LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Ji komên çekdar re mesac: Doz an Dolar

Ji komên çekdar re mesac: Doz an Dolar

EFRÎN-Çavkaniyekî ji nava komên çekdar ên ku amadekariya êrîşa li ser rojhilatî Firatê red dikin de, di riya mesacek deng ji komên çekdar re got ku ew xak, milk û şerfa xwe beranberî peryan bi perspektîvên Erdogan difroşin.

Di riya dengê ku ji nava grubên komên çekdar re hatiye belav kirin de hate eşkere kirin ku sedema êrîşa li ser rojhilatî Firatê ne daxwaza wan koman e, lê belê ew ji ber zext û biryara serçetreyê wane ku raste rast perspektîvên xwe ji dewleta Tirk digirin. Çavkaniyê ku navî wî nehate zanîn got ku komên çete ji ber biryarên Tirkiye ji Heleb, Xuta, Qelemon û hwd ji heremên Suriye beranberî şerê li dijî rêjîmê reviyan û ew herem rehet bê ku fîşekekê berdin ji dest berdan.

Hêjayî bibîxistinê ye ku piraniya komên çete bi biryara dewleta Tirk ku ji wan re civînan li heremên wekî Orfa, Efrîn û Kilisê re çêdike da ku wan koman ji operasyonên li gorî bercewendiyên dewleta Tirk re werin tewcîh kirin.

Heman çavkanî da zanîn ku piraniya komên çete ên di bin fermandariya dewleta Tirk de ji bo girtina fonan ango wekî ew binavdikin “piştevanê me” birayaran pêk tînin. Her weha di berdewamiya itîrafên der heqê komên çekdar de diyar kir ku ji sedî 10 ji wan koman tenê ne ji bo pereyan kar dikin û li ser doza xwe ya şerê li dijî rêjîma Esed dikin. Çavkanî destnîşan kir û pirs kir ku çima ew kom qêrîna hemwelatî û xelkê xwe yên niha li Kilcibrînê ku rastî topbarana rêjîma Sûrî û Rûsya tên paşguh dikin.

Çavkanî di dawiya mesaca xwe de tekez kir ku ew kom doza xwe, şerefa xwe û her pîvanên xwe ji bo pereyan firotine.

19.12.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً