LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li dijî planên dewleta Tirk KNK dikeve tevgerê

Li dijî planên dewleta Tirk KNK dikeve tevgerê

NAVENDA NÛÇEYAN- Di nava gefên bê dawî yên dewleta Tirk li ser Kurdan û dagirkirina heremên wan li Bakur û Rojhilatê Sûriye ji aliyê KNK ve komîteyk a yekrêziya mala Kurdî hate avakirin ku di nav partiyên Kurdî de civîn û têkilî werin pêşxistin.

Însiyetîfa Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi armanca avakirina yekîtiya neteweyî û pêşîgirtina xetereyên li ser hebûna gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re komîteyek ava kir. Erka komîteyê ya sereke ew e ku bi armanca avakirina yekitiyê bi hemû partiyên kurdî re bikeve nava têkiliyan.

Komîte ji 5 endamên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ya Rojava ku bi hemû partiyên Kurd re bikevin nava têkiliyan pêk tê. Endamên Komîteyê ev in: Endamê Meclisa Rûspiyên Dêrikê Şêx Sînan Ehmed, serokê Yekitiya Nivîskarên Sûriyê Dilawer Zengî, endamên Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Ebdulkerîm Umer, Derya Remadan û mamosteyê Zanîngeha Rojava Silêman Ilyas. Ji aliyê komîteyê ve daxuyanî hate dayîn, daxuyanî wiha ye:

Rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî di rewşeke dijwar re derbas dibe. Dewleta Tirk gefan li deskeftiyên gelê Kurd dixwe. Ji ber wê Konseya Rêveber a KNK-Rojava civînek li dar xist û komîteyek hate avakirin. Karê komîteyê ew e ku têkilî û danûstandin bi hemû partî û rêxistinên siyasî yên kurdî li Rojava re bike. Li ser bingeha yekrêziya tevgera partiyên kurdî, sazî û dezgehên civaka sivîl û pêkanîna mafê pêkhatêyên li Sûriyê kar bike.”

Ji vê pêngavê re bang hate kirin

Piştî lidarxsitina civîna avakirina komîteya ji bo nêzîkatiya nerîn û bertekan û rê li ber xeteriyan girtin, ji aliyê hejmarek ji rewşenbîr û pisporên di kar û barê Kurdî de bang hate kirin ku pêwîste di vê dema hesas de ya ku gelê me yê kurd tê re derbas dibe Kongireyek netewî were lidarxsitin û rê li ber êrîş û gefên dewleta Tirk were girtin. Grupa Ceostrategic a lêkolînên stratejîk bang belav kir û di riya haştaga bi navê (Bi hev re ji bo piştgiriya insiyatîfa KNK a yekrêziya mala Kurdî li Rojava ) lidarxistina vê kongirê hate daxwaz kirin.

Pisporên di karên Kurdî de ku rewşa niha ya li Bakur û Rojhilatî Sûriye dişopînin dane zanîn ku dewleta Tirk di vê dema dawî de ketina xwe û destavêtina partiyên Kurdî zêde kiriye û armanc ewe ku Kurdan ji hev veqetîne û wan ji bo xwe bikarbîne.

Li gorî agahiyên taybet hate zanîn ku dewleta Tirk di riya MÎT de amadekariya xwepêşandanan li derve û hundir dike ku daxwaza derbasbûna pêşmergeyên bi navê Roj were kirin, derbarê vê yekê de hate destnîşan kirin ku yê bi vê xwepêşandanê rabin Meclisa Entabê ye ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû ava kirine. Kesên ku vê meşê birêvebibin ji aliyê dewleta Tirk ve hatine erkdar kirin da ku di nava Kurdan de xwe bi cih bike û wan bixapîne wekî ku gelek çavdêr dibêjin ji ber di nava kolanan de tê gotin ku li Efrînê me dît dewleta Tirk çi bi Kurdan kir.

03.01.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً