LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Perwerdeya çeteyan li Kerkûkê tê kirin?

Perwerdeya çeteyan li Kerkûkê tê kirin?

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi serdana Sefîrê Tirk ê li Iraqê Fatîh Yildiz çend caran ji bajarê Kerkûkê re. Di her serdanê de bi awayekî vekirî peyamên dagirkirina Kerkûk dubare dikir. Li gorî agahiyên ku ji aliyê ajansa ANF hatine belav kirin, hate eşkere kirin ku di riya serdana vî kesî ji Kerkûkê re komên Tirkmen bi serperiştiya rêveberê PDK ê bi navê Casim Mihemed Robîtan perwerdeya wan çetan tê kirin.

Tirkiye bi mudaxeleya rêveberiya bajêrê Kerkûkê, niha li bajarokê Daqûqê ji bo perwerdekirina çeteyên ku ji Tirkmenan pêk tê, dest bi kar kiriye. Di agahiyên ku hatine belav kirin de hate zanîn ku kesên ku perwerdehiyê didin çeteyan efserên Tirk in.

Perwerde li ku pêk tê û çawa?

Li gorî kesekî ji bajarokê Daqûqê ku bi eslê xwe Tirkmen e eşkere dike ku Tirkiye niha li bajarokê Daqûqê dest bi perwerdekariya komeke din a ji Tirkmenan kiriye. Ev koma çete jî li nava lîstingeha sporê ya bajarok e. Ev komên çete ji aliyê efserên Tirk ve fêrî bikaranîna çek û siyaseta Tirkîbûnê têne kirin.” Çavkanî da xuyakirin ku hatiye gotin, piştî perwerdeyê wê li cihekî nêzî Daqûqê bicih bibin, wê li ser navenda ku ew lê bicih dibin jî alaya Tirkmen li ba bikin.

Çavkaniyê têkildarî mercên girtina çeteyan jî ev agahî da: “Divê kesekî Tirkmen û ji Eniya Tirkmeniyê be.” Çavkaniyê anî ziman ku weke destpêk ji bo her çeteyekê weke mûçe 532 hezar dînarê Iraqî hatiye veqetandin û ragihand, ev pere û pêwîstiyên leşkerî ji aliyê Tirkiyeyê ve tê dayîn.

Rêveberê PDK’ê perwerdeyê diparêze û erê kiriye

Hate destnîşan kirin ku Rêveberekî PDK’ê yê bi navê Casim Mihemed Robîtan destûr daye ku ew efserên Tirk li nava wê saheyê perwerdeya leşkerî bide komên çete yên ku di bin navê parastina Tirkmenên Kerkûkê hatine avakirin. Çavkanî got: “Ev perwerdehî bi qasî mehek û 3 roj in dewam dike.

Beriya niha jî Tirkiye gelek komên çete li Tirkiyeyê perwerde kirin û li Kerkûkê bi cih kirin ku hejmara wan 600 kes bûn. Her diçe mudaxelekirina Tirkiye ya li Iraq û bi taybetî jî li Kerkûkê bi awayekî ber biçav eşkere zêde dibe.

16.12.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً