LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Infographic-Komên Dewleta Tirk ên wê êrîşî rojhialtî Firatê bikin kî ne?

Infographic-Komên Dewleta Tirk ên wê êrîşî rojhialtî Firatê bikin kî ne?

NAVENDA NÛÇEYAN-Piştî gefxwarinên dewleta Tirk bi daxuyaniyên Serokomarê wê Recep tayyip Erdogan a êrîşa li ser rojhilatî çemê Firatê bi komên çete yên bi navê Artêşa Netewî re, amadekarî û bicih kirina hejmarek ji çeteyên xwe ji heremên Bab, Ezaz, Ceablusê û Efrînê ku ev demeke wan di kampên taybet de perwerde dike ber bi sînorê heremên rêvberiya Bakur û Rojhilatî Sûriye yên Minbic, Girê spî û Serêkaniyê de anî.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê çapemeniya Tikriye ve hate dayîn bi beşdarbûna 14 hezar ji komên çekdar dê operasyon di sala nû de were destpêkirin û di nav de jî beşdarbûna hejmarek ji leşkerên Tirkî jî heye. Dewleta Tirk ji beriya daxuyaniya Erdogan a 12 Kanûnê bi du heftiyan hemû amadekarî li ser sînor bi cihanîn bû.

Li gorî agahiyan hate eşkere kirin ku li heremên Mertala Firatê û Efrînê civîn bi komên çete re hatin lidarxistin û hejmarek a çeteyan hatiye kom kirin.

Çavkaniyên taybet eşkere kirin ku li navenda çand û huner a Efrînê bi tevlîbûna sûbayekî tirk hemû serçete komkirin. Di civînê de mijara Minbic hate nîqaş kirin, yên ku di civînê de amade bûn ev bûn: Cebhe el şamîye, ehrar el şam, sultan murad, lîwa el şemal, el hemzat, el şerqîyê, cêş el şerqî û çend gurûbê biçûk. Çavkaniyan dane zanîn ku Sûbayê tirk ji wan xwest ku 1000 çete tevî çekên xwe amadebin. Ev çete wê tevî loder, tank û panzer û her cûre çek ji Efrîn derkevin û biçin ser sînor.

Derbarê komên ku xwe amade kirine dê tevlî operasyonê bibin wekî ku Tirkiye îdaa dike ji heremên rojhilatî Sûriye ne, çavkaniyan ev yek derwandin û tekez kirin ku piraniya koman ên ji Heleb, Ezaz, Bab û Raiyê ne. Komên ku tevlî bibin piraniya xwe bi ser DAIŞ ê ve ne û di lîsteyên terorê de ne.

Li gorî agahî û lêkolîna di vê mijarê de dê ev kom tevlî operasyonê bibin:

Firqeya El Hemzat:

Ev Firqe ji gelek koman pêkhatiye. Di oparasyona dagirkirina Cerablus, Rayî, Bab û Ezazê ve çalakiyên vê komê hebûn.

Ev Firqe ji gelek koman pêkhatiye, peymangeha Leşgerî hebû û beriya niha bi sê mehan radestî Hikûmeta demkî ya Sûrî hate kirin. Fermandarê firqê yê berê bi navê Ebû Salêh Hinta dihat naskirin û li şûna wî Sêf Ebû Bekir hat erkdarkirin. Di oparasyona dagirkirina Cerablus, Rayî, Bab û Ezazê ve çalakiyên vê komê hebûn. ji xwe di 27 adara 2017an de di nava Mertala Firatê de bajarê Babê ji destê çeteyên DAIŞ ê radest girtin û daxuyaniyek derbarê de dabûn. Ev kom li gelek deveran şer dikin, li Dera, Heleb û hin deverên Şamê jî. Herî dawî di oparasyona Şaxê Zeytûnê de cih girtibûn.

Serkirdeyên sereke di vê komê de:

1.Sêf Ebû Bekir: Fermandarê gîştî yê firqa Hemzê ye. Berê DAÎŞ`î bû.

2.Yûsif Hemûd bi şûnkar “Pêşra”, ew dibe Serokê Erkanê Firqa Hemze ye.

3.Ebdela Helawê cîgirê serokê Firqa Hemzet

4.Xidir ŞemsilDîn bi Şûnkar”Cîdar Yek bi”

5.Hazêm Mihemed Miryî bi şûnkar “Pêşeng”

6.Mihemed Ibrahîm Elêwî bi Şûnkar “Pêşeng”

Dewreya yekemîn a vê komê di dîroka 27.09.2018 an de bi dawî bû. Hêjayî gotinê ye ev kom tevlî Ceyş El Eehfad û Lîwa Semerqend yên herî destpêkê ji aliyê Tirka ve hatibûn hazirkirin weke bingeha artêşa niştîmanî. Ji aliyê nakokiyên vê komê şer di navbera ” Firqêt El Hemza ” û ” Ehrar El Şerqiyê ” de rû da. Gelek jêder û çavkanî dibêjin ku dewleta Tirk dixwaze bi destê” Firqet El Hemza” û hin komên dîtir çeteyên ” Ehrar El Şerqiyê ” tune bike.

Lîwa Semerqend:

Yek ji komên girêdayî “Firqet ElHemze” ye, çekdarên wê li gundewarê bakûrê Helebê belav dibûn. Tûgaya Semerqend (Lîwa Semerqend) yek ji komên girêday “Firqêt El Hemzê” ye. Ev tûge di 22 Hizêrana 2016 an de hat avakirin û daxuyaniya avakirina wê li ser torên medya civakî hat weşandin, çekdarên wê Tirkmenin.

Di pêşgotina avakirina tûgayê de fermandarê wê bi navê “Waêl Mûsa” ku şûnkarê xwe “mûlazêm ewel” e da xuyandin ku tûgaya wan hatiye avakirin bi armanca şerê hêzên rêjîmê, DAÎŞ`ê û “PYD” ve ye.

Ev nav ji ku hatiye?

Semerqend ji xwe yek ji bajarên welatê Uzpakistanê ye li Asya Navîn. Her wiha tê gotin ku Semerqend di sedsala 11 an de yek ji bajarên Dewleta Selcûqî bû. Ji ber ku koma “Firqêt El Hemzê” komeke çekdar a Turkmenên Sûrî ye, lewma ev nav wiha hatiye.

Sedema Avakirina vê Tûgayê çi ye?

Dewleta Tirk hewil dide komên çekdar yên yekser girêdayî xwe li gundewarê bakûrê Helebê avabike. Ji bû vê yekê jî ew wan di perwerdeyên taybet re derbas dike li ser teknîk û rêbazên nûjen ên şer. Hinek şirovekar dibêjin ku ev hêzên bi vê rengî wê bibin bingeha avakirina artêşa niştîmanî ya Sûrî ku Tirkiyê amadekariyên wê dike da ku ev hêz herêmên li ser destê Mertala Firatê tên rizgarkirin birêvebibe. Yek ji van hêzan bi navê “Lîwa Semerqend” tê naskirin û hêza duyem bi navê “Ceyş El-Ehfed” tê naskirin. Tê zanîn ev hêz tam girêdayî Dewleta Tirk e û ti girêdana wan bi odeyên çalakiyan ên weke “MOM” û “MOK” ya jî Amerîka û Dewletên din ve nîn e. Ev hêz di nava artêşa Tirk û Tirkmenan de bi navê “Artêşa Peralel” tê naskirin ji ber ku ew dişibin Artêşa Tirkiye, ema li ser erdeke biyanî û nasnameya Tirk bi wan re nîne.

Tûgaya Semerqend li kuderê çalak e?

Firqêt El Hemzê bi piranî li ser xeta sînor a di navbera Sûriyê û Bakûrê Kurdistanê li herêma di navbera Cereblusê û Ezazê de dimînin. Her weha Tûgaya Semerqend ku beşek ji koma navborî ye li Herêma Şehba çalak e û bi piranî li dijî DAÎŞ`ê, rêjîmê û QSD`ê dixebite. Di şerê dawî ya li dijî DAÎŞ`ê li bajarê Babê navê Tûgaya Semerqend xort derket li ser torên medya civakî û ragihandinê û ew bi dewamî li eniyên herî pêş bûn. Di heman demê de di şerê li dijî rêjîmê li eniyên başûr, başûr-rojava û başûr-rojhilatê bajarê Bab û Tadêf de roleke çalak dilîze.

Perwerde û Aboriya wê

Hejmara van herdu hêzan (Tûgaya Semerqend û Ceyş El Ehfed) hetanî beriya demekê kêm bû û dihat gotin ew derdora 300 çete ne û piraniya çeteyên wan ji gundewarê Helebê û Idlibê ne. Sedema ev hejmara kêm jî ewe ku ew bi rêbazên leşkerî yên taybet tên perwerdekirin. Perwedeyên wan li Tirkiyê çêdibin û mehekê dirêj dikin. Di perwerdeyan de ew di şert û mercên zehmet re derbas dibin bi armanca ku encamên xurt bigrin.

Çeteyên herdu komên navborî mehane 300$ distînin di demekê ku çeteyên Mertala Firatê yên dîtir tenê 100-150$ distînin. Çeteyên vê hêzê qûral û perspektîfên Artêşa Tirka ji her kesekî bêhtir pêktînin, lewma bi dewamî li eniyên pêşîn in. Hesabên Tirkiye li ser wan ewe ku di pêşerojê de hejmara wan yê herî xurt be ji ber ku komên dîtir wê bi giştî bên helandin di nava van koman de.

Lîwa El Şemal:

Di destpêka sala 2016 an de ev kom bi navê “Feyleq El Şam” yê girêday Tirkiye li Idlibê bi daxuyaniyekê hate avakirina, ku li Helebê û gudnewarê wê şer bikin. Di destpêka sala 2016 an de koma bi navê “Feyleq El Şam” yê girêday Tirkiye li Idlibê daxuyaniyek derxist û tê de avakirina “Lîwa El Şemal” li Helebê û gudnewarê wê ragihand. Di nava Lîwa El Şemal de gelek koman cih girtin: Kombûna Şoreşgerên Minbicê, Tabûra Cûnd El Rihman, Tabûra Şehîd Ela Ebû Zêd, Tabûra El Fecir El Sadêq, Tabûra Sîrac El Dîn, Tabûra Ensar ElLah, Tabûra Omer Ebû ElHesen û Tabûra Mexawîr El Sunne.

Piştî operasyona Mertala Firatê ev kom di nava “El Ceyş El Wetenî” (Artêşa Niştîmanî) de cihgirt. Li herêma Şehba li bajarên weke Cereblusê dimîne û bi dewamî banga pêkanîna giştî biryarên siyasî û leşkerî di bin sîwana “Hikûmeta Demkî ya Sûrî” de dike. Fermandarê wê Neqîb Mistefa ye û berdevkê wê bi nasnav “Ebû El Farûq” tê naskirin. Gelek daxuyaniyên wan hebûn derbarê destekdayîna wan ji êrîşa Tirkiye li ser Herêma Efrîn re û banga “paqijkirina Efrîn ji cûdaxwazan” dikir. Çeteyên vê hêzê gelek caran li seranserî çema Sacûr li bakûrê Minbicê şerê QSD`ê kirine.

Di navbera çeteyên Lîwa El Şemal û çeteyên komên dîtir li Cereblusê de gelek pirsgirêk derdiketin û gelek caran şer di navbera wan de rûdidan. Bi dewamî pirsgirêk di navbera wan û koma “El Cebhe El Şamiyê” de hebûn û gelek caran wan bûyerên weke girtin, îşkence û kuştin di nava wan de rûdidan. Di dîroka 31.05.2017an de Feyleq El Şam biryarek derxist têde ragihand ku ew Lîwa El Şemal ji nava xwe derdixin û sedem jî ji ber ku “gelek gazinc û gilî li ser wan hebûn û gelek binpêkirin dikirin”.

Ehrar El Şerqiye:

Endamên vê komê piranî ji eşîra Şi`êtat ên Dêrezorê ne. Di sala 2014 an de dema ku DAÎŞ derbasî Dêrezorê bûne ew tevlî “Tevgera Ehrar El Şam” bûn. Piştre piraniya endamên wan di destpêka 2016 an de ji “Tevgera Ehrar El Şam” veqetiyan û koma Ehrar El Şerqiyê avakirin. Niha li herêma “Mertala Firatê” dimînin. Hejmara wan derdora 250 çete bûn. Di şerê Mertala Firatê de 30 çeteyên wan hebûn ji ber ku di xetên pêşîn de şerdikirin. Ew pir radîkal in û ne kêmtirî DAÎŞ`ê ye. Gelek caran di navbera wan û komên dîtir ên weke Sultan Mûrad û “Cebhe El Şamiyê” de şer derdiketin li bajarê Cereblusê. Çeteyên wan gelek binpêkirin derheqê welatiyên herêmê Babê û Cereblusê û derdorê wê dikirin.

Di 16.09.2016 an de gava karwaneke leşkerî Amerîkî derbasî bajaroka El Rayî dibûn çeteyên Ehrar El Şam li pêşiya wan sekinîn û rênedan derbas bibin ji ber ku bi nêrîna wan Amerîka şerê “Cebhet El Nûsra” dike û ji bo vê yekê jî daxuyanî dabûn.

Di demên dawî de li Efrîn û Babê şer û pevçûnên dijwar di navbera çeteyên “Ehrar El Şerqiyê” û ” Firqêt El Hemza ” rû da . Sedema şerê wan jî ji ber nakokiyan derbarê dizî û talanên Efrînê bû . Lê piştî wê lihevkirineke di navbera wan de pêk hat.

Ceyş El Îslam:

Rêxistineke leşkerî Sûrî ya Mûxalefetê ye, di îlona 2011 an de li Xûta Şamê hate avakirin, di bin navê “Siriyêt El Îslam” (Bulika îslamê) de. Yek ji mezintirîn komên çekdar e û di avakirina wê de gelek komên çekdar, aliyên siyasî û leşkerî yên mûxalefetê beşdar bûn. Fermandar û rêvebirên wê piranî helwesta wan ê siyasî îslamî selefî ye. “Ceyş El Îslam” rêxistineke leşkerî Sûrî ya Mûxalefetê ye piştî bûyeran hate avakirin. Yek ji mezintirîn komên çekdar e û di avakirina wê de gelek komên çekdar, aliyên siyasî û leşkerî yên mûxalefetê beşdar bûn. Fermandar û rêvebirên wê piranî helwesta wan ê siyasî îslamî selefî klasîk e û bi bûyerên şerê Sûriyê hişktir bû û li ser rêbaza Selefî-Henbelî ye. Vê komê bi xwe re gelek pirsgirêk û nakokiyên ragihandinî derxistin.

Hêjayî gotinê ye kesên selefî û radîkal ên di destpêka şoreşê de bi lêborîna giştî ji zîndana Seydnaya hatibûn berdan û erkeke wan ê mezin hebû di avakirina komên bi vê rengî.

Hejmara çeteyên ku tevlî wan bûn zêde bûn û Fermandarê wan Zehran Elûş avakirina “Tûgaya Îslamê” ragihand û di nava wan de 60 tabûr û 20 bîroyên rêxistinî hebûn. Di îlona 2013 an de bi dehan tabûr û tûgayan avakirina “Ceyş El Îslam” ragihandin weke mezintirîn komên mûxalefetê. Piştre tevlî “El Cebhe El Îslamiyê” (Eniya Îslamî) bûn û Zehran Elûş têde weke fermandarê giştî hate erkdarkirin. Ji destpêka damezrandina xwe de tevlî gelek hevpeyman û koalisyon bû. Li Şamê û gundewarê wê beşdarî “Kombûna Ensar El Îslam li Şamê û Gundewarê Wê bûn yê ku banga avakirina dewleteke îslamî û avakirina civakeke îslamî kir. Herwiha beşdarî hevpeymanekê bi hejmarek komên îslamî bûn li ser asta Sûriyê û avakirina “Eniya Îslamî ya Sûrî” ragihandin. Di dîroka 15.07.2017an de bi daxuyaniyekê helandina xwe ragihnadin weke destpêk ji bo avakirina “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî”.

Di dîroka 07.09.2016an de bi hemahengiya “Odeya Çalakiyan ê Fetih Heleb” beşdarî şerê rakirina dorpêça rêjîmê li ser bajarê Helebê bûn. Bi dijwarî li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê şerdikirin û li ser destê wan bi dehan sivîl hatin kuştin. Ew hatibûn tewanbarkirin bi avêtina gaza klor a jehrî li ser Taxa Şêx Meqsûd.

Zehran Elûş di êrîşeke rêjîmê de hate kuştin û birayê wî Mihemed Elûş şûna wê girt. Ew beşdarî danûstandinên Astana û Cinêvê bibûn û hatibûn vexwendin li civîna Riyadê û Mihemed Elûş weke mezintirîn danûstandêrên Desteya Bilind a Danûstandinan li Cinêvê hatibû erkdarkirin.

Desteka Aborî:

Piştgiriya wan a aborî cûr be cûr e, ji kesayetan, rêxistin, deste û hikûmetan. Ji destpêka 2013 an de aboriya xwe ji Erebistanê Sûdî digirtin, herwiha ji Qeter û Tirkiyê jî digirtin (di dema ku têkliya Tirkiyê û Erebistan Sûdî baş bûn). Herwiha piştgirî ji welatên Kendava Erebî digirtin di bin navê “destekdayîna mûxalefeta navîn” de. Di vîdyoyekê de belavbibû Zehran Elûş tevlî fermandarê “Feyleq El Rihman” û fermandarê “Lîwa Fecir El Ûma” di civînekê de bûn û Elûş tewanbar dikirin ku 12 mlyon dolar dizîne ji pereyên Sûdî yên ji bo piştgiriya Xûta Şamê hatibûn. Herwiha beşek ji aboriya wan di rêya bac, dergeh, bazirganiya reş û rêbazên dîtir bû.

Piştî şerê Efrînê piraniya çeteyên ” Ceyş El Islam ” û ” Feyleq El Rehman ” ên li Xûta diman , hatin û li Efrînê bi cih bûn . Piştî bi cihbûna wan ev her du kom hêdî hêdî xwe bi rêxistin dikin û artêşa xwe ji nû ve careke din ava dikin û mûçeyan li ser endamên xwe yên li Efrîn belav dikin û gelek erebe û alavên leşkerî kirîn.

Firqet El Sultan Murad:

Ev lîwa raste rast girêdayî Tirkiye ye. Perwerdeya xwe li ser destê MîT Tirkiye dîtiye û fonê xwe jî digre.

Piştî bûyerên Sûriyê rûdan hejmarek ji komên çete derketin di bin navê komên Tirkmanî de li Herêma Ezazê. Lê di rastiyê de ev kom ne tirkmanî ne, lê ev kom li ser destên MÎT`a tirk dihatin avakirin. Odeya istixbarata MÎT`ê hin tûge ava kirin di bin navê şerê li dijî DAIŞ`ê. Her wiha ji bo ku hêza YPG û YPJ`ê bişkîne ji ber ku ew tenê li dijî çeteyan şer kirin. Ji nav komên ku hatine çêkirin jî Sultan Mûrad e. Kesê ku vê tûgeyê bi rêva dibe navê wî Yûsêf El Selêh ji gundê Qere Kiwêre piştî Ezazê bi 25KM li aliyê rojhilatî, nêzî sînorê Tirkiyê. Berê di çêkirina solan de kar dikir li Helebê. Di heman demê de bi Tirkan re jî têkîliya wî xurt bû. Têkîliya wî piştî peymana Adana sala 1999`an de bêtir xurt bibû. Ev tûge di sala 2012`an de hat avakirin, ji bo parastina Tirkmanan li gorî ku îdaa dikin. Piştî ku têkîliya Yûsêf bi Tirkiyê re gihîşt astên bilind û bidestpêkirina şoreşa Sûriyê, Tikriye jê xwest ku karê xwe berde û tûgeya bi navê Sultan Mûrad ava kir.

Di asta rêvebiriya Tûgeyê de sê kes hebûn. Ew jî berpirsiyar Yûsêf El Salêh, rêvebirê qadê Fehîm Îsa û berpirsiyarê leşkerî serbend Ehmed Osman. Ehmed Osman koka xwe tirkmanî ye, ji parêzgeha Himsê ye. Berê serbendek bû di nava Artêşa Sûrî de, ji ber wê tûge navê wî bi kar tîne. Niha jî li Kilisê bû. Fona wî jî 3000$ dibe mehane.

Li gorî serjimariya çeteyên di nava Sultan Mûrad de 1000 çete ne. Ên dîtir jî ereb in, tenê ji bo fonê derbas nav bûne û ta niha jî tu şer nekirine. Ev tûge jî mîna tûgeyên dîtir in, di taxa Bistan Paşa li Helebê hatiye avakirin. Piştre derbas Idlibê bû, pira Şixûr, Arîha û di dawiyê de di nava şerê Helebê de bûn û li Şêx Meqsûd bi dijwarî şerê Kurdan dikirin. Piştre xwe vekişand ji şerê Helebê ji ber ku berjewendiyê wê bi cih nehatin. Kesên ku tevlî van çeteyan dibin li Tirkiyê perwerdeyên xwe derdor mehekê dibînin.

Li gorî hin jêderan jî tûgeya Sultan Mûrad bi Cebhêt El Nusra re kar dike di herêmên Heleb û Idlibê de. Her wiha ev tûge alîkariyên ku jê re ji Tirkiyê tên dide Cebhêt El Nusra. Têkiliya wê bi Cebhêt El Nusra û Ehrar El Şam re heye.

Di 24/08.2016 an de tevlî operasyona Mertala Firatê bûn. Gelek nakokî di navbera wan û “Cebhet El Şamiyê” û komên dîtir de derketibûn vê dawiyê li ser serweriyê li herêma Şehba û dergehên sînor bi Tirkiye re. Vê dawiyê di nava bolka artêşa niştîmanî de cihgirtin.

Nûr El Dîn EL Zinkî:

Herekêt Nûr El Dîn EL Zinkî di meha Mijdara sala 2011`an de li bajaroka Qibtan El Cebel a gundewarê Rojavayê Helebê bi navê ” Koma Tewfîq Şihab EL Dîn ” ava bû . Ev kom bi destê Tewfîq Şihab El Dîn ê ku Islamekî redîkal e avabû. Yekîtiya Ewropa vê tevgerê weke tevgereke Islamiya Navîn dibîne.

Di destpêka avabûna vê tevgerê de bi komên dîtir re kete heveymaniyê. Ya destpkê di meha Tîrmeha 2012`an de bi ” Lîwa El Tewhîd ” re ket hevpeymaniyê , piştre di meha Kanûna 2012`an de bi kombûna ” Elwiyêt Festeqêm Kema Umert ” re û wê demê navê xwe kir ” Ketayb Nor EL DÎn EL Zinkî Yê Islamî ” û derdora salekî ma piştre tevlî ” Ceyş El Mucahîdîn ” dibe û navê xwe dike ” Herekêt Nor El Dîn El Zinkî ” û piştre xwe ji wê hevyemanê vedikşîne. Di 24-09-2016`an de “El Zinkî” tevlî “Cebhêt El Nusra”, “Herekêt Ehrar El Şam” Odeya Çalakiyên “Ceyş El Fetih” ava kirin . Piştî vekşîna komên çekdar ji bajarê Helebê ” Herekêt Nor El Dîn El Zinkî ” di destpêka sala 2017`an de tev “Cebhêt El Nusra”, ” Ceyş El Sune” , “Lîwa El Heq”, “Cebhêr Ensar El Dîn ” û komek bi navê ” Heyêt Tehrîr El Şam ” ava kirin . Gelek komên biçûk mîna ” Ketîbêt El Misene ” ” Ehil El Sune “, ” Tevgera El Zahêr Bêbers “, Siyof El Şehba ” , ” Lîwa Ehrar Sûriye ” , Ceyş El Şemal ” û ” Lîwa Heleb ” tevlî ” Herekêt Nûr El Dîn EL Zinkî ” bûn .

Piştgiriya ji “Herekêt Nûr El Dîn El Zinkî” re

Bi gelemperî dema komek ji kombûn û tevlîbûn ji komên dîtir vedikşe, nîşaneya ku piştgiriya madî jê re hatiye. Veqetandina tevegra “Nûr El Dîn El Zinkî” ji “Ceyş EL Mucahidîn” û guhartina navê xwe , ji bilî wê jî veqetandina “Lîwa Ebna El Sehaba” ji “Lîwa El Tewhîd” û tevlî “El Zinkî” dibe, nîşan dide ku piştgiriyeke madî ji vê tevgerê re heye. Li gorî tê gotin ku piştgiriya xwe ji “Desteya Gelêrî ya Kwêtê ” digre yê kesê cîhadî û redîkal bi navê Hecac El Ecemî. Piştgiriya xwe ji rêxistinekê din jî digre û ew jî rêxistina “Şems El Heyat a hewarçûnê ” ya piştgiriya xwe ji Kwêtê digre . Ev destek û piştgiriya madî banoreke li ser hejmar û ferehbûna tevgerê kir. Her weha ElZinkî ji Odeya Çalakiya “MOK” a bi rêveberiya Emerîka û Tirkiyê piştgiriya xwe digirt. Piştî birîndarbûna Tewfîq Şihab El Dîn li Qeterê hat dîtin, lê beyî ku ti bandora xwe li ser têkiliya wî bi Tirkiye re bike. Li gorî hin çavkaniyan ku di sala 2015`an de “Koma Hevalên Gelê Sûriyê ” piştgiriya xwe ji tevgerê re birî û hêdî hêdî ket destê Erebistana Sûdî û Tewfîq Şihab El Dîn ji fermandariyê dûrxistin, lê Tewfîq piştî çend mehan careke din vegeriya ser karê fermandariya tevgerê. Di destpêka 2017`an de û piştî tevlîbûna El Zinkî ji ” Cebhêt EL Nusra ” re , ” MOM ” piştgiriya xwe jêre qut kir.

Kiryarên Tevgera El Zinkî:

El Zinkî ku têkiliya wê ya xort bi Polîsa Azad re heye, gelek işkence û lêdan û darvekirina meydanî pêk aniye. Her weha bi Roketên Hawênê taxên Helebê yên di bin serweriya Rejîma Sûriyê re topbaran kir. El Zinkî serjêkirina zarokekî pêk anî û tê gotin ku di 22-04-2012`an de Mitran Bolis Yazicî Mitranê Helebê yê Romê Ersezoks û Mitran Yohina Ibrahîm mitranê Helebê yê Siriyanên Ersezoks revandin û heya niha çarenûsa wan ne diyar e.

Her weha ev kom di nava refên xwe de zarokan bi çek dike û berê wan dide şer. Wekî di wêne de ku li Helebê ye li taxa raşidîn diyar dibe ev kom a bi nave ketîbeya Elşêx elî ye li kêleka ala DAIŞ çek hildaye.

serçeteyê bi navê Ednan yasîn ê ketîbeya ebû hesen kefer heleb serkêşiya gelek çalakiyên diziyê li Efrîn kir.

Çeteyê bi nave Mistefa misto ji gundê Qah komek diziya malan a ElZinkî birêve dibe.

Çeteyê bi navê Ebdilselam elberşa ji bajaroka tilada komek a şelandina sivîlan birêve dibe.

Komên di bin fermandariya dewleta Tirk de wekî ku îdaa dike ne leşkerên heremên rojhilatî Sûriyê ne ji ber ku di danazîna van koman de eşkere dibe ku ew ji heremên Heleb û bakurê vekişiya ne û li gorî perspektîvên Tirkiye tevdigere. Piraniya wan koman beranberî biryara Tirkiye a her tişt ji we re vekirî ye talanî û diziya heremên ku dagir dikin pêk tine û li pey fonê xwe diçin.

20.12.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً