LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Erdogan daxuyaniyên xapînok dide

Erdogan daxuyaniyên xapînok dide

NAVENDA NÛÇEYAN– Ev hefteyeke dewleta Tirk daxuyaniyên derbarê êrîşa li ser Rojhilatî Firatê dide. Herî dawî jî bi daxuyaniya serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi gotina “Me bi fermî ragihand ku em dê li Rojhilatî Firatê operasyonê pêk bînin. Em bi Trump re axivîne. Rêzdar Trump bersiveke erênî da me.” xapînokên wî derdikevin holê.

Di van demên dawî de Serokomarê Dewleta Tirk Recep Tayyip Erdogan daxuyaniyên xwe di her çend xulekan de dide û xwe weke berdevkê ragihandina giştî pêşkêş dike. Bi awayekî bê navber ji hêla Tayyip Erdogan ve daxuyaniyên mîna “Emerîka erê kiriye ji bo êrîşê”. “Emerîka hevalbendê me ye û piştgiriya me dike”, têne dayîn.

Lê li beramberî wê Wezareta Derve ya Emerîkayê bertek nîşandan û rastî derxist holê. Berdevkê Wezareta Derve ya Emerîkayê Robert Palladino li ser gotinên Serokomarê Tirkiyê ku gotibû, Trump di pêwendiya telefonê de ‘ji bo operasyona ser Rojhilata Firatê bersiveke erênî da min’ daxuyanî da. Palladino xuya kir ku daxuyaniya Erdoxan tenê ji bo moralê artêşa xwe rake û ti rastiye wê nîne ku Emerîka ji bo êrîşê erê kiriye. Her weha berdewam kir ku daxuyaniyên bi vê rengî dikevin hawirdora xapînokê û xwe xapandinê de.

 

19.12.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً