LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Dewleta Tirk pişta êrîşa xwe dide eşîreyên heremê

Dewleta Tirk pişta êrîşa xwe dide eşîreyên heremê

NAVENDA NÛÇEYAN- Herêma Rojhilatî Firatê û bakurê Sûriyê tevî parêzgeha Reqa û Dêra Zorê bi çanda êl û eşîrtî tên naskirin. Li ser vê yekê jî hewildanên dewleta Tirk her tim li ser xirakirina hevsengiya di navbera pêkhateyên herêmê heye û heta niha jî berdewam dike.

Di 13`ê Kanûnê de dewleta Tirk bi serkêşiya Recep Tayyip Erdogan bi awayekî fermî daxuyanî da ku ewê êrîş bi ser herêmên bakurê Sûriyê ( Rojhilata Çema Firatê) di navbera du rojan de pêk bê. Bi vê yekê hate eşkerekirin ku ev operesyon bi ser herêmên ku li ser perensîbên êlêltî dimeşin wê pêk were. Ji ber vê gavê jî Erdogan bi alîkariya çeteyên pê ve girêdayî di mijara êl û pêkhateyên herêmê de xwest tevlihveiyan derbixe û li ser cudahiya di navbera pêkhateyan de kar bike, lê hevsengiya di navbera tevina gelê Sûriyê de nehate bandorkirin, tersî wê yekgirtin û hevgirtina wan derket pêş.

Civîna partiya AKP`ê bi şêxên êlên Bakurê Sûriye re

Ji yekemîn gavên ku hatin avêtin ji bo avakirina bingeha êrîşa li ser heremê, dewleta Tirk bi êl û eşîreyên herêmê re civînekê lidarxist. Çavkaniyê ji herêma Şedadê ku nêzî kesekî ji êla ElCibûra ê bi navê Mider Hemad El Esed e diyar kir ku di 11’ê Kanûnê de civînek li bajarê Ruhayê hat lidarxistin. Civîn bi amadebûna 110 nûnerên êl û qebîleyên Sûriyê ji herêmên Reqa, Hesekê û Dêra Zorê û ji aliyê din ve jî bi serbazên komên çekdar û kesayetên di nava hikûmetê de cihê xwe digrin de lidarxist. Xalên ku di civînê de hatine nîqaşkirin di çerçoveya rewabûna êrîşa li ser herêmê bû û desteka wan êlan ji dagirkeriya Tirkiye re bû.

Çavkanî destnîşan kir ku di nava civînê de nerînên dij hev derketin û kesên hazir tevlî operasyonê nebûn, lê piştî redkirina hin kesayetên xwedî bandor biryara operesyonê, bi awayekî dizî derdor 40 şêx û serbazên komên çekdar tevî Mider Hemad El Esed û bi rêvebirina civînê ji hêla Ehmed Temê ve li hev civiyan. Di vê civînê de jî serçeteyê ketîbeya Sultan Şah Ebû Emşa, serçeteyê ketîbeya El Cebha El Şemiyê Ebû Elî Sico û serçeteyê Siqûr El Şam Ebû Îsa El-Şêx jî tê de amade bûn. Hate gotin ku kesên li dijî wan û li dijî birayara operesyonê derketine di demên pêş de wê bêne înfazkirin û ji holê bêne rakirin ji ber ku weke metirsî tên diyarkirin ji planên wan re.

“Armaca Tirkiyê guhertina demografîk di herêmê de ye”

Şêniyên herêmên bakur û rojhilata Sûriyê ne razîbûna xwe li beramberî van daxuyaniyan nîşan kirin û bi van gotinan nêrînên xwe anîn ziman.

Sivîlê bi navê Ehmed Selamî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê şermezar kir û wiha got: “Armanca Tirkiyê guhertina demografiya herêmê ye, wekî çawa niha li Efrînê pêk tîne. Ev gef îradeya gelê herêmê naşikîne, bê guman ev yek israra me ya di berxwedanê de zêdetir dike.”

Berpirsa Rêveberiya Jinan a Reqayê Zelîxa Ebdî destnîşan kir ku armanc ji van gefan dûrxistina bala cîhanê ji aloziya hundirîn a Tirkiyê ye û desteka çeteyên DAIŞ’ê ye ku di rojên xwe yên dawîn de ne. Di berdewama gotinên xwe de Zelîxe wiha got: “Herêmên ku bi saya xwîna şehîdan hatine parastin, ewle ne. Wek şêniyên bajarê Reqayê em ê piştgiriya QSD’ê bikin.”

20.12.2018

Rojev24

 

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً