LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / “Du rê li pêşiya Tirkî hene, yan wê ji Sûrî derkeve an jî wê ji NATO yê derkev”

“Du rê li pêşiya Tirkî hene, yan wê ji Sûrî derkeve an jî wê ji NATO yê derkev”

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê kongirsa Emerîkî bang li Tirkî kir ku bi awaykî lez xwe ji Sûrî bıkşîne, ev daxuyanî piştî serdana endamê kongirsa Emerîkî ji bakur Rojhelatê Sûrî re hat, her weha li ser rewşa sivîlên Efrîn agahdar bû ku çawa çeteyên Tirk li dijî wan kiryaran pêktînin.

Di civîneke Kongirsa Emerîkî de endamê kongirsa Emerîkî Tom Garrett got tiştê min li ser rewşa Efrîn dît ji aliyê kiryarên dijî sivîlan karekî ku aqil qebûl nake, di heman demê de ji Tirkî daxwaz kir ku xwe ji bajarê Efrîn bikşine.

Endamê kongirsa Emerîkî Garrett di dema dawî de serdana Sûrî kir û rewşa heremê şopanid taybet rewşa bajarê Efrîn piştî ku dewleta Tirk û komên radîkal ku girêdayî wê ne derbasî nava bajarê Efrîn bûn.

Piştî bi dawîbûna serdana Garrett ji Sûrî re û vegera wî ji Emerîka re di civîneke kongirs de endamên kongiris li ser rewşa xerab ya Efrîn agahdar kir .

Di heman demê de endamê kongiris bang li Tirkî kir ku bi lez ji Sûrî derkeve , her weha got du rê li pêşiya Tirkî hene yan wê xwe ji Sûrî bikşîne yan jî wê xwe NATO bikşîne, ji ber ku endamê kongiris hin kiryarên ku leşkerên Tirk kirine dît û li ser vî esasî bang li Tirkî kir ku xwe bikşîne ji Sûrî.

17.12.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً