ber wê jî dest avêtin vê gavê.

Biryara ku derketiye ne zagonî ye lê bertekek siyasî ye

Ev biryara ku derketiye xuya dike ku ne biryarek xwedî vegerek zagonî ye, lê helwesteke siyasî ye da ku statuya kurd were lewazkirin. Bi awayekî zagonî ev nivîsgeh li gorî zagona 17 a ku di perlamana Herêma başûrê Kurdistanê de derketiye hemû belgeyên pêwîst daye û hatiye qebûlkirin û di 4`ê Rêbendana 2017`an de destûrname hate dayîn ji hêla hikumeta herêma başûrê Kurdistanê ve.

Biryarên zagonî tên standin dema ku li beramberî hikumeta heyî bi awayekî çekdarî çalakî pêk werin an jî tevlihevî di nava civakê de bêne lidarxistin. Her wiha bi awayekî fermî biryar tê derxistin ji hêla perlamana wê herêmê, lê ema bi girtina biryara van nivîsgehan weke bertekek siyasî bû û xizmetek bû ji bo hêzkirina AKP`ê di herêmê de û rê li pêşiya doza kurdî girtin bû.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku di vê demê de divê yekîtiyek bê lidarxistin li seranserî Kurdistanê da ku statuya heyî bê parastin û herêmên ketine bin dagirkeriya dewleta Tirk bêne rizgarkirin. Eger ev gav neyê pêşxistin rewşa ku niha başûr û heta rojavayî Kurdistanê jî tê de derbas dibin û piştgirtina dewleta Tirk ji hêla hikumeta başûrê Kurdistanê wê bi awayekî ters li berjewendiyên kurdan vegere û bibe hêmanek ji bo rewakirina dagirkeriyê.

(Raperîn Gerzan)

11.12.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً