LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Piştî dagirkirina Efrîn daxwaza dagirkirina Bakur û rojhilatê Sûriye dikin?

Piştî dagirkirina Efrîn daxwaza dagirkirina Bakur û rojhilatê Sûriye dikin?

NAVENDA NÛÇEYAN- Piştî têkçûna siyaseta dewleta Tirk a dagirkirina heremên Bakur û rojhilatê Sûriye, vê carê Pêşmergeyên Roj xiste dewrê û di riya encûmena ku ji aliyê MÎT ve hatiye avakirin a bi navê Xelasiya Efrîn xwepêşandanên derbasbûna pêmerga bang kir.

Dewleta Tirk di riya komên opozisyonê yên piraniya xwe bi taybetiya terorrê têne naskirin herêma Efrîn dagirkirin û gefên xwe yên li ser Kurdan derxistin asta jor û ev yek di riya dîmenan de hate eşkere kirin ku çeteyek dibêje emê Kurdan serjêbikin. Dewleta Tirk bi polîtîka xwe ya em ji bo gelê heremê azadî û aştiyê bînin operasyonên xwe dide destpêkirin û soza dayîna wan hereman ji Kurdan re dike, lê piştî dagirkirina wan hereman derket holê ku planek dewleta Tirk a polîtîka Tirk kirinê tê meşandin û di riya wê de ew herem bi zimanê Tirkî ve têne birêvebirin.

Encûmena bi navê Xelasiya Efrîn ku ji aliyê MÎT ve hate avakirin daxwaza xwepêşandanekê li Elmanyayê kiriye da ku banga debasbûna pêşmergeyên Roj ên ku ji aliyê Tirkiye ve hate perwerde kirin kir. Ev encûmen ku bû sebeba dagirkirina Efrîn vê carê daxwaza dagirkirina heremên Bakur û rojhilatê Sûriye kirin ku ev bibe zemîna tevger û derbasbûna dewleta Tirk wekî ku li başûrê Kurdistanê pêk hatiye.

03.01.2018

Rojev24

 

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً