LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Nexşeya dawî ya Minbicê…

Nexşeya dawî ya Minbicê…

MINBIC- Bi gefxwarinên dewleta Tirk ya êrîşa li ser Bakurê Sûriye taybet bajarê Minbicê tevî hejmarek ji komên çete, di navbera artêşa Sûriye û hêzên QSD de tensîqek a parastina sînor hatiye nîqaş kirin ku ev çend rojin hêzên rêjîmê li ser xeta Iwindat bi hejmarek ji hezar leşkerî tevî çekên xwe ku di nav wan de hêzên Îranê û Rûsya jî hene bi cih bûne. Ji aliyekî din jî de hêzên koalsyonê bi pêşengtiya Fernsa li Minbicê rola xwe dilîze.

Bajarê Minbicê ku li bakur rojhilatî parêzgeha Helebê dikeve ji nû de vegeriya qada şer û nîqaşa di navbera hemû hêzên navdewletî de, dewleta Tirk ji beriya du heyvan de dest bi gefên xwe yên li ser rojhilat û Bakurê Sûriyê kir û di nava mehekê de hejmarek ji komên çete ku gihişte 1500 çeteyî li beramberî herêma Minbicê ya di bin serweriya hêzên Sûriye Demokratîk QSD de bi cih kir. Dewleta Tirk ji dema gefxwarina li ser Minbicê karwanên çeteyan ên bi navê artêşa Netewî taybet ji komên ElHemzat û Elşerqiye ji herêma Certablus û Efrînê ber bi du navendên Tirkiye ên li heremên Mertala Firatê yê Kusa û Herdanê bi cih kirin, di vê çarçoveyê de dewleta Tirk amadekariyek kir da ku operasyona li ser Minbicê bike, lê li gorî daneyên ji heremên sînorê Minbicê yên bi Mertala Firatê li bajarokê Irêma yê bakurî bajarê Minbicê ev guhertina ku li heremên Mertala Firatê şopandine normale û dibe her dem ev yek pêk were.

Hêzên Emerîkî biryara vekşandinê dan, lê têkiliya bi koalsyonê re berdewame

Piştî polîtîka ku ji aliyê Serokê Emerîkayê Donald Tramp ve hate meşandin ku di 19 kanûnê de biryar da ku hêzên Emerîkî ji Sûriye vekşin ku hejmara wan 2000 e û dema wê heta 100 rojî destnîşan kir de hindek xalên ku pêwîstiya bi zelaliyê hebûn hatin dîtin, di pewendiya malpera me ya bi berpirsekî leşkerî li Minibicê de eşker kir ku bi biryara Emerîkî niha ev hêz tenê ji Minbicê vedikşin lê cardî têkiliya me ya bi koalsyonê re taybet hêzên Fernsî re berdewame. Çavkaniyê leşkerî eşkere kir ku hêzên Fernsî di nava du rojên derbasbûyî de bersiva hêzên opozisyonê ên xwest zirarê bigînin Minbic dan.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku hêzên Fernsî li noqteyên li van deveran bi cih dibin (Minbic, Kobanê, Sirîn, Girê Spî, Eyn Îsa, Reqa, Hesekê û du noqteyên rojhilatî Firatê).

Çavkaniyê leşkerî amaje bi wê yekê kir ku danustandinên wan ên bi koalsyonê re hîn berdewam dikin û koalsyonê li ser desteka hêzên wan dûbare kiriye. Îro jî karwanek çekan a ji 200 erebeyên barkirî ji hêzên QSD re derbasî Bakurê Sûriye bû.

Bi tensîqeke fermî hêzên artêşa rêjîma Sûriye derbasî xeta Sacûr bûne

Ji aliyê hêzên YPG ê ve hate ragihandin ku hêzên rêjîmê derbasî xeta sînorê Minibicê yê bi Mertala Firatê bibin, di vê çarçoveyê de hate eşkere kirin ku nêzî 1000 leşkerên artêşa rêjîma Sûriye bi itîfaqiyeke leşkerî tenê ji bo parastina sînorê Minbic li ser xeta Ewindat ya Sacûrê bi cih bûne. Li gorî çavkaniyên taybet hêzên rêjîmê yên niha li Irêma ji firqeya çaremîn û Tevgera ElNûceba jî hene.  Derbarê vê mijarê de agahiyên taybet hatin girtin ku dibe ev itîfaqî di navbera hêzên QSD û rêjîma Sûriya û Rûsya de heta xeta sînor bi tevahî ku dighêje Qamişlo pêk were.

Derbarê ketina rêjîma Sûriye ya nava bajarê Minbicê de çavkaniyê leşkerî ev yek derwandin û diyar kir ku tenê derbasbûn leşkerî ye û di demên pêş de dibe ku di encamê hevdîtinan de itîfaqên nû derkevin.

Hêzên niha li Minbic çi daxwazê dikin

Derbarê rewşa Minbicê de û pirsên di serê gel de me ji çavkaniyê leşkerî pirsî, çavkaniyê bi navê (H.H) diyar kir ku rêjîma Sûriye di nava hevdîtinan de dixwaze hin rayedarên xwe bişîne Minbicê, lê hîn nehatiye erê kirin û ev hevdîtin wê dirêj bikin. Derbarê helwesta Tirkiye de hate eşkere kirin ku dewleta Tirk dixwaze li kêleka Rûsyayê li ser sînorê Sûriye û Tikriye dewriyên hevbeş bavêje. Ji aliyê meclisa MSD de jî wekî helwest hate destnîşan kir ku ew Sûriyeke ne navendî bi erêkirina sîstema Federaliyê rêveberiya xwe bi dewleta Sûriye re bimeşînin, lewra dê di rojên bê de eger sîstema federaliyê ya mafê hemû netewên Sûriye de dihewîne hate erê kirin wê bibe gavên nêzîkatî di navbera meclisa MSD û dewleta Sûriyê de.

Ji aliyê komên çete de ku li bendeya biryara êrîşê bûn hejmarek ji wan veqtiyan û li gorî agahiyan di civîneke ku li Cerablusê de pêk hate de nakokî di navbera wan de derket.

(Rêvana Mêrxas)

30.12.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً